Ji bo raya giştî;
Wek gelê me û raya giştî agahdarin di van çend rojên dawî de, li herêma Şaho û Merîwan operasyonek ji aliyê hêzên sipayên pasdaran yên rêjîma Îranê li ser hêzên me despêkiriye. Li ser van esasan di rojên despêkê de me hişyariyên pêwîst anîbûn ziman. Di daxwiyaniya xwe de jî me dabû diyarkirin ku eger ev êrîş dewam bikin em’ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin. Ruxmê van hişyariyan jî dijmin hêrîşên xwe nedane seknandin.
Di dîroka 20’ê Cotmehê de dijmin li herêma Koselan careke din bi çekên giran derdora Gûndê Degage toparan dike. Ev êrîş ji aliyê qerkola ku di bejahiya gundê degage de tê pêkanîn û êrîşên berya neha jî ji vê qerekolê de li ser herêmê dihatin pêkanîn. Hêzên me di çarçoveya parastina rewa de bersiva pêwîst daye wan êrîşan û di van êrîşan de tu zerer neghiştiye hêzên me.
21’cotmeha 2026
Fermandariya YRK’ê