YRK’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêncewînê şehîd bûn.

Navenda Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastinê yên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ku di êrişên dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêncewînê şehîd bûn.

Daxuyanî bi vî rengî ye:

“Di 3’ê Kanûna 2023’an de di encama êrişeke hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de li herêma Pêncewînê 2 hevrêyên me Aryen Arê ku yek ji fermandarên HPJ’ê bû û hevrê Êrîş Berxwedan dema li ser erka xwe ya şoreşgerî bûn şehîd ketin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:

Nav û paşnav: Zeynep Eyverî
Nasnav: Aryen Arê 
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2006- Selmas
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023- Pêncewîn

Nav û paşnav: Sadiq Şêx Ehmed
Nasnav: Êrîş Berxwedan 
Cih û Dîroka Beşdarbûnê: 2016- Kobanê
Cih û Dîroka Şehadetê: 3’ê Kanûna 2023- Pêncewîn

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

“Di serî de ji gelê me yê welatparêz û ji malbatên me yên hêja re sersaxî dixwazin. Diyar dikin ku di vê merheleya li ser gelê me êrîş tên kirin de wê erka parastinê tu carî neyê taloqkirin. Dijminê ji mirovbûnê bê par maye, bi namerdane êrîş dike. Wê ev bê bersiv neyên hiştin. Wê bê têkoşîn nemîne. Wek hevrêyên wan di qada jiyan û şer de em ê vê ji bîr nekin.

Hin kêlî yan jî bûyer hene ku mirov di tê de xwe dibîne û diafirîne yan jî pêngava diavêjin. Lê belê sekna mîlîtanî di hin kêlî û deman de dikare bi pratîkên xwe bibe wesîle ku zilma li ser gelekî bisekinîne, berê herikîna çemekî biguherîne. Ji bo vê rastiyê şênber bibînin sekna jin û ciwanên Kurd a dîrokî têrker e. Bêguman pêşengên gelên Kurdîstanî ev hêz ji gelê xwe yê berxwedêr û xwedî îrade girtine. Di ruhê berxwedêr ê gelê Kurd de azweriya azadiyê, zanebûna dîrokê û hêza civakbûyinê xwe şênber kir, di têkoşîn û hêza rexistinî de bû çalakî. Mane navê azadiyê yê din ê civakbûyîne. Îro zarokên gelê Kurd bi vê cewherê, li ser van bingehan têdikoşin. Hêz û bedewiya hevrêtiyê diafirînin.  

Ew şervanên azadiyê bûn, li hemberî rastiya dijmin di nava helwest û çalakiyê de bûn. Di çalakiya xwe de bi xwiliqkarî avakirin, yên beriya xwe penase kirin, bûn şopdarên heqîqatê. Di kêliyên parvekirin de jî di hevrêyên xwe de bûn hîs û dengê wê. Mane mirov li pey çi be wê jî dihêle. Di rastiya şêhîdan de ‘ked mezin û pîroz dike’ ev dîtin. Di ferqa şerê giran de bûn û jiyana bi vî rengî ji xwe re kirin esas. Rastiyeke, mirov çiqasî hewil bide jî wê tam nikaribe weke tê xwestinê penaseya lehengan bike. Ji ber di wan de hêza çalakiyê heye û hîn mezintîrîn penaseyekê dixwaze. Yên pêşiya herîkînê vedikin ew in ku dizanin çi dixwazin. Hevrêyên me ev fêrî me kirin.  

