nameya pjak – kodar 

 

Rêzdar Bêrîwan Xalid

Rêzdar Ebdhamid Elmehbaş

Malbata heval Ferhad Şiblî

Gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê

Me bi xemgînîyeke mezin xebera şehadeta heval Ferhad Şiblî, tekoşerê mezin yên gelê Kurd û cîgirê hevserokên rêveberiya xweser ya Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bihîst. Ew xesareke mezin ji gelê Kurd û hemû gelên Rojava, Sûriyê û herêmê, ji tekoşîna demokrasîxwaziyê û azadîxwaziya gelên herêmê re ye.

Herêma Rojhilata Navîn di nava bêçareyi û agirekê de ye ku heq nekirine. Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi pergala xwe ya rêveberiyê bûye çirûsk û hêviyek ji bo çareseriya wê rewşê. Kesên ku tê de rêveberî û pêşengtî jî dikin, bûne xizmetkar û kedkarên rêya azadîxwaziyê, lewra dibine hedef û armanca dijiminên demokrasî, azadî û mirovahiyê. Ferhad Şiblî naveke mezin û kesayeteke efsaneyi ye ku herdem di tekoşînê de çirûsî. Parçeyên bedena xwe da, lê tekoşîn berneda û herdem zêdetir kir. Rêveberiya xweser bi ked û fedakariya şehîdên weke wî gihîşte astekê ku niha hemû gelên herêmê pê şanaz û serbilindin. Bi heman sedemê jî bû armanca dijminahiya paşverotiya herêmê û serok û pergala wan. Şehadeta wî wisa watedare, ew tekoşer û şehîdê rêya rastî, xweşikî, qencî û azadiyê ye.

Ew ne tenê şehîdê Rojava û Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ye, bêguman şehîdeke ji bo pêkanîna demokrasî û azadiyê li hemû herêmê, ew pêşengeke mirovahiyê ye. Dibe ku weke bedenî û fîzîkî ji nav me çûbe, lê rihê wî, fikra wî, felsefeya ku pê tevdigeriya, eşqa wî a ji bo jiyana azad û mirovahiyê û biratiya gelan rêya tekoşerên herêma me ronî dike. Çawa dijminê mirovahiyê hevgirtî ne, em tekoşerên dijî zalim û serdest û celadan jî di derdora kesên weke Ferhad Şiblî de hevgirtî ne. Herêma me yeke û wê wisa azad bibe û bigihîje azadiya xwe, aramiya xwe û edaleta xwe.

Îro çavê gelên me yê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li modela rêveberiya xweserin. Çavê wan li pêşengên weke heval Ferhade û hewil didin weke wan di rêya azadîxwaziyê de bimeşin. Çawa şehadeta wî ji bo we girane, ji me re jî girane. em sersaxiyê ji we û malbata welatparêz a Şehîd Ferhad Şiblî û hemû gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re dixwazin û em bawerin ku tekoşîna we dê bibe modela rast ya çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn û cîhanê û wisa tola hevalê Ferhad û kesên weke wî bê hildan. Serê we sax be, rêya şehîd Ferhad berdewam be. Ew saxe û tucar namire, ji ber ku felsefeya ku pê bawer bû maye û wê bimîne.

Şehîd namirin

Berdewam be rêya wan a pîroz

19-06-2022

Hevserokên Komelgeya Azad û Demokratîka a Kurdistanê (KODAR) Fuad Bêrîtan- Gulan Fehîm

Hevserokakên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Siyamend Mo’înî- Zîlan Vejîn

ji hev. R. xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê re19-06-2022 الى المدیریة الذاتیه لشمال و الشرق السوریة