Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê têkildarî cezakirina Omer Dêhqan li Mihabad Daxwiyaniyek da;
Ji bo raya giştî;
Wek gelê me û raya giştî dizane. Di dîroka 28’ê meha Hizêranê de 4 hevreyên me di pêşengtiya fermandara nemir Arjîn Garzan de bi lehengiyek mezin li herêma Mihabadê gehaştibûn asta şehadetê. Wek YRK’ê me di daxwiyaniyên xwe de gotibû ku wê ew bûyer bê hesab nemin e.
Di encama lêkolînên hatine kirin de hate dîtin ku yek ji wan kesê destê xwe di şehadeta 4 hevreyên me de heye cehşê bi Navê Omer Dêhqan ye. Ew kes bi salaye bi rêjîma Îranê re di nava hevkariyê de bû û kar dida meşandin. li ser xaka Kurdistanê li dijî gelê me di asteke jor de ji dijmin re nokertî dikir û çeka dijmin girtibû dest. Ev kes di heman demê de destê xwe di şehadeta Şehîd Arjîn Garzan, Cîhan Sîrwan, Bawer Cûdî û Şahan Gabar de hebû. Ji ber vê yekê di dîroka 8’ê Tebaxa 2026’an de Omer Dêhqan ji aliyê hêzên me li herêma Mihabad, Gûndê Gageş tê cezakirin.
Di dawiyê de em vê yekê diyar dikin ku çi kesê destê xwe di vê bûyerê de hebe wê hesabê pêwîst jê were xwestin û bighêje cezayê xwe.
Slav û Rêzên Şoreşgerî
10-8-2026
Navenda Raghandina YRK’ê