Bi armanca jîyanek birûmet û bêyî desthilatdarî, gelên azadîxwaz di berdewamîya dîrokî de têkoşînên mezin û bêhempa meşandine û di vê oxirê de pir nirxên mezin hatine dayîn, yên ku rêbertî ji vê armancê re kirin jiyan û giyana xwe feda kirin ji bo ku rûbara têkoşînê ber bi azadiyê ve biherike, bindestî û koletî ji holê rabe.

Rêheval Hêmin Bêkes (Husên Xizrî) û Fesîh Yasemenî ku bûne sembolên vîna gelên azadîxwaz di girtîgehên hovane yên rejîma dagirker û desthilatdar ya Îranê berxwedaneke dîrokî meşandin û gihîştin mertebeya şehadetê. Em bi wesîleya salvegera şehadeta van rêhevalên xwe yên azadîxwaz de hemû şehîdên sêdareyê bi bîr tînin, bejna xwe li pêşberî wan ditewînin û soz û peyman xwe nû dikin ku doza wan ya mafdar bi teqez bigihînin serkeftinê.

Rejîma Îranê ya dîktator û faşîst yek ji rêbazên ji bo hebûna xwe ya qels biparêze û serweriya mutleq li ser gelên Îranê pêş bixîne, kesayetên têkoşer dike hedef, bi binçavkirin, girtin, îşkenceyên bê hed û hesab wan teslîm bigire, ger ev bi ser nexist ji bo darbeya nihayî li berxwedêran bide amûra sêdareyê bi şêweyeke aktîf bikar tîne. Di pêvajoya hakimîyeta xwe de bi hezaran ciwan, jin, zarok û mirovên pêşeng hatine îdam kirin. Dema mirov encam û teyisîna vê temaşe dike, pir eşkere dibîne ku bi tu awayî zext, îşkence, darvekirin û kuştinê nekariye hêviya azadiyê tune bike, wê ji holê rake. Berovajiyê wê her diçe azwerî û îdeaya gelan ji bo tunekirina vê sîstema dagirker zêdetir dibe.

Dewleta faşîst û dagirker ya Îranê hem bi înkar û asîmîlasyoneke pir alî bi ser netew û gelên Îranê de êrîş pêk tîne, hem jî bi darvekirin û înfazan hewl dide tirs û serîtewandinê çêbike. Gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê herî zêde bi van polîtîkayên derveyî exlaqê mirovahiyê rûbirû maye û bedelên giran daye. lê şervanên azadiyê yên wek Egîd (Hesen Hîkmet Demîr), Ferzad Kemanger, Şîrîn Elemhulî, Ferhad Vekîlî, Elî Heyderiyan, Hêmîn Bêkes, Fesîh Yasemenî, îhsan Fetahîiyan, Bahoz Sine (Hebîbullah Gulperîpur), Zanyar û Loqman Moradî, Ramîn Huseyn Penahî û bi dehan pêşengên azadîxwaz li beramberî rejîma sêdareyê ji gelê Kurd re ev peyama girîng dan ku dê bi tu awayî dest ji vê têkoşînê neyê berdan, dê bi tu awayî kiryarên dirindane yên rejîma dagirker negihîjin armancê û dê ev rêya pîroz ji berê hîna mezintir, berfirehtir û bilindtir ber bi pêşve biçe. Me wek bizava azadîxwaziya gelê Kurd PJAK’ê peyama van rêhevalên leheng wiha fêm kiriye û emê bi hemû hêza xwe ve ji bo bibin bersiv têbikoşin.

Rêhevalê Hêmin Bêkes yek ji kesyatên pêşeng ê têkoşîna ji bo gelê xwe, wek endamê Koordînasyona ciwanên Rojhilatê Kurdistan erk wergirtibû, ji bo paradîgmeya Rêber Apo pêk bê, ji ciwanan re pêşengtî dikir û ji bo azadiya jinê û civakê misoger bike, salên dirêj di refên têkoşînê de xebat da meşandin, bi dilnizmî, hezkirin, eşq û evîneke bêpayan di saheyên curbecur yên têkoşînê de di refa yekemîn de tim cih girt, ji tu astengî û xeteriyan netirsiya û hertim dilxwaz bû ku bikaribe li beriya her kesê/î karê herî zehmet biser bixîne. Ji bo vê jî rumxî şertûmercên zehmet û giran jî berê xwe dida nav xebatên gel û wiha dikir ku gelê Kurd ber bi têkoşînê ve bikşîne. Rêhevalê Hêmin ji hêla hêzên dijminê mirovahiyê hêzên Sipahê ve hate girtin, bi mehan ji îşkenceyên herî dijwar derbas bû û bêyî huqûqeke însanî hate darizandin. Di qonaxa ku li girtîgehê hate ragirtin tucar hêvî, coş û hezkirina wî ji bo jiyanê wenda nebû, tim ji rêhevalên xwe û girtiyan re bû hêvî û hêza menewiyatê. Rêhevalê Fesîh jî dema ku teslimiyet li ser dihate ferzkirin, xwe bi hemû şaneyên bedena xwe ve kire mertal û destûr neda bindestî bi ser wî zal bibe. wiha jî ev her du rêheval dema ku bi şêweyeke derveyî huqûq û nirxên mirovahiyê bi sizayê sêdareyê hatin darizandin, bi dengekî bilind gotin ku “em ne vê rejîma dagirker qebûl dikin, ne jî biryarên wê nas dikin”. rêhevalên me Hêmin û Fesîh biryara azadiyê, rûmetê û vînê wergirtibûn, lewma tu biryarên din bi ser wan bi karîger nedibû. Wiha jî dema ku ber bi sêdareyê ve diçûn, sitrana azadiya gelan distiran û xwe ji govenda stêrkên li asîmanê ronahiyê re amade dikirin. Şehadeta van rêhevalên me ji bo gelê Kurd û mirovahiya pêşverû bû çavkaniya hêz û vînê û em hîna zêdetir bi biryar kirin.

Em wek PJAK ku li ser şopa her dilopeke xwîna rêhevalên xwe yên azadîxwaz meşeke bêyî rawest û bêyî dudilî esasê jîna xwe dizanin, di salvegera şehadeta rêhevalên xwe Hêmin Bêkes û Fesîh Yasemenî, hemû şehîdên xwe yên leheng bi bîr tînin, xwe bi têkoşîneke mezin ya ber bi şoreşa azadiya gelên Îranî û Rojhilatê Kurdistanê ve araste dikin û didin diyarkirin dê ji bilî serketinê tu tiştek nikaribe tola van rêhevalên me rake. Lewre jî ji rêheval û gelên xwe daxwaz dikin saheyên têkoşînê bi tevahî dagirin û bi hêzeke mezin, îradeyek bêdawî û baweriyeke kûr di nav têkoşînê de cih bigirin.

Bimire dagirkerî û faşizm!

Bimire rejîma Sêdareyê!

Şehîd Namirin!

Bijî Rêber Apo!

Meclîsa PJAK’ê

2020-01-05