JI RAYA GIŞTÎ Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE

DAXÛYANÎ Jİ BO YEKEMÎN SALVEGERA ŞEHADETA FERMANDARA ŞOREŞA JIN JİYAN AZADÎYÊ ARYEN ARÊ

Salek di ser şehadeta hevala me Ariyen Arê, endama fermandariya Yekîneyên Hêzên parastina Jinan (HPJ)’ê  û fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)’ê re derbas bû. Em di salvegera şehadeta heval Ariyen Arê de wê bi bîr tînin û bejna xwe li ber mezinahî, fedakarî û egîdiya wê ditevînin û ji malbata wê û gelê xwe re sersaxiyê dixwazin.

Bi dirêjahiya dîrokê de welatê me bûye landik û dergûş ji çanda egîda û derwêşan re, ji ferhanga lehengîyê re ji evîndariya vî welatî re. Jinên leheng bûne beşek ji dîroka serfiraziya wî welatî û tevna wê ya exlaqî û civakî û siyasî. Mirovahî şahidîya wê tevna zêrîn dike ku jinan vehûnaye. Wan bi wî awayî karîn xwedî li nirxên sedsalan derkevin. Îro jî egîd û lehengên vê xakê çanda berxwedanî û azadiyê berdewam dikin. Wan destanên zêrîn nivîsîn û navê gelê xwe bi xwîna xwe di dîrokê de neqişandin. Ew lehengî weke hemû Kurdistanê di Rojhilat de jî bû rihê gel û bû çand û bû nirx. Zarokên wî gelî yên weke Simko Serhildan, Zîlan Pepûle, Rojda Kotol, Nûrî Yekta û Aryen û sedan û hezaran lehengên dîtir berhema vê çandê û berdewamkerê vê ne. Wan hewil dan ku bibin nûnerê xeta fedayiyên mezin û hevrê û hevalên Rêber APO. Hevala Ariyen yek ji wan evîndarê azadiyê û civak û heqîqetê bû.

Di nava wê cîhana maddî de û di şert û mercên ku mirov ji xwe biyanî bûne, gelê Kurd dîsan dixwaze li ser koka xwe ya mirovî bibe pêşngê civakeka exlaqî û mirovî û niha em di demekê de ne ku neçare wê yekê heta serketinê bibe. Ji bo wê jî keç û xurtên weke hevala Ariyen û hevalên wê bi irade û birûmet milê xwe dane ber barê mirovahiyê û hewil didin ku mirov û civakê weke xweazaya xwe bihêlin. Wan hem bixwe weke mirov jiyan kirin û hem jî berpirsartiya xwe beramber dîrokê pêk anîn. Ew bûne berdewamiya xeta pabendî û girêdan bi şehîdên Enfalê, Dêrsimê, Sine û Mehabadê û zindanan Amedê û Kobanê. Wan bi kesayeta xwe welatê parçe kirî kirin yek. Lewra mezinin, nirxin û bingehin. Ji ber ku wisa ne jî berdewamiya xeta wan ya têkoşînê erka me ya hevaltî û mirovî ye.

Fermandarîya HPJ’ê û YRK’ê; di salvegera şehadeta Fermandara xwe Ariyen Arê, têkoşera rêya azadiya jinan, azadiya Jiyanê bi bîr tînin û soz û peymana berdewamiya têkoşîan wan dubare dikin û ji malbat û gelê xwe re dibêjin ku dê berhema ked û xwîna wan azadîyek be. Bi ked û kar û xebata kesên weke wê bû ku dema îro pergala bavsalar planekê pêk tînin, hesabê xeta azadiya jinan, eşqa jinan ji bo azadiyê dikin. Ew ji hêza xweparêziya jinan ditirsin û dizanin ku dema jin xwe biparêzin, civakê diparêzin û ew yek xetera ji pergala wan ya dij-civak re. Lewra êrişê jinên têkoşer dikin. Weke Rêber APO got asta rêxistina civakê, asta azadiya wê nîşan dide û ew yek ne bi hewildanên takekesî, belku bi rêxistina jinan û hemû civakê dibe. Hevala Ariyen ji bo wê kar kir û di wê rêyê de şehîd bû. Em jî di wê dema dîrokî û tengezar de ku hemû aliyê welatê me de şer heye û her roj têkoşerên wî welatî şehîd dibin, peymana xwe ya berdewam kirina têkoşîna wê û hevalên weke wê dubare dikin. Helbet azadî û azadîxwaz dê ser bikevin.

2024-12-02

FERMANDARÎYA HPJ