Di dîroka 26-05-2020 de êrişa balafirê dewleta dagirker û faşist ya Tirkiyê li ser gundê Sefrê  ya quntare çiyayê Asose girêdayî Şarbajer pêk hat. Di envcama vê êrişê de 2 rêheval me û sê jî welatparêz şehîd ketin. Di serî de em ji malbatê wan û gelê kurd yê welatparêz re sersaxî dixwazin, di şexsê wan Rêheval û welatparêzan de hemû şehîdên rêya azadiyê bi girêdanek mezin, bi rêz û  minet bi bîr tînin. Herwiha em wan kiryarên Dewlet a Tirk ya dagirker û dijminên hemû  Kurdan şermezar û nelet dikin.

Dewleta Tirk xwedî dîrokek tijî bi qirkirina gelan, dagrikerî û faşist dij bi azadî û demokrasiyê ye. Bi taybet di şexsê gelê me yê Bakurê kurdistanê de li ser her çar beşên kurdistanê êrişên bi vî avayî pêk anîne. Di salên derbasbûyî de jî êrişên xwe yên hovane weke vê li ser hêzên me pêk anî bûn. Di sala 2016 de di encama  êrişek de endama mecalîsa PJAK Berîvan Hêja bi du rêhevalên xwe re u di sala 2017 de jı endamên rêveberiya me Rêheval Jîrwan mahabad bi du Rêhevalên xwe we di encama wan êrişan de şehîd ketin. Armanca wan êrişan tinekirin û qirkirina gel û tevgerên APOYÎ di her çar beşên kurdistanê deye. Dewleta tirk ku ev çend sale bi fermana yekdestiyta Erdoxan û îtîfaqa AKP û MHP bi rêve diçe û bi hevkariya hin hêz û kesên ku nukertiyê ji vî dijmênê xwuynxwarê kurdan re dikin êrişan pêk tên. Eger hevkarên dijminên gelê kurd nebe bi vê şêwazê nikare êrişan pêk bînin.

Ji bo vê pêwîste gelê me yê weletparêz vê rastiyê bibînin û li hember êriş û dagirkeriya li ser gelê me ku her roj di encama wan êrişên Dewleta Tirk ya dagirker de em şehıdan didin xwedî helwest bibin. Bi dehan gelê me yê welatparêzê Başurê kurdtianê di encama wan êrişan de şehdeta dide û zirarê madî dibîne. Herwia 30 gulanê jî  li hereme kurajehro ya ser be derelokê du welatparêzên me şehîd kerin, her roj axa Başurê Kurdisrtanê bambardiman dike. Li ser Rojavayê Kurdistanê dagirkeriyê bi rêve dibe. Weke hêzê rojhilatê kurdistanê di encama wan êrişan de em bedelan didin. Ev tê wê wateyê ku li her beşe kurdistanê hember dagirkerî û siyaseta qirikirina Dewletan, gelê me di nav şer, tekoşîn û berxwadaniyek bê hempa dene. Di heman demê de dijminek me yê hevbeş weke Dewleta Tirk heye. ji bo vê jî em pêwîste ji her demê zêdetir vê demê têkoşîna xwe weke gelê kurd û layenên siyasî û hemû beşên civakê berfereh, bi hêz û hevbeş bikin. Pêşî lêgirtina wan jî di pêşxistina yekitiya netewî û helwestek hevbeş li hember wan êrişan we girêdaye.

Di davî de em carek din di şexsê wan Rêhevalên xwe yên ciwan Şehîd Rêbaz Sine û Şehîd Zinar Maku hemû şehîdên rêya şoreşa azadî, yekitî û demokrasiye bi rêzdarî bi bîr tînin. Malbatên her du rêhevalên xwe  û welatparêzên ku bi hevalen me re şehîd ketine sersaxî dixwazin. Herwiha banga me ji hemû  hêz û layenên Başur û Rojhilatê Kurdistanê ewe, pêwîste li hember wan êrişan xwedî helwest bin û bêdeng nemînin.

 Hevalên, Rêheval Rêbaz û Zinaran û ciwanên Rojhilatê kurdistanê pêwîste xeta wan ya têkoşînê bişopînin û çeke wan erdê nehêlin.

Eme xeyalên wan ya Kurdistana  xweser û azad bi serketin û azadiyê tacîdar bikin. Ev yê bibe bersiva herî mezin ji dijminên kurdan û yên ku nukertiyê ji dijminê kurdan re dikin.

MECLÎSA PJAK

31-05-2020