Çapemeniya YRK’ê derbarê dû bûyerên ku di dîrokên cûda de hatine jiyankirin de ev agahî bi raya giştî re parve kir;

Weke tê zanîn 26-9-2022 li herêma Asosê, girêdayî Şarbajar êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker çêbûbû, di vê êrîşê de hevalekî me birîndar bibû. Wekî tê zanîn ev hevalê me dema li ser erka xwe ye, rûbirûyê êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker tê û birîndar dibe. di dîroka 5-10-2022 de hevalê me yê ku birîndar bibû dighêje asta şehadetê. Derbarê şehîd de agahî bi vî rengî ne:

Nav û Paşnav: Hiseyin Rehmetî

Kod: Sîrwan Sine

Cih û dîroka Şehadetê: 2022 Asos

Hûseyîn Rehmetî bi nasnav Sîrwan Sine di sala 1989’an de di nava malbateke welatparêz li Gûndê Tengîser yê girêdayî Jawero çavê xwe li dinyayê vedike. Tesîrbûna ji jiyana gerîla, şehadeta 6 hevalên çapemeniya PJAK li Qendîl li ser wî bandoreke pir mezin ava dike ji ber wê di sala 2008’an tevlî nava refên gerîla dibe. di nava refên gerîla de pir zû pêş dikeve, di sala 2011’an de li kêleka fermandar Simko Serhildan di nava şerê Qendîl’ê de dibe xwedî ezmûn û tecrûbeyekî mezin. Di nav refên gerîla de her tim bi kesayeta xwe ya xwedî ked dihate naskirin. Bêhesap tevlîbûn û dilpak û dirûst nêzîkbûna xwe ya li beramberî her erkê rêxistinê di demekî kurt de bû milîtanekî rast ê Apoyî. Ew tişta ku di kesayeta xwe de dida avakirin dihişt ku li hemberî dijmin seknekî xurt ava bike û pêşengatiya serdemê bigire ser milê xwe.

Di serî de em ji malbata hevalê xwe Sîrwan û giştî gelê Kurdistanê yê welatparêz re ser saxî dixwazin. Em baş dizanin ku gelê me xwedî li şehîdên xwe derkevin û ciwanên me yên Rojhilatê Kurdistanê, ji bo xwîna şehîdên me yên qehreman li erdê nemîne, ew ê şopdarên şehîdên xwe bin. Em jî weke gerîlayên Rojhilatê Kurdistanê ji bo xwedî li ked û nirxên van hevalên me ava kirine, derkevin, ala ku teslîmê me kirine heta dawî em ê berz û bilind bikin û em soza tola şehîdên xwe yên qehreman erdê nehêlin, didin.

Di dîroka 29’ê cotmeha 2022’an de 3’ê hevreyên me li herêma Asos bi balafirên keşfa dagirkeriya Tirk Şehîd ketine

Wek gelê me û raya giştî dizane bi pêşketina serhildanên li Rojhlatê Kurdistanê û Îranê êrîşên dagirkeran li ser hêzên me û gelê me zêde bûne. Li beramberî serhildêran rêjîma Îranê her roj êrîş û kûştin pêktîne ev kûştinê ku pêktîne her roj dinya jêre şahidî dike. di pêşengatiya jinê de pêşketina serhildanên gelê Rojhilat’ê Kurdistanê û îranê êrîşên dagirkeriya Tirkiye li ser qada gerîlayên me zêde bûne, em van êrîşên dagirkeriya Tirkiye û Îranê di çarçoveya hevkariyê de dibînin li ser wî esasî Êrîş li ser hêzên me pêktên. Li beramberî van êrîşan heta dawî em li kêlka gelê xwe cih digrin hemberî êrîşên dagirkeriya Tirkiyê tu car em gav paşde navêjin em ser esasê şêwazê xwe beramberî van dagirkeran tekoşîna xwe berdewam dikin.

Di dîroka 29 cotmeha 2022’an de li ser qada Asosê li dû cihên cûda de êrîşên balafira keşfê çêbûne di van êrîşan de. Heval Serhed, Dilovan û Bager şehîd ketine di derbarê nasnameyên her 3’ê hevalan de di demên pêş de em’ê gelê xwe agahdar bikin

31-10-2022

Çapemiiya YRK’ê