Ciwanên Kurd bi hemî awayî di Rojhilatê Kurdistanê de, dixwazin didil ê gelê xwe de jiy an bikin:

Xelîl Dax/

Endamê fermandariya Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK Şiya Şevger, derbarê salvegera Şehîdên Dalaho ku di sala 2009an de bi Komployeke hatin jehrîkirin, her weha Şehîdên ku di sala 2010an de di zîndana Evîn de hatin Sêdarekirin bi bîr anî û derbarê pêvajoya em têde derbas dibin nirxandinên girîng kir.

Di serî de îro salvegera hevalê me yên di sala 2009an de di 5 gûlanê de şehîd ketin em bi bîr tînin heval Şahîn, Hekîm, Xoşmêr, Zozan û Nûdem bi destên îxaneçiyên Kurd bi komplo hatin jehrkirin û şehîd ketin. Di heman demê de salvegera heval Şîrîn Elemhûlî, Ferzad Kemanger, Soran, Ferhad Wekîlî, Mihdî Islamiyan di sala 2010an de di 9 Gûlanê de di zindana Evîn de hatin sêdarekirin bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Di navbera 5 mehê heta 9 mehê di Rojhilatê Kurdistanê de wekî PJAK heftiya qehremantiyê raghandiye.

Dewletên dagirker yên welatê me beramberî civaka Kurd, Zarokên Kurd di nava tevgerekê de ye ji bo di nava wê civakê de ciwan bikaribin pêşengatî ji civakê re bikin hewl bidin milê civakê yê Siyasî û Çandî biparêzin û bi fikir û felsefeya Rêber APO vegerin xwezaya xwe, hevalê me pêşengatiya wê kirin ji bo ku lêgerînên civaka xwe bi fikrên Rêber APO bighînin encamê.

Hêzên dagirker yên ku li ser xwîna Kurdan xwe didin jiyankirin, bi hevkariya Kurdên xwefroş hewl didin pêşiya wê berxwedanê bibin asteng û ciwanên Kurd qetil bikin. Dijminê me fêm dikin ku dema zarokên Kurdan qetil bikin û bi ser gerîlayên Kurdistanê de biçin wê demê Kurd xelas dibin. Lê belê berya tevgera Apocî jî 50 sal berya wê jî gelê Kurd berdêl daye û li berxwe daye. Bi derketina tevgera Apocî di Rojhilata Navîn de gelê Kurd deha bi zanebûn tevdigere û êdî di her çar parçan de xwe birêve dibe.

Ciwanên Kurd bi hemî awayî di Rojhilatê Kurdistanê de dixwazin di dilê gelê xwe de jiyan bikin û ji rastiya dijmin û dagirkeriya di welatê me de bêjin em bi yekîtiya gerîla û gel em dikarin hev biparêzin, xweza û civaka xwe biparêzin bi serbilindî beramberî dagirkeriyê tekoşîn bikin. Me di herêmên Dalaho de pir şehîd dan ji 2008an heta neha nêzîkî 30 şehîdên me çêbûn di navberê Ciwanro, Salas babacanî û herêma Dalaho Rêjaw pir hevalên qehreman di wan herêman de me şehîd dan gelê me yê wê herêmê pêwîste rastiya dijmin baş nas bikin di heman demê de em tevgerekî bi sebrin em şehîd didin lê di heman demê de em ji şehîdên xwe hêz, moral û cesaret digrin, ji bo ku em hedef û armancê wan bighînin serkeftinê şev û roj kar dikin ji bo ku xwedî li fikir û kedên wan derbikevin.

Gelê me yê wê herêmê zarokên Kurdan yê ji her çar parçan li wir Şehîd ketine, jin û ciwan ji bo ku civaka me ya wê herêmê ji dagirkeriyê xelas bikin pêwîste parastina wê civakê bikin. Ne ku dakirkeriya Îranê bi hêz bû û hevalê me Şehîd ketin e. Bi destên hevkarên bi Îranê re di nava kar dene bi komployan hevalên me şehîd xistine. Ji ber wê tişta destpêkê gelê me bike û ji nava xwe rake ew mirovên di nava me de bi dagirkeriyê re yekin beramberî gerîlayên Kurdistanê di nava tevgerê de ne pêwîste di nava xwe de em qebûl nekin û ji Kurdistanê biqewtînin. Mirovekî ger destê wî di xwîna hevalê me de hebe dixwaze bila sed sal biçe em wek tevgera Apocî wek yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê YRK jî em jibîr nakin rêbazê tekoşînkirina me deha encamgir deha çawa em tekoşînê xurt bimeşînin û bighêjînin serkeftinê ye. Ji ber wê ew mirovên xayin û dibêjin em Kurdin û bi dijmin re di nava hevkariyê de ne pêwîste vê bizanin. Ciwanê me yê herêma Kirmaşan keç û xortên pêwîste xwedî li wan hevalên me yên li wê herêmê şehîd ketine derbikevin, ji ber ku hevalên me ji bo parastina wan bikin di wê herêmê de kar dikirin û gihştin şehadetê.

