Jİ RAYA GİŞTÎ Û GELÊ ME YÊ WELATPARÊZ RE

Roja Înê 05-05-1403 yanî 26-07-2024’an dewleta dagîrkera Tirk piştî tevgereke zêde ya keşfa hewayi, bi şev si’et 23:00 bi balefirên şer sê caran herêma “Dukanî”, “Kanî gumehesp” û “Xezîne” yên ser bi gundê “Gelale” ya qezaya “Mawet” bombebaran kirin û di ecnamê de zerer û xisareke mezin gihîştandin rez û baxçe û zeviyên gelê me. Di wê bombebaranê de hêzên me çi zerer nedîtin. Lê di gel ziyanên zêde yên ku ber zevî û baxçeyên gel ketine, eraziyê derdor jî hemû agir girtiye û ew agir heta niha jî berdewame.

Bêguman hedefa dewleta dagîrker ya Tirk hemû zindî û xwaza û jîngeha welatê me ye û divê hemû kes wê rastiyê bizane ku dijminatiya dewleta Tirk ji mêjde ye di rex dijatiya beramber mirovan, xwaze û jîngeh û hemû xweşikîya welatê me girtiye ber xwe. Ji Efrînê û darzeytûnên wê bigire heta bedewiya Behdînan, ji bazarên Hewlêr û Kerkûkê bigire heta çiya û bax û baxçeyên Asosê dikine armanc. Em jî sond dixwen ku di gel xwaza û jîngeha xwe û hemû zindiyên welatê xwe ber xwe bidin û têkoşîn bikin da ku bigihîjin azadiyê û wê hêza kirêt ya dewleta Tirk bin bixin û belaya wê ji serê herêmê vekin.

Silav û rêzên şoreşgerî

2024-07-27

Navenda çapemenî û ragihandina Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)