BO RAYA GİŞTÎ

                                       Destpêkê em wek KCR( komalgehî ciwananî rojhilatî kurdistan) 37 salvegera cejna vejîn û berxwedanê, pêngava 15 ê têbax ê li rêber Apo, şehîdên şoreşa kurdistanê, gelê me yê welatparêz û hemû hevalên kû li çar parçeyên kurdistanê di nav çeperandene û li hember dijminê faşîst û qirker di nav berxwedaniyêdene, piroz dikin. Taybet jî gerillayên kû li warê fermandar  Egît li heftenînê di nav berxwedana cenga heftenînêdene pîroz dikin.

    Di serdemeke kû dijminê kirker û faşîst hebûna gelê kurd, bi hemû awayî tûne di hesiband û ketibû nav xeyalên kû wê tû carî kes behsa hebûna gelê kurd neke, tekoşîna bi rêbertiya Rêber Apo li kurdistanê belav bû û di 15 ê tebax a 1984 de bi fermandariya heval Egît ( Mahsûm Korkmaz) fişeka yekemîn li hember artêşa dagirker ya rejîma qirker û faşîst a tirk hat tekandin. Ev  fîşeka kû destpêkê li botanê li hember neyarê xwînxwar hat teqandin, bi qasî kû di bakûrê kurdistanêde gelê kurd hişyar kir û carek din ji xewa mirinê hişyar kir, di heman demêde wek ronahiyeke kû  şewqa xwe bide çar aliyê welêt, tijka vê ronahiyê li rojhilatê kurdistanê ronî da û gelê me yê rojhilatê kurdistanê jî ronî kir.  Bi vê ronahiyêre destpêkê ciwanan û jinan berê xwe dan ber bi refên berxwedanê û meşiyan.

      Ciwanên rojhilatê kurdistanê di bin ronahî û felsefeya Rêber Apo de û bi hêzgirtina ji pêngava 15 ê tebaxê, tekoşîna kû li hember rejima dagirker, qirker û faşist ya îranê dikirin, di 15 ê tebax a sala 2006 an de xwe  bi rêxistin kirin û yekemîn konferansa xwe, KCR( komalgehî ciwananî rojhilatî kurdistan)  ava kirin. Bi vê boneyê em  15. salvegera avabuna tevgera ciwanên apoyî KCR li Rêber Apo, şehîdên şoreşê, malbatên şehîdan û hemû jin û ciwanên rojhilatê kurdistanê pîroz dikin. Soza bi serxistina armanca şehîdên şoreşê dubare dikin.

        Wek tê zanîn rejîma dagirker, qirker û faşîst ya îranê, bi salane li ser qirkirin û tûnekirina gelê kûrd û gelê îranê hebûna xwe berdewam dike. Li hember polîtikayên dijmin yên dagirkeriyê û qirkirinê, ciwanên Apoyî di rojhilatê kurdistanêde xelekek berxwedanê avakirin. Ev xeleka berxwedanê ji fişeka yekemîn a fermandar Egit destpêdike û heta îro berdewam dike. Di nav vê xeleka berxwedanêde bi dehan rêhevalên me gehiştin asta şahadetê. Bi vê boneyê di şexsê şehîde yekîmîn yê tevgera ciwanên Apoyî yê rojhilatê kurdistanê ş. Hêrîş Karzan de hemû şehîdên şoreşa kurdistanê bi bîr tînin. Her weha pêşengên tevgera jinên ciwan yên, Apoyî yên rojhilatê kurdistanê rêheval Feraşîn Cîlbako û Madora Azad bi bîr tînin û soza xwe li hember wan dubare dikin.

       Dijminên me yên kû kurdistan xistin çar parçe û li ser her parçeyekî bi armanca tinekirin û qirkirinê cur be cur politîkayan di meşînin. Lê belê di armanca tunekirin û qirkirina gelê kurd de hevbeş kar dikin. Neha dijmin li çar parçeyê kurdistanê jî wek berê ne bi hêze û di nav xwede bêhna rizîbûnê pê ketiye. Lê dîsan jî  ji armanca xwe ya tunekirin û qirkirinê nehatine xwar. Di xwazin di sedsala 21’ in deji kurdistanê di bin serweriya xwede bi hêlin.  Bi vê armancê hem di aliyê leşkerîde welatê me dagir dikin, talan dikin û hem jî bi rêya şerê taybet, qirkirina çandî, qirkina erdingarî, qirkirina aborî, qirkirina civakî, tecavuzê( destdirêjî) di xwazin civaka me tune bikin.

