Ji bo heserokatiya desteya cîbicîker ya Rêveberiya xweser a Bakûr û Rojhiltê Sûriyeyê

Hevalên hêja

Em 12’în salvegera destpêk kirina şoreşa gelan li Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê li we û hemû gelê herêmê pîroz dikin. Ew şoreş bû sembol û ilhama azadîxwazî û jiyana hevbeş û demokratîk a gelan. Niha neteweya demokratîk rojeveke rişt û ciddiye ji bo jiyana hemû gelan di herêmê de. Gelek berdêl ji wê şoreşê re hatin dayin û ew rêbaz bû çirûskek ji bo mirovahiyê. Em bi rêzdarî hemû şehîdên mezin yên YPG, YPJ û HSD û hemû hêzên parêzvanên vê şoreşê bi bîr tînin û silav û rêzên xwe pêşkêşî kedkar û karbidestên wê şoreşê dikin.

Em hêvîdarin ku  çawa gelê me ew şoreş kirin hêviyek ji bo mirovahiyê, hûn jî wisa di parastina wê beramber êrişên terorîstî û faşîstî de serketî bin. Em dilniya ne ku çawa berxwedana we berbamber DAİŞ’ê bû mînakeke dîrokî, berxwedana we beramber êrişên Faşîstî yê Tirkiyeya piştevana DAİŞ’ê jî dê bibe rûmetek dîrokî ji bo hemu azadixwazên cîhanê. Hêviya me û hemû dilsozên wê şoreşê ewe ku di pêkanîna jiyaneke hevbeş û azad û demokratîk û ekolojîk de jî serketî bin û bigihîjin armancên xwe.

Şanaz û serfiraz û serketî bin

2024-07-18

Hevserokatiya Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)