Di dîroka 21’ê Sibatê di li Îranê hilbijartina Meclîsa Şoraya Islamî pêk hat. Li gor rêjeya resmî ya ji hêla dewletê ve hatiye îlankirin ji %42 beşdarî çêbûye, lê belê li gor agahiyên ku gihîştine ber destên me rêjeya beşdarbûna gel di vê hilbijartinê de ji %30-%25 derbas nekiriye. Ev hilbijratin bi tu awayî li gor usulên navnetewî pêk nehatiye û ji ber tu rêgezên huquqî bicih nehatiye, gelên Îranê bi giştî helwesta xwe bi boykotê li beramberî pergala îdeolojîk ya Îranê nîşan daye. Em helwesta gelên Îranê di cih de dibînin, pîroz dikin.   

Wek tê zanîn desthilatdariya rejîma Îranê ya otokratîk û totalîter di berdewamiya hakimiyeta xwe de ji bo civakê, ji bo jin, ciwan, ji bo etnîsîte û nasnameyên dîtir yên gelan tu mafek xwe îfadekirinê nedaye, dikare were gotin xisleta kevenşopiya desthilatdariyê ya muhafezekar û mutleq bi her awayî li ser civakê hatiye sepandin. Sîstema Îranê ruxmî ku di navxweyî de pir nakokî û pevçûnên desthilatê jiya, karî bi rêbazên curbecur vê rastiyê binuximîne, veşêre û wek sîstemeke yekgirtî xwe nîşan bide. Di kêleka vê de bi propagandaya ‘dijmin’ ango dijîtiya Emerîka-Îsraîlê muxalefeta li hundir lewaz bike, jixwe bi teror, îşkence û îdaman jî kesayetên ku egeriya pêşengtiya civakî bigirtana ser milên xwe tesfiye bike. Di vê navberê de pirsgirêkên aborî, gendelî û hwd. jî serpuş kir. Di encam de gelên Îranê ji mafên xwe bêpar man. Di bin ala netewî (Fars) û mezhebî (Şîebûnê) de şanoyek bi navê ‘Yekgirtina Netewî’ hate pêşkêşkirin. Encama ku niha derdikeve holê nîşan dide ku Îranê tenê di herêmê û ji ber zextên Sîstema Hegemon ya Cîhanî xwîn wenda nekiriye, di esas de di hundir de dînamîka geş û zindî ya civakê ku wek wolqanekê ber bi teqînê ve diçe, sîstem xistiye nav tengasiyeke mezin. Jixwe gelên Îranê li gor hemû civakên li Rojhilata Navîn xwedî potansiyeleke hîna zindî û bi tevger e. Îran jî di ferqê de ye, ji vê yekê ditirse. Nakokî û gendeliya di nav sîstemê de jî ewçend zêde bûne ku bi tu awayî nayêne veşartin, roj nîne ku xwe nede der.

Me wek PJAK’ê bi caran ev rewşa aloz û krîz ya li Îranê ku ji pergala netew-dewlet ya dij-demokrasî û dij-civakê tê, pênase kiriye û rêyên çareseriyê danîne holê. Ruxmî vê jî Îran li beramberî pêwîstî û daxwaziyên gel de di rewşeke hişk û dogmatîk de ye, bi şûna vê jî bi xapandin, zext û şanoyên curbecur di hewlê de ye temenê xwe dirêj bike.

Dikare were gotin rejîma heyî êdî jihev ketiye, westiyaye, rewabûna xwe wenda kiriye û nikare ji vê krîzê derketinê çêbike. Serhildanên di zivistana 2018 û payîza 2019’an de li tevahiya Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi seranserî rû dan, destpêka pêvajoyeke nû ji bo gelên Îranê îfade dike, bi qasî wê jî nîşaneyên dawîhatina rewabûna rejîmê ye. Kuştina Qasim Silêmanî ku xwestin bikin semboleke mezhebî û netewî jî têr nekir ku dubare civakê li xwe bicivînin û di kêleka vê de zêdebûna zextên aborî rewşa civakê jî girantir kiriye, ev jî nerazîbûn zêdetir kiriye. Beriya Hilbijratina Meclîsa Şoraya Îslamî pêk were, ji hêla PJAK’ê, aliyên muxalîf, tevger, kesayet û derdorên demokatîk ve bangewaziya boykotê hate kirin.

Hilbijartina Meclîsa Şoraya Îslamî ya Îranê di atmosfereke wiha de pêk hat, jixwe gel di rêjeyek pir kêm de beşdarî kir. Bê elaqiya gel ji bo hilbijartinê nabe tenê bi pirsgirêkên aborî ve îzah bibe, di esas de gel ev hilbijartin, ev lîstok boykot kiriye û daye diyarkirin êdî baweriya xwe bi tu baskên rejîmê çi muhafezekar, çi miyanro çi jî reformxwaz nayîne. Gel karî vê hilbijartinê wek derfeta referandomê bikar bîne, meşruiyeta sîstemê xistiye jêr lêpirsîne. Gelê Îranê nîşan da ku dê tu kuştin, qetliam, perçiqandin û zext nekaribin vîna wan ya azadiyê bişkêne. Dê tola şehîdên xwe yên têkoşînê bi taybet jî yên serhildanên meha Dêy ya 2018 û Abana 2019 hilîne.

Bêguman bersiva metrepolên Îranê wek Têhran û Isfehanê girîng bû. Gelê Rojhilatê Kurdistanê jî bi berpirsyariyeke welatperwerî û niştimanî xwedî biryara boykotê ya PJAK, hizbên Kurdî û derdorên demokratîk derket û helwesta xwe raber kir. Elbet ev pêngaveke girîng û hewce bû, lê ji vir pêve jî pêwîstî heye gelê Rojhilatê Kurdistanê vê rola xwe bidomîne û ji têkoşîna azadî û demokrasiyê li Îranê re pêşengtî bikin, gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê 42 (4 dehê) li beramberî vê sîstemê li berxwe daye û encameke girîng jî derxistiye holê. Gelên Îranê, hemû beşên civakî bi taybet jin û ciwan jî divê ev asta têkoşînê ya derketiye holê hîna berztir bikin. Jixwe vê hilbijratinê jî îsbat kiriye ku rewabûna sîstema heyî ya Îranê ne li welat, ne jî li raya giştî ya cîhanê nemaye, ji ber vê êdî roj roja bilindkirina asta têkoşînê ye.

 

Bijî Biratiya Gelên Îranê!

Bijî Yekîtiya Gelê Kurd!

Bijî Têkoşîna Demokrasiya Gelên Îranê!

 

Meclîsa PJAK’ê

2020-02-26