Ji bo raya giştî;
Di van demên dawî de li ser hêzên me carek din ji aliyê rêjîma îran’ê ve êrîş têne kirin. Ji bo ku raya giştî jî bizanibe her êrîşeke tê kirin, em parve dikin. Me berê jî diyar kiribû, neha jî careke din em tînin ziman ku beramber her êrîşeke ser gel û hêzê me pêk were emê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin.
Rêjîma Îran li herêma Şaho ji dîroka 13 cotmehê û vir ve hêzeke spayê pasdaran tevî çekên giran û dironên bombebarkî yên kamikazî bi cih kiriye. Di dîroka 13’ê Cotmehê de dijmin bi dironên kamkikazî û çekên giran herêma deşta Qilbê bombabaran û topbaran dikin. Her weha 15’Cotmehê di seatên serê sibê de despêkê bi çar dironên kamkazî û piştre heta setên nîvro herêma Kela Terzan ji aliyê hêzên spayê pasdaran tê bombabarankirin. Di herêmê de gelek leşker hatine bi cih kirin û tê xwiyakirin ku di tevgera û êrîşên xwe yên ser hêzên me li wê herêmê bi israrin.
Em dixwazin vê jî diyar bikin ku ji aliyê hêzê me ve hişyariyên pêwîste ji bo van êrîşan hatiye dayin. Lê ev nayê wê wateyê ku em’ê her tim di asta hişyariyan de rawestin. Ev êrîş ger ku dewam bikin wek yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê heta dawî em’ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin û bersiva pêwîst raber bikin.