ARYEN ARÊ

Fermandara me ya hêja Aryen Arê zarokeke vî gelî bû ku ji dîrokê heya niha zilm qebûl nekiriye. Di malbatek welatparêz de di temenê zarokatiyê de têkoşîna azadiyê nas dike. Bi polîtîkayên kolekirinê yên rejîma Îranê re kirêtiya pergala zîhniyeta desthilatdar di astekî de tehlîl kir. Bi destanên gerîlayên Kurdistanê mezin bû. Serî netewand û ket nava lêgerînên azadiyê. Li hemberî zilma dewletê ji bona parastina nirxan, parastina gelê xwe, di 2006’an de li Selmasê berê xwe da nava refên azadiyê. Xwe perwede kir, bi rêxistin kir. Li gelek qadên Rojhilatê Kurdistanê de Fermandariya HPJ’ê kir. Di gelek qadên têkoşînê de cih girt û pêşengtî kir. Ji Şaho heya Ûrmiyê gerîlatî kir, wek fermandarekê tevlî erkên demê yên jiyanê û şer bû. Wek Endama Konseya Leşkerî ya HPJ’ê di vê pêvajoyê de pêşengiya ‘şoreşa jin jiyan azadî’ kir. Ji xebatên qadê re pêşengtî kir, hêz perwerde kir, rêxistin kir, bê tereddût tevlê bû. Bi ruhê hevrêtiya Apogerî di dilê hevalan de cih girt. Bi keda xwe heskirin û girêdaniya hevrêtiyê ava kir. Bû sembola hevrêtî û kedê. Girêdana Bi ruhê JIN JIYAN AZADÎ di qadên têkoşînê de bi bîr û bawariya Şoreşê tevgerî. Tu carî nesekinî. Bi coşa ji rêxistinbûna jina Rojhilat her dem xwe ji şoreşê re amade kir. Bê rawestan xwedî li erkên demê derket. Li hemberî zîhniyeta desthilatdar şoreşa destpêkê armanc kir ku di xwe de û di hevrêyên xwe de ava bike. Ji ber bawer kir ku divê destpêkê mirov şoreşê di xwe biafirîne û xwedî hêza rêxistinbûnê be. Weke fermandarekê bû şopdara rastiya şehîdan. Bû fermandareke demê ya Rojhilatê Kurdistanê. Her daîm hewl da şêwazê şer û jiyana gerîlayê modernîteya demokratîk jiyanî bike. Xwedî dilnizmiyeke ku di her nebesiyekê de xwe berpirs didît. Bi vê helwestê bi rexnedaneke sade nêzî kesayeta xwe bû. Bû çavkaniya hêza şoreşa jin jiyan azadî. Bi girêdana hevrêtiya heval Aryen em ê dîsa xwe binirxînin, nêzî erk û berpirsyariyên xwe bibin. Em ê xwedî li xeyal û armanca wê derbikevin û soza tekoşîn bilindkirinê didin. 

ÊRÎŞ BERXWEDAN

Sadiq Şêx Ehmed li bajarê berxwedanê Kobanê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Ciwanê rûliken, ruhekî ji qada berxwedanê diherikîne çiyayên azad. Bi evîndariya hevrêtiya heqîqatê, Ji çanda berxwedanê, berê xwe da qadên tekoşînê, ji malbatek welatparêz di 2016’an de tevlî nava rêfên azadiyê bû. Hevaltiya rast bi jin re, nêzîkatiya xwe bi jiyanê re zelal û ji hundir bû. Ev aliyên heval Êrîş dihişt bikişîne dora xwe. Bi eşqa têkoşînê mezin bibû dilê wî, lewma karî hemû hevrêyên xwe hembêz bike. Berê xwe da qada Rojhilatê Kurditanê. Bêrawestan tevlî xebatan bû. Dema digot an jî dikir xwedî moraleke bi hêz bû. Ev nêzîkatiya wî eger zehmetiyek heba jî nedihişt bibe asteng. Hevalên li dora wî her tim jê moral girtin. Ew heval bû ku weke fedaiyekî xwe di demeke kurt de mezin kir û di dilê hevrêyên xwe de xwe zêde kir. Di her hevalekî de aliyekî heval Êrîş mezin bû û ev hîn bedewtir wê were mezinkirin. Em ê ti carî hevrêtiya ruhê ciwan ji bîr nekin. Heval Erîş dizanîbû çi dixwaze û ji bo çi şer dike. Lewma dizanibû bedew jî jiyan bike. Lêgerîna ku xwe nas bike, perwerde bike, bi hêz bû û ev di anî ziman jî. Di her mijarê de xebat li hev dianî, çêker nêz dibû. Kesayeta xwe yekpare û ji dil bû. Bêguman bi her kêliyê re ev dida hîskirin. Xwedî hêza wateyê bû. Mirov ji ruh û bedewiya wî têr nedibû, bi hemû aliyên xwe fikir û felsefeya Rêber APO hembêz kiribû. Weke hevalên wî me her tim xwest jiyanê pê re parve bikin, ji ber em gelek rastiyan jê fêr bûn. Bi ruhê xwe yê ciwan em fêrî bedewî û rêbazên têkoşînê kirin em deyndarê vî ruhê ciwan in. Em ji bo xeyalên wî soza têkoşînê didin.

Wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê di serî de em ji malbatên her 2 şehîdên xwe û ji hemî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin û careke din em didin diyarkirin ku em ê heta dawî xwedî li mîrasên wan hevrêyên xwe derkevin, em soz didin ku heta dawî ji bo ku em xeyalên wan şehîdan bighînin serketinê her tim em ê di rêya van şehîdan de bimeşin û têkoşîna xwe hîn mezintir bikin.”