Kurdistan di destpêka sedsala 21’an jî bûye navgîna şerên li hêrêmê û rastê êrîşên pir-alî bûye. Bi taybet di sala 2014’an dozaja van êrîşan pir hate bildinkirin û hemû Kurdistan hate hedefkirin. Ev plan di esas de plana dewleta Tirkiyê bû ku bi destên çeteyên DAÎŞ’ê dane kirin. Di encama berxwedaniya bêhempa ya gerîlayên azadiyê li Başûrê Kurdistanê pêşiya DAÎŞ û êrîşên çeteyan hate girtin, herwiha şervanên qehreman yên YPG-YPJ’ê dawî li navenda DAÎŞ’ê anîn. Wiha jî ev plan hate têkbirin. Di vê demê de herî zêde jî xuya bû ku yekgirtina gelê Kurd û hêzên wê bi fayedeya tevahiya Kurdistanê ye. lê belê her ku Kurd nêzîk yekgirtinê bûn, plan û destkariya dewletên dagirker bi taybet jî Tirkiyê zêdetir ket dewrê û Tirkiyê hewl daye ku bi parçekirin û ji hev belavkirinê, herwiha ger bikaribe bi çêkirina şerê navxweyî hemû xeyal û xwesteka gelê Kurd ji bo welatê azad têk bibe. di encama van nêzîkatiyan de heya astekê de tê dîtin ku partiyên Kurd xwedî helwest û berteka tê hêvî kirin nînin û bi zanebûneke netewî nêzîk nabin. Ji ber dijmin wek hêzeke yekgirtî nabînin û li gor berjewendiyên xwe yên teng nêzîk dibin. Wiha jî li beramberî dijminê dagiker eniyeke yekgirtî ya têkoşînê çênabe. PDK ku di salên dawî piştî ku nekarî referandûma serxwebûnê bi encam bigihîne û di warê siyasî, dîplomatîk û leşkerî de hêzeke zêde wenda kir, bi şûna ku şaşitiya xwe tesbît bike û rêyên çareseriyê peyda bike, heya asteke zêde xwe nêzîk dewleta Tirkiyê ya faşîst û kujerê gelê Kurd kiriye, wiha jî bûye pêvek û alîkarê dagirkeriya Kurdistanê. Divê hemû partî û rêxistinên Kurd vê rastiyê baş bizanibin û tucar jî jibîr nekin ku lewazbûna hereketa Apoyî qelsbûna gelê Kurd îfade dike. ji ber wê jî tu rêxistin û tevger nabe ku hesabê tunekirin an jî jihêzxistina tevgere APO’yi ji bo xwe wek armanc an jî derfetê xwe dane jiyandinê bibîne. Ev nêzîkatî belku bi demkî temenê wî dirêj bike, lê bi demdirêjî hêza dagirkeran xurt dike û xisarên stratejîk û dîrokî li bûneya gelê Kurd dixîne. Ger bi vî rengî were bi dest girtin hemû nêzîkatiyên ku xizmeta dewletên dagirker -di serê hemûyan de jî kujer û qirkerê gelê Kurd Hukûmeya faşîst ya AKP-MHP’ê- bike dijî Kurd û Kurdistanê divê were hesibandin û hesab jê were xwestin.
Tevgera dewleta Tirk li herêmên Biradost, Behdînan û Heftanîn bêyî agahî û erêkirina PDK’ê nayê fikirîn. Di encama van dagirkeriyan de bi dehan kesên sivîl şehîd bûne, bi dehan gerîlayên azadiyê şehîd bûne, bi dehan gund û mezra wêran bûne û ya herî girîng jî ruhê netewî zerbe xwariye. Di vê navberê de dagirkeriya Tirkiyê ji bo hemû Başûrê Kurdistanê metirsiyeke mezin bi xwe re aniye. Di aliyê din de êrîşa li ser hêzên gerîlla bi rêya îstîxbarata ji erdê ango hevkariya MÎT-Parastinê çêbûne. Di encamê de çendîn rêveber û fermande jî şehîd bûn ku yek ji wan jî şoreşger Têkoşer Gever bû ku li eniya Mexmûr, Kerkuk û Hewlêrê pêşiya DAÎŞê girtibû. Herî dawî tevgera Pêşmergeyên PDK’ê li Zînê Wertê û êrîşa dewleta Tirkiyê ku bûye encama şehadetan, vê hevgitin û hevkariya metirsîdar piştrast dike. Di heman rojê de dewleta dagirker ya faşîst Tirkiyê bi rêya balafirên bêmirov êrîşê wargeha Ş. Rustem Cudî Mexmurê jî kiriye û 3’ê jin sivil hatine şehîd xistin. Mexmur ji sala borî heya niha li jêr dorpêça hêzên Hukûmeta Herêmê de ye, ji bo rakirina ambargoyê ji hêla gel û nûnerên gel ve pir hewldan û daxuyanî hatibin dayîn jî hîna jî ji vê siyaseta şaş dest nehatiye kişandin. Gelê wargehê ku di statuyeke siyasî ya koçberiyê de li herêmê bicih bûye, ji ber vîrûsa Koronayê jî bi xeteriyan re rûbirû ye. Şert û mercên nelibar lezgînî û divêtiya rakirina ambargoyê dupat dike. ev ambargo û êrîşa dewleta Tirkiyê li ser wargehê ji hev cuda nîne, divê ji bo dawîkirina vê rewşê demildest hukûmeta Herêmê berpirsyariya xwe bicih bîne û ji vê zêdetir hest û ruhê netewî ya gelê me neyê birîndarkirin.
Ji hêla din ve hemû rêxistin û tevgerên Kurd û gelê me li beramberî nêzîkatiyên şaş û xelet yên ku xizmeta gelê Kurd nake û zirar dide, xwedî helwest bin û ji bo ku dagirkeriya dewleta faşîst ya Tirkiyê dawî lê bê, ji başûrê Kurdistanê were qewitandin, têkoşîna xwe bilind û geş bikin. Pêwîstî heye ji bo dawîkirina rewşa hevkariyê, Tevger û partiyên Kurd bi giştî xwedî bertek û helwest bin û têbikoşin.
Di dawiyê de wek PJAK didin diyarkirin ku emê wek hertim di refên têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelê xwe de rola ji me tê xwestin bi cih bînin, em ji malbatên şehîdên wargeha Şehîd Rustam Cudî, gerîllayên şehîd yên Zînê Wertê re sersaxî dixwazin û ji gelê xwe daxwaz dikin ku şopdarê daxwazê şehîdên xwe di warê yekîtiya netewî de erka xwe bi zanebûneke netewperwerî û siyasî pêk bînîn.
Meclîsa PJAK’ê
2020-04-17