      Rejima dagirker, qirker û faşist ya îranê di van polîtiyên xwede bi dagirkeriya Tirkiyê, Süriye û İraqê re hevbeş tevdigere û bi şêwazekî herî hovane van polîtiyan bi pêk tîne. Êrîşên kû li ser jin, ciwan û bi tevahî civakê dike di nav vê pılanêde pêk tên.

      Di asta çar parçeyên kurdistanêde yên kû li hember van polîtikayên dijmin li ber xwe dide û di nav hewldana valaderxistina van polîtîkayên dijmindeye, tevgera Apoyî ye. Tevgera Apoyî civakê, jinan û ciwanan hişyar dike, dixe îrade, û dixe hêz. Dîsan   gerîllayê kurdistanê jî her cure êrîşen dijmin vala derdixe û welatê me li hember dijminan di parêze. Dijmin jî ji vê rastiyê tevdigere û êrîşên xwe yên herî mezin destpêkê li ser Rêber Apo, gerîllayê kurdistanê, xeta azadiya jin û ciwanan dike. Li hember Rêber Apo tecrîdê di meşine, îşkenceyê û bêdengkirinê dike, li hember gerillayê kurdistanê ku di çar parçeyê kurdistanêde hebûna gelê kurd di parêze, operasyonên tûnekirinê dide meşandin, li hember xeta azadiya jin a ku di cihanêde wek îdeolojiya azadiyê tê naskirin, politikayên tecavuzê tên pêşxisti û li hember ciwanan kû pêşengê avakirina civaka azadin, politikayên bê îradekirin, sêdarekirin, mûhtadkirin, koçberkirin, bê haviza hiştin û ji civakê durxistin bi pêş dixin.

        Ciwanên welatparêz û şoreşger;

       Wek KCR li hember van polîtikayên dijmin bi salana tekoşîna me berdewam dike. Di vê pêvajoya tekoşînêde bi hezaran rêhevalên me tevlî nav refên tekoşînê bûn. Gelek heval jî gehiştin asta şehadetê. Lê belê ji Ş. Hêrîş heta Faraşîn û Madorayan, ji Ş. Çalak heta Ş. Hêminan û Ş. Dersîm an  ji Ş. Zal heta Ş. Dilovan û Ş. Derwêş an xeleka berxwedanê her berfireh kirin û ala tekoşîna azadiyê her bilind hiştin. Ev ji mere bu wek mîrasekî kû em bikaribin bi salan tekoşîna xwe li ser bi meşînin. ew bûn pêşengê şoreşa me.

       Sedema kû dijmin ev hevalên me şehîd xistin, gerîllabûyîn bû. Ji ber kû bi buyîna gerîllatiyê van hevalan serî li hember dijmin rakirin û bi cesaret, bi fedakertî û bi fedayî li hember dijmin tekoşîn kirin. heger li hember dijmin tekoşîn nebane, wê demê wê şahadet jî nebane. Heger şahadet nebane, wê kesekî ne behsa azadiyê kiribane û nejî behsa kurdistanê kiribane. Yê kû di hêle kû peyva azadiyê û kurdistanê zindî bi mîne gerîllayê kurdistanêye. Ji ber vê yekê jî dijminê me her li kur dibe bila bibe, êrîşên xwe bi şêwazekî herî dijwar bi ser gerîllade dibe. Lê belê heta neha nekariye gerîllayê kurdistanê têk bibe. Îro li çar parçeyê kurdistanê gerîlla buye sembola tekoşîna li hember dagirkerî, qirkirin û tûnekirinê. Gerîllayê kurdistanê li hember hêzên dagirker, qirker û faşîst buye, parazvanê xak, kerem, rumet û namûsa gelê kurd.  Heger gerîllayê kurdistanê bê tûnekirin wê demê dagirkerî, qirkirin û zihniyeta faşist û zilamsalar wê her li ser kurdistanê û cîhanê zindî bi mîne û  hemû nirxên me di ber qirkirinê re derbas bikin.

