Ji raya giştî re

Daxûyaniya ragihandina şehadeta sê hevalan li Asosê

Di demekê ku herêm aloz bûye û serhildan û şoreş li Rojihilatê Kurdistan û Îranê gur bûne û mafên gelê Kurd bûne rojeva hemû cîhanê û tevgera me hêviyekê dide hemû serhildêr û şoreşgeran, êrişên ser hêzên me jî zêdetir bûne. Herçend dawiya dagîrkerîyê xûya dike, ewqas êrişkartir dibin. Ji destpêka şoreşa jin, jiyan, azadî şûnde êrişên li ser hêzên me zêdetir bûne û ew êriş piranî bi destê dewleta Tirk û bi rêya hêzên hewayi pêk tê. Amadekarî û fedakariya hêzên me bû sedem ku dijmin negihîşte armancên xwe. Fedakarî û berdêlên mezin yên ku me dan, bûne sedem ku dijmin weke hemû eniyan di wê eniyê de jî ser nekewe. Bêguman wê tekoşîna me heya şikandina tekûz ya dijmin berdewam be û emê serkeftin û rizgariya ji gelê xwe re pêşkêş bikin. Di wan êrişên dijmin de dîroka 29 Cutmeha 2022’an li çiyayê Asosê de hêvalên me Dilovan û Bager û herwiha h. Hogir Delîl bûn hedef û şehîd bûn. Me berê navê du hevalan ragihandibû û niha em nasnameya her sê hevalên xwe yên şehîd ji raya giştî re radigihînin. Nasnameya hevalên me wisa ye:

Mihemed Akbaba bi nasnavê “Dilovan Cîlo”, navê dayik: Xanim, navê bav: Mehmûd, ji dayibuyê 1981 Meletî, sala 2015’an tevlî bûye û 29 Cutmeha 2022’an li çiyayê Asosê şehîd bûye

Binyamîn Aksû bi nasnavê “Bager Bismil”, navê dayik: Redîfe, navê bav: Ehmed, ji dayibûyê Bismila girêdayi Amedê, 2013 tevlî bûye û 29 Cutmeha 2022’an li çiyayê Asosê şehîd bûye.

Hadî Rehmanî bi nasnavê “Hogir Delîl”, navê dayik: Nazdar, navê bav Mihemed, ji dayikbûyê gundê Sebedlo yê Bane- Rojhilatê Kurdistanê, 2017 tevlî bûye û 29 Cutmeha 2022’an li Asosê şehîd bûye.

Em ji bo şehadeta wan hevalan ji malbatên wan yên rêzdar, gelê xwe û hemû hervrêyên wan yên tekoşer re sersaxiyê dixwazin û dizanin ku emê bihevre bi xwedî derketin ji rêbaz û hedefa wan, bigihîjin serkeftina ku ew jê re têdikoşiyan.

Hevalê Hogir bi hesteke paqij û girêdaneke mînak tevlî refên şoreşê bû, xwe perwerde kir. Çi karê kete pêşiya wî kir û di ciyên pir hestiyar û hesas de bi girêdan û aqileke şoreşgerî û pir temîz û deqîq karê xwe kir û hertim bi hesteke ciwan û dînamîk xwest ku zêdetir pêşde biçe. Wî rihê Arbaba û Baneya şoreşger bi zanabûna şoreşgerî re kire yek û di demekê de ku xwe amade dikir da ku karên mezintir di wê serdema hestiyar de pêk bîne, bû şehîdê rêya baweriya xwe û dîrok û mîraseke birûmet ji malabata xwe û gelê xwe re bi cîh anî. Bêguman rihê wî dê bibe hêvinê şoreşeke mezin li bilindiya Arbaba û çiyayên Kurdistanê de.

Hevalê Dilovan bi zanabûn û Dilovaniya xwe ya bêhempa çendîn salan kedeke mezin di nav gel de da û piştre jî heman ked bi rihê çiyayan re kire yek û bû nimûneya hevaltîyê ji hevalên xwe yên tekoşer re û bû zarokê fedakar yê gelê xwe. Girêdana zanistî û hestiyariya ku bi rêberê xwe û gelê xwe re di xwe de çandibû, hêzek di wî de çê kiribû ku ew pêşde dibir û her dera ku çuyê keda wî xûya kir, dawiyê de jî bû beşek ji dîroka serfiraz ya gelê xwe.

Hevalê Bager jî rihê serhildêr yê Bismilê bi evîna çiyayan re anî û bi Rojhilatê Kurdistanê ve peywend da. Ew nimûneyeke ji yekpareya Kurdistanê û sinûrnenasiya ciwanên Kurd ji bo tekoşîna netewî. Di hemû ciyên tkoşînê de bi hez kirin kar kir. Wî çawa ji Bismilê hez kir, ji hemû Kurdistanê jî hez kir û dawiyê de bû beşek ji çîroka evîn û serbilindiyad welatê xwe. Rihê wî dê şopînerê wê hezkirinê li welat be heya ku bi serkeftina doza xwe şa be.

Em ji malbata wan hevalên xwe yê şehîd û hemû gelê Kurdistanê û mirovahiyê re serxiyê dixwazin. Ew tekoşerên rêya mirovahiyê û azadîxwaziyê bûn. Bi hebûna wan tekoşerên fedakar û mezine ku şoreş pêş dikeve û em bibiryartir dibin ji bo ku azadiyê ji hemû mirovahiyê re pêşkêş bikin. Di kêlek xemgîniya xwe ya kûr ji şehadeta wan, hêza ku em ji wan digirin, dê bihilê ku em bi iradeyeke mezintir tekoşînê bikin û di rêbaza rêber xwe û azadiya gelê de berdewam bin. Soza me ji wan re dê gihîştina serkeftinê be. Em hemû gelê xwe jî dixwazin ku bi serdana malbatên wan hevalan merasimên hêjayi wan li dar bixin û bîranîna wan biheybet lidar bixin.

Şehîd hertim bi hêş û hestên me de saxin û qet namirin.

Bijî tekoşîna azadîxwaza gelan li Kurdistanê û herêmê de

12-01-2023

Fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK)

 

SONY DSC

SONY DSC

SONY DSC

SONY DSC

SONY DSC