Di sala 2010an de dewleta dagirker ya Îranê heval Şîrîn, Ferzad, Soran, Ferhad Wekîlî, Mihdî Îslamiyan darvekirin. Civaka me bi tevgera Apocî re tekoşînê di hemî parçên Kurdistanê dide meşandin, li Îranê jî berya tevgera Apocî û PJAK di Kurdistanê derkeve Komele û Demokrat jî hebûn gelek kadroyên wan jî hatin sêdarekirin wan jî ji bo gel û civaka xwe tekoşîn didan meşandin û canê xwe feda kirin lê xelas nekirin, ne civaka Kurd xelas kirin ne jî zarokên Kurd xelas kirin, bi wî şêwazî dixwazin tenê çavê civakê bitrsînin. Hevalê me yên ku di zindana Evîn de hatin sêdarekirin tekoşîna bi berhemê tevgera Apocî di zindana Amedê de çawa beramberî celadan berxwedan û serî netewandin, îşkenceyên di dîrokê de derveyî exlaq hatin meşandin dîsa jî wan hevalan. Di nava zindanê Îranê de jî hevalên me, Welatparêzên me erkên ku ketin ser milên wan pêkanîn û bi serbilindî çûn ber darê sêdarê û ji dijmin re gotin; eger mirinek me hebe, bila mirinek bi şeref û namûs be. Di encam de li ser vê axê tu kes heta dawî wê jiyan neke, di tekoşîna Rêber APO de eger mirinek hebe ji bo civakeke azad û mirovatiyeke azad em hertim amadene canê xwe bidin. Ji ber wê hevalê me bi serbilindî çûn ber darê sêdarê, ne bi koletî, bindestî qebûl nekirin ji bo ku em wek Kurdekî azad bi çanda xwe, fikrê xwe û Zimanê xwe jiyan bikin tekoşîna Apocî bilind kirin.

Bi sêdarekirina hevalên me di zindana Evîn de tekoşîn bi dawî nebû her ku çû mezintir bû, bi deha keç navê xwe kirin Şîrîn û Ronahî berê xwe dan Çiyayê Kurdistanê û gotin emê beramberî dagirkeriyê şer bikin ji Mako bigre heta Mihabad, Sine, Merîwan û Kirmaşan bi giştî bajarên Rojhilatê Kurdistanê bi dehan Keç û Xort navê wan rakirin û tevlî tevgera Apocî bûn.

Dagirkerên di welatê me de pêwîste baş bizanin kîjan dem çiqasî bi ser me de bên wek tevgera apocî dibêje eger çiqas win me şehîd bixin ewqas em xurt dibin. Her Şehadetek em didin kîn û intîqama me beramberî dagirkeriyê zêde dibe. Hevalên me beramberî dagirkeriyê serî netewandin bi sedan Şîrîn û Ferzad derketin û neha beramberî dagirkeriyê tekoşîn dikin û di riya wan de dimeşin ji bo ku hedef û armancên wan bighînin serkeftinê di şexsê wan hevalan de em hemî hevalê ku giştine şehadetê bi bîrtînin, bejna xwe beramberî wan ditewînin soza ku me daye emê bighînin serkeftinê.

Di heman demê de pêwîste dagirkerî bizanibin Kurd êdî bi dawî nabin, tu hêz nikare gerîlayên Kurdistanê bi dawî bike bi wê re ciwanên Kurd tekoşîna herî mezin beramberî dagirkeriyê didin meşandin her kes êdî di ferqê de ye. Gelê me pêwîste bi girseyî xwedî li wan hevalên hatine sêdarekirin derbikevin, her rojek em şehîd didin di Kurdistanê de rojek bê şehîd nîne gelê me pêwîste xwedî li wan derbikeve bi sedan şehîdên me hene em nikarin navê hemiyan bînin ser ziman bi minasebetên van rojan em hemî Şehîdên xwe bi bîrtînin.

Neha em di nava pêvajoyeke pir giran de derbas dibin, di Kurdistan û Rojhilata Navîn de pêvajoyekî Şer dimeşe. Pêvajoya em di nav de derbas dibin pir girîng û hesase, dagirkeriya di Kurdistanê de li kur Kurdekî hebe dixwaze tune bike şer her ku diçe mezintir dibe, di nava vî Şerî de tişta herî zêde zora me dibe hevkariya KDP bi dewleta Dagirker ya Tirk re ye.

Em dagirkerên welatên xwe nas dikin li ser xwîna me xwe dide jiyankirin ji ber ku sondxwarê qirkirina Kurda ye ew jî dewleta dagirker ya Tirke. Lê belê ya herî ku em pê dêşin KDP ye ji ber ku bi dagirkeriya Tirk re dibe destek pêwîste em jibîr nekin civaka me ya Rojhilatê Kurdistanê jî pêwîste vê bizane, ji ber ku yê ku cehştî cara yekem di herêma Mil Gever de di Rojhilatê Kurdistanê pêşxist KDP ye. Cara yekem Barzanî pêşengatî ji bo dewleta dagirker ya Îranê kir bi wî şêwazî cehştî di nava Kurdan de pêşxist, di komara Mihabad de yê ku bû sedem ku dagirker êrîş bikin tûne bikin biser de biçin dîsa malbata Barzanî ye, meşandina şerê di navbera Komele û Demokrat de dîsa beşekî sereke mala Barzanî ye.

civaka me pêwîste bizane ku KDP rola herî xerab dilîze ji ber ku pêşengên Kurdan yê ku hatine qetilkirin di Rojhilatê Kurdistanê de ji Kak Fuwad bigre heta Qasimlo û Silêman Mûynî yê ku cihê xwe di nava komplo de girtiye û di heman demê de îxanet kiriye KDP ye. Wekî Kurd em êdî qebûl nakin ji ber ku tiştekî wan bi navê Kurdayetî yê nemaye. Civaka me pêwîste beramberî vê rastiyê tekoşîn bike, helwestên me pêwîste hebe ji ber ku KDP xizmeta dagirkeriya Tirk û Nato dike.

KDP ne tenê beramberî PKKê di nava îxanetê de ye û şer dike beramberî Kurdên di her çar parçên Kurdistanê de, di nava tekoşînê de cih digirin, îxanet dike û şer dide meşandin. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê pêwîste rastiya hevkariya KDP bi dagirkeriya Tirk re bizane. KDP neha li ser xwîna zarokên Kurdan xwe dide jiyankirin, yê ku beramberî yekîtî û destkeftiyên Kurdan dibe asteng û bi dagirkeriyê re di nava hevkariyê de ye malbata Barzanî ye.

Di serdema ku em têde jiyan dikin, zarokên Kurdan dîrokê dinvîsînin ciwanên Kurd li beramberî teknelojiya Nato ya herî pêşketî şer dikin ji ber wê pêwîste gelê me bi giştî bi taybetî ciwanê Kurd xwedî li wê berxwdan û tekoşînê derbikevin, kes di mala xwe de xwe bêdeng neke ji ber ku serdem serdema xîretê ye her kesê ku dilê xwe yê Kurdbûnê lê dide, eger dibêje ez Kurdim û welatparêzim pêwîste destê xwe deynin ser wijdanê xwe û tevlî nava tekoşînê bibin. Beramberî dagirkeriyê çi ji destê me tê pêwîste bikin, her kes bi xwe biryarên xwe bidin û bê helwest nemînin, ji ber ku bêdeng mayin xizmeta dagirkeriya di welatê me de dike. Dagirkerî di asta herî jor de li ser Rêber APO û tevgera Azadiyê êrîşan dide meşandin gelê me jî pêwîste bibe bersiv.

Erkên vê demê ji her demê zêdetir dikeve ser milê ciwanan, bi taybet ciwanên me yê Rojhilatê Kurdistanê çi karê me hebe pêwîste em dev jê berdin û berê xwe bidin nava berxwedanê li kur çi pêwîst bike pêwîste em bikin. Çawa di sala 1999an ciwanê Rojhilatê Kurdistanê xwedî li Rêber APO derketin, çawa li şerê Kobanê xwedî derketin îro jî pêwîste berê xwe bidin Çiyayê Kurdistanê û beramberî dagirkeriyê bibin bersiv. Di vê pêvajoyê de seknandin û tenê temaşekirin şoreşê ava nake dem dema wijdane, dem dema beşdarbûna nav refên gerîla ye.

Em bawerin ku tekoşîna tê meşandin ciwanên me dibînin û wê bibin bersiv. Ev sala em têde derbas dibin sala serkeftinê ye, dibe em wendahiyan bidin ji ber ku tekoşîn bê berdêl nabe gelê me pêwîste xwe li gorî her tiştî amade bikin lê di encam de tekoşîna Rêber APO û tevgera Azadiyê wê bi ser bikeve û bighêje encamê dijminê me pêwîste bizane serkeftin wê ya gelê Kurd be.

6/5/2022