       Di rojhilatê kurdistanê dejî gerîllayê kurdistanê ji Mako heya İlamê, li hemberî  rejîma dagirker, qirker û faşist ya îranê di nav berxwedanêdene û kerameta gelê kurd di  parêzin. Her weha hêviyên azadiyê û rizgariyê şîn dikin û pêk tînin. Xewen û xeyalên jinan û ciwanan bi buyîna gerîllatiyê zindî dimînin.

      Ciwanên Welatparêz û Şoreşger;

  Wek KCR li ser vî esasî di 15’hemîn salvegera damezrandinê de em pêngava tevlîbûna nav refên gerîlla dest pêdikin. Bi dirûşma “DEM DEMA GERÎLLATİYE” bangî her ciwanekî welatparêz û şoreşger dikin kû êdî pêwîste li hember dagirkerî, tecavuz û bê îradekirinê berê xwe bidin nav refên gerîlla û li hember dijminê xwîn xwar û kujer civaka xwe û welatê xwe bi parêzin.

      Di rojhilatê kurdistanê û îranê de rêya serkeftin û şoreşê gerîllabûyîne. Gerîllabuyîn asta pîvanê şoreşgertiyê bilind dike û dijmin di lerzîne. Gerîllabuyîn azadiya xwe, şoreşa xwe bi xwe pêk anîne. Ciwanên zaningehan, dibiristanan, ciwanên karker û bêkar bi buyîna gerilla dikarin pêşengtiya şoreşa rojhilatê kurdistanê û îranê bikin. Ciwanên kû tevlî nav refên gerîlla bibin, dibin xwedî rumet û kerameta kurdistanê.

      Banga me ji ciwanên zaningeh, dibiristan, karker û bêkar ewe ku, di nav refên berxwedanêde cihê xwe bigrin û bibin hêzên parêzvanê xaka xwe. Dijmin tenê bi mezinhinkirina hêza gerîlla tê têkbirin.

       Wek tê zanîn di kurdistan û îranê de berpirsên her êrîşeke kû li hember jinan, ciwan û bi giştî civakê   pêk tê, li pişt wê hêzên çekdar yê îranê hene. Di heman demêde hêzên çekdar yê îranê bûne bingehê dagirkirin, talankirin û qirkirina kurdistanê. Ev hêzên çekdar wek mafya tevdigerin û li hember gelê kurd û gelê îranê di nav êrîşandene û her daxwaz û hewldana azadiya civakê bi hêza xwe ya çekdar bi kar tînin. Ev hêz dij civakêne.  di kurdistanêde ev hêzên çekdar dagirkere û di îranêde jî ev hêzên çekdar  parêzvanên rejima faşîst û sêdareyene.       Ji ber vê yekê bangawaziya me ji hemû ciwanên kurdistanê û îranê ewe kû neçin xizmetî hêzên çekdar nekin, li hemberî vê tevlî nav refên gerîlla bibin û bereyê şoreşê bi hêz bikin.

        Gerîllabuyîn, tolhildana bi sedan sale dijminê ku wek gurekî har li ser axa me di kuzîne û welatê me xistiye wêran!

         Gerîllabuyîn, tolhildana zarok û jinên kû tên tecavuzkirin û tên qirkirin e!

         Gerîllabuyîn, tolhildana zarokên kolber kû li ser sînoran tên qetilkirin e !

          Gerîllabuyîn,  tolhildana bi hezaran ciwanên ku hatine sêdarekirin e.

          Gerîllabuyîn rêya azadiya kurdistanê ye!

           DEM DEMA GERÎLLATİYE, DEM DEMA AZADİYÊ YE!

     KOORDİNASYONA KOMALGAHÎ CİWANANÎ ROJHİLATÊ KURDİSTAN (KCR)                                                      15 /08/2020