Fermandariya Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan (HPJ) di derbarê 32emîn salvegera şehadeta rêheval Berîtan û Artêşbûna Jin de daxuyaniyek da
Fermandariya HPJê di destpêkê daxuyaniya xwe de wiha nirxand: “Di dîroka Kurdistanê de jî, di giştî dîrokê mirovahî de jî jina Kurd her tim bi wêrektî, fedakarî û welatparêziya xwe derketiye pêş. Ji destpêka dîrokê heya derketina Rêber Apo, gelek jin ji bo parastina malbat, eşîr ya herî girîng jî ji bo parastina axa xwe ked dane, têkoşîn kirine. Wekû Şêhnaz Xatûna Erdalanî ku bi 500 suvariya xwe ya jin ve li hember dagirkeran şer kirine û serketine. Wekû Zendîna Xatûn û Gevher Xatûna ku li Kelha Dimdimê tevlî berxwedanê bûne, heya henaseyê xwe ya dawî di nav vê berxwedanê de pêşengî kirine. Wekû Mîne Qaziyê ku di Komara Kurdîstan (Mahabad) de bi bandoreke mezin têkoşîn kiriye. Wekû Menstûre Erdelanî ku bi fikir û qelema xwe dîrok nivîsandiye. Wekû van jinên pêşeng di Rojhilatê Kurdîstanê de bi dehan jinên wek; Qedem Xêr, Keça Nexedeyî û hwd. hene ku di vê dîrokê de rol leyîstine û nayên ji bîr kirin. Heman demê di beşên din yê Kurdistanê de jî jinên ku navê xwe bi tîpên zêrîn li dîrokê neqişandine hene. Li Bakurê Kurdistanê Zerîfe, Besê û Rindêxan; Li Başûrê Kurdistanê Leyla Qasim û Edûle Xan mînakê vê rastiyê ku derketine pêş in. Lê belê wekû bûyîna artêşa jin û pêra jî hêza fermande ya pêşeng ava kirin şoreşeke ku di dîrokê de emsalê wê nine. Wek jin bi fikir û felsefeyê Rêber Apo xwe naskirin, xwe bawer kirin, li ser lingên xwe sekinandin û li ser van bingehan bi fikir û vîna azad rêxistinbûna xwe pêş xistin ne bitenê ji bo jinê Kurd ji bo giştî jinên cihanê bûye çavkaniya esasî ya hêzê. Ev dînamîk, ev enerjî hêsan ava nebû bi dehan heta bi hezaran şoreşgerên, fermandarên wek Bêrîtan Hêvî(Gulnaz Karataş) li hember hêzên dagirker-qirker û li hember xiyanetê têkoşîn kirin, şer kirin û vê şoreşê bi cane xwe pîroz kirin. Li ser vê bingehê di şexsê fermandarê mezin Şehîd Berîtan de em hemû şehîdên tevgera jin bi rêzdarî bibîr tînin û soza bilindkirina têkoşîna wan didin.”
Fermandariya HPJê nirxandinên xwe wiha berdewam kir: “Bi xeta şoreşgerî ya keça Êzîdî Binevş Agal ku ji bo gelê Botanê pêşengtî kir û bandora têkoşîna wê di giştî Kurdistanê de berbelav bû, jin pêl bi pêl herîkîn çiya û wargehên azad. Li hember giştî dîrokê desthilatdariyê ku jin ji rastiya wê ya heyî dûrxist û rûbirûyê her cure qetliyam û hovîtiyan hişt; jinên efsane wekî Bêrîtan Hêvî, Azîme, Zîlan û sedan hevalên wek van şoreşgeran xeta pêşengiya jin bilind kirin û bûn bingeha Artêşbûna jin. Artêşa me ya jin ji destpêkê heta roja me ya îro ji merheleyên pir girîng derbas bûn û her ezmûnê ku hate bidestxistin li ser bingehê berdelên mezin pêş ketin. Her hevalê me yê ku di vê rêkê de ked da, bedel da bû sedem ku hêz û îradeya jinên Kurd li giştî cihanê bibe çavkaniya hêz û morale. Hêza jin a parastina cewherî ku li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî teşe digre ji bo hemû jinên Rojhilatanavîn û ji bo hemû jinên cihanê pêşengiya şerê azadî û demokrasiyê dike. Di serî de jinên Kurd, Tirk, Fars, Ereb ji giştî cihanê jin ref bi ref tevlî artêşa jin dibin û bi fikir û felsefê Rêber Apo li hember sîstemê mêr salar têkoşîn dikin û meşa xwe ya ber bi zeferê bi hêz dikin. Di van 31 salên ku kêlî bi kêlî bi têkoşînê derbas bû de artêşa jin ji bo dîroka azadiya jin danehevên azamet ava kir. Li her çar beşê Kurdistan û li pirek deverên dîtir astê têkoşînê me bilind bû û serkeftinên mezin hate bidest xistin. Mînakê vê rastiyê ya herî ber bi çav di şoreşa Rojava de derdikeve pêşberî me. Di pêşengiya YPJê de li hember hêzên desthilatdar û li hember dijminê mirovahî daîşê şerekî bê hempa hat meşandin û dijminê xûnxar li ser van axên pîroz binketinekî dîrokî jiyan kir. Bi vê dînamîkê ku ava bû YPJ têkoşînê me carekî dîtir li giştî cihanê da nasîn û jinên cihanê ji bo xwe jinên Kurd wek pêşeng esas girtin. Gelek jinên serhildêr yê Rojhilatê Kurdistan wek fermandar Sorxwîn Rojhilat, Viyan Peyman û Jiyan Cudî di vê şoreşê de cih girtin û bûn sembola berxwedaniyê. Bi avabûna artêşa jin nirx, destkeftî ya rastî bi giştî hêza ku pêş ket bi yek dû mînakan nayê pênasekirin. Ev heqîqeteke ku bi fikir û felsefê Rêber Apo ava bûye û çarenusa giştî jinan û civakê diyar dike, ji bo pênasekirinê wê di nav vê heqîqetê de têkoşîn kirin pêwîst dike.”
Fermandariya HPJ di dawiya nirxandinê xwe de wiha anî ziman: “Em jî wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJê bingeha xwe ji dîroka azadiya jin digrin û îlhamê me ya esasî jî artêşbûna jin e. Bi paradîgmaya Rêber Apo ya ‘Demokratîk, Ekolojîk û Azadîxwaziya Jin’, li ser bingeha Şerê Gelê Şoreşgerî û girêday parastin erk û berpirsyariyên mezin dikevin ser milên me. Di pêşengtiya şoreşger û fermandarên mezin Şîrîn Elemholî, Zîlan Pepule, Zîlan Gabar û Aryen Arê de ku bi şer û têkoşîna xwe ya canbexşane xet diyar kirin, em têkoşîn dikin. Heman demî Şoreşa Jin Jiyan Azadî ku bi fikir û felsefê Rêber Apo pêş ket û berbelavî giştî cihanê bû jî nirx û hêzeke bê hempa ava kir. Astekî têkoşînê ya pir mezin pêş ket û bi sedan heta bi hezaran şehîd çêbûn. Di şexsê şehîd Berîtan de şehîdên artêşa jin û di şexsê Şilêr Resulî û Jîna Emînî de şehîdên Şoreşa Jin Jiyan Azadî em bi rêzadarî bibîr tînin û em didin diyarkirin ku heta armanc û angaştê van şehîdên azîz werin bi cih anîn emê her tim têkoşîn bikin û vê şerê demokrasî û azadîyê bi zferê tacîdar bikin.”