Nirxên mirovahiyê û civakan bi têkoşîn û berxwedanên bêhempa hatine afirandin û mayînde bûne, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê jî encama berxwedaniyeke bêmînak ya jinên azadîxwaz e. Em bi vê zanebûnê vê rojê li hemû jinên azadîxwaz yên cîhanê pîroz dikin, tevahiyê jinên ku di oxira azadiyê de bedel dane û didin silav dikin. Di serî de jî vê rojê li Rêbertiya azad Rêber Apo pîroz dikin.

Jin ji bo bikaribin li beramberî tarîtiya demdirêj ya çanda qirker a zilamsalar, rêyeke ji bo jiyanê, rûmet û azadiyê bidest bixin, têkoşînên pir mezin meşandin û di encama vê mîrateya dîrokî de îro jin li her derê xwedî li hebûn, nasname û cewhera xwe derdikeve, di heman demê de dikare li beramberî hemû kirinên sîstema desthilatdar ya zilamsalar derketinên berfireh çêbike. Ji bo jin bikaribin bigihîjin roja me ya îro kedeke pir mezin, berxwedanî û têkoşîn hate dayîn. Jin hate perçiqandin, şewitandin, sêdarekirin, recimkirin û hate firotin û kolekirin, lê dîsa jî bi bawerî û cewhera xwe ya azadîxwaziyê tucar tunebûn nepejirand, ji ber jinê dizanî ger serî li beramberî pergala zilamsalar bitewîne, dê ev tenê wendakirina wê nebe, di kesayeta wê de dê civak jî wenda bike, tune bibe, ji hev bikeve.

Di sedsala 21’emîn de ku asteke bilind ya têkoşîna jinan li her derê cîhanê belav dibe, ji Rojavayê Kurdistanê heya Şîliyê, ji Efxanîstanê heya Efrîqa, ji Hindistanê heya Berlîn û Parîsê, ji Têhranê heya Lubnanê, ji Sine heya Bexdayê jin di nav kolanan de liberxwe didin, banga azadî û wekheviyê berz dikin. bêguman ev berxwedanî asta ku îro jin gihîştiyê nîşan dide, lê belê divê em ne tenê rojekê, hemû rojan bikin roja gihîştina azadiyê û yek kêlî jî têkoşîna xwe nedin rawestandin, lewaz nekin. Ji ber sîstema modernîteya sermayedar ya ku bi şeklekî herî hovane êrîşê civakê dike, metirsiya herî mezin ya li beramberî rastiya jinê ye. lewma di kêleka şerê taybet yê qirêj ku li dijî beden, hebûn û nasnameya jinê tê meşandin, civak jî bi tevahî rastê êrîşên vê pergalê tê. Sîstema zilamsalar ya modernîteya sermyedar civak mehkumê bindestî, koletî, qirkirin, şer, şîdet, tecawuz û zextan dike û bi vî awayî tevahiya civakê di nav germola bindestiyê de dixwaze bifetisîne. Yên li dijî vê derkevin jî bi hercure nêzîkatiyên hovane re rûbirû dimînin.

Îro li her derê cîhanê jin di encama şerê taybet yê modernîteya sermayedar rastê destwerdan û îşkenceyên fîzîkî, derûnî tên, bi navên herî xirab têne tewanbarkirin û bi şereke giran yê îdeolojîk, siyasî, civakî û çandî re meruz dimînin, li ser bedena wê yekdestên siyasî û aboriyê sermaye qezenc dikin û jin bi civaka xwe re di nav krîzên civakî, aborî û malbatî bi şêweyek sîstematîk di nav zextên herî giran de ye. Em jinên azadîxwaz divê di ferq û zanebûna vê pergala desthilatdar ya zilamsalar ya modernîteya sermayedar de bin û li her derê û bi her şêweyekê têkoşîna xwe mezin bikin.

 Jin tevnên xwe yên bi dîrok û çanda xwe ya bingehîn tucar qut nekir û destûr neda ev tevn û pêwendiye were birîn. Îro jî emê vê têkoşînê heya serxistina azadî û pêkanîna şoreşa azadiyê ya jinan bidomînin. Bi şîara “Her der û her dem têkoşîn ji bo azadiyê”, em vê rojê li hemû rêhevalên xwe yên têkoşer, hemû jinên berxwedêr, bi taybet jin û dayikên di girtîgehan de liberxwe didin, herwiha li hemû gelê xwe û mirovahiya birûmet pîroz dikin. ji Jinên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dixwazin ku têkoşîna xwe ya azadiyê bi yekîtî û yekgirtî bigihînin lûtkeyê, bi ruhê 8’ê Adarê li beramberî zilim, dagirkerî û zextên sîstema desthilatdar liberxwe bidin.

Bimire zihniyet û sîstema zilamsalar!

Bimire modernîteya sermayedar ya zilamsalar!

Bijî berxwedana azadiyê ya jinan!

Jin, Jiyan, Azadî!

Meclîsa PJAK

2020-03-07