Di serî de em wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistan bi bihîstina şehadeta şehîd Argêş Hewraman em gelek xemgîn bûn û heta dawî bi êşa gelê xwe yê Hewraman re ne û ji malbata heval argêş hewraman re sersaxiyê dixwain.
Rêhevalê me Argêş Hewraman ji roja yekemîn dema ku gerîla nas dike her tim bi wî hestê roja despêkê jiyan kir, ew hestê ku despêk ji gerîla girtiye jibîr nekir tersî wê wek gerîlayekî xeta apoyî her tim di kesayeta xwe de mezin kir û da jiyankirin.
Şehîd Argêş di nav xebatên Rojhilatê Kurdistanê de xwedî wê kesayetê bû ku nêzî 10 salan kar û xebat dabû meşandin di nav wan salan de di nav dilê her kesî de xwe bi cih kir û fikir û felsefeya Rêber APO bê dûdilî ji bo her kesî belav kir. Bê ku rawestandinê bizanibe şev û roj kar kir, bibû aşiqê jiyana gerîla û her tim di cihê herî zehmet de gerîlacîtiyê kir.
Şehîd Argêş xwedî wan taybetmendiyan bû heta dawî fedekar û kedkar, di nav jiyanê de her tim dilnizim û mûtewazî bû. Di kêliya despêkê de xwe di nav cihê her hevalekî de bi cih dikir. Bi çanda ji malbat û herêma Hewraman girtibû, bi naskirina Rêber APO re her tim mîna Derwêşekî jiyan kir her tim ji bo xwe pîvanên yek loqme, yek xirqe kir pîvan û bi vî awayî di nav şertên herî dijwar de bi manewiyatekî pir mezin jiyan kir û pê bawer kir.
em pir baş dizanin ku hemî kesên ku şehadeta şehîd Argêş bihîstine bê çi xemgîniyê jiyan dikin. Wek rêhevalên Şehîd Argêş Hewraman heta dawî emê pîvanên ku şehîd Argêş ji bo xwe esas digirt û di xwe de mezin dikir ji bo xwe esas bigrin, emê her tim sekin û dilgermiya bê nimûne ya şehîd Argêş ji bo xwe esas bigrin. Di nav refên me de keda bê nûmûne, hezkirina bê dawî ya li beranber jiyana gerîla ya Şehîd Argêş Hewraman wê tu car neyê jibîrkirin. Heta dawî emê lê xwedî derkevin û jêre bibin layiq.
Li ser vî esasî careke din em ji malbata rêhevalê xwe Argêş Hewraman û ji hemî herêma hewraman ya welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Heta dawî emê şopdarê xeta şehîdên xwe bin û kesayetên bi vî rengî wê tu carî di nava refên me de neyên jibîr kirin.
Fermandariya YRK’ê
25-4-2025