Gelê kurdistanê  diroka berxwedanê  ku bi pêşengtîya Rêber Apo ve destpêkirîye  bi layîqî  xwedî lê derdikeve û li derdorê tevgera azadiyê kom dibe. Destana berxwedanê ya hatîye nivîsandin ev rastî  bi sekna fedayî û kahramantî derketîye û bûye xwedî jîyana bi rûmet. Yên ku Dîroka vê destanê nîvîsîne bi rihê fedayîbûnê  sembola îradeyê û bi kahramantîyekî bê hempa heya kêlîya jîyana xwe ya dawî de li berxwe dane û li nav kerwanên nemiranda cihê xwe girtine. Ew tenê bi şahadetê ve na hemû kêlîyên jîyana xwe ji bo rizgarkirina Rumeta Mirovahîyê hûr bi hûr kêlî bi kêlî honandine û bûne pîvanin jîyana azad û nirxin mirovahiyê yên herî bilind. Her şehîdek ku  xwe gahandina rastîya fedayîtîyê li hember hemû zilim û zordarîya hezaran salan ku li ser mejîyê civakê xwe têr dikin û hemû  bê adaletîyê li hember mirovahîyê dikin, bûne topên agir û di dilê dijmin de teqîyane. Bi fedakarî û kahremantîyin herî mezin bi gîyana xwe ve bûne tola pênc hezar salan.

Gelê me yê hêja û bi rûmet

 dîroka me ya tekoşînê bi hezaran kaharamantîya ve navê xwe bi tîpên zêrîn li dîroka mirovahîyê dane nivîsandin. Li zîndana Amedê Berxwedana di pêşengtîya Mazlum Doxan, Sara û Alî Çîçekan bûye tovê jiyanê û li her çar perçê Kurdistanê  zîl (filz )daye. Çanda berxwedana zîndana Amedê di şaxsê Rêheval Agît Batman de (hesen Hikmet Demir) li zîndana Evînê de ku heya nefesa xwe ya dawîyê li hember zîhnîyeta dagirkerê sêdarê li ber berxwe dide û çanda ser dide sir nade bi pisporîyekî pir mezin ve diparêzê û heya ber bi  sêdarê ve diçe.

Wekî din di kesayeta rê heval Ronahî Deniz de çalekîya gîyan bexşe li hember zîhnîyeta dagirkerê sê darê pêş dikevê, rêjîma sêdarê adeta dihejîne. Di kesayeta heval Ronahî de xeta jina azad li kurdistanê digihînê lotkê yê. Bi hezaran jinên ciwan bi îdda û hedefa rêheval Ronahî ber bi refên azadiyê ve dikişîne.

Dîsa di sal û cihên cuda şahadetin di meha Kanûnê de çêbûne di şaxsê Rêheval Dara Çaldiran,Yaşar Urmîye, Enver Unyamus, Canxurt Garzan,  Dilgeş Salmas, Mazlum Dilgeş, Sason Zagros, Soran Aras, Sîpan Botan, Kendal Reqa, hêmin mihabad, Xeyrî Durmîş,  Armanc Çarçela  û di  şaxsê Bahoz Sînê û Xweşmêr kûtûl de soza ku me çawa bi ciwantî dest pêkiriye û emê ciwantî serbikevin dûbare dikin.  weke komîta şehîdên Rojhilatê Kurdistanê di şaxsê  van hevalan de hemû şehîdên Şoreşê bibirtînin  û soza  Şoreşa kurdistanê û mîsogerkirina azadîya hemû gelên Îranê didin.

Komîta ya Şehîdên Rojhilatê Kurdistan ê

15.12.2019