Binevş Delîl
Di dîrokê de gelek qehreman hene. Di demên awarte, zehmetî û tengasî de derketine. Tiştê ku kesî newