Ji bo raya gişti

Di dîroka şeva 20’ê Mijdarê de dagirkeriya Tirkiyê bi balafirên şer li ser herêma Asos’ê êrîşeke hewaî pêkanîn. Di wê êrîşê de tu zerar bi hêzên me nehatiye bax û bexçeyên gelê me yê welatparêz zerar dîtine.

Ev demeke dagirkeriya Tirkiye êrîşên xwe li ser herêma Asos û Pênciwîn zêde kirine. Bi taybet ev êrîş hem wext li gel serhildanên gelan lı Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêktên tê fêmkirin ku bi hemahengî li gel dagirkeriya Îranê tên pêkanîn. Herî dawî jî hate dîtin ku dagirkeriya Tirkiye bi awayekî hem wext li gelek deverên Başûrê Kurdistanê û li ser gelê me li Rojavayê Kurdistanê êrîş pêkanîn. Qaşo Ev êrîşên ku pêkanîn bi hinveta tolhildana teqîna li Teqsîmê ye. Le belê em û dinya jî baş dizanin ku ev hêzên ku êrîş kirin li ser Rojava û Başürê Kurdistanê heman hêzin ku bûyera teqîna Teqsîmê jî pêkanîne. Dîrok bi dehan care şahidî ji bûyerên bi vî rengî re kiriye û her tim berdêla van hovîtiyan gelê Kurd li her çar parçên Kurdistanê daye.

dagirkerî baş dizanin ku bi van sînaryoyan nikarin encaman bi dest bixînin çawa doh gelê me serî netewand û ew kiryarên qirêj bê bersiv nehiştin îro jî xwedan heman îrade ye ku van êrîşan vala derbixîne.

Em wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê çawa di şerê Daşê de me piştevaniya gelê xwe li Rojavayê Kurdistanê kir Îro jî bi her awayî li gel gelê xwe yê berxwedêrin. Di serî de ew Komkujiya bi destê dagirkeriya dewleta Tirk pêk hatiye em şermezar dikin û ji malbatên şehîdên qehreman re sersaxiyê dixwazin ji hemî birîndaran re şîfa û silametî dixwazin. Careke din em bangewaziyê jı gelê xwe yên li her çar parçên Kurdistanê dikin, di vê dema dîrokî de xwedî li şervan û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê derkevin û li beramberî van êrîşan bêdeng nemînin

Fermandariya YRK’ê

21-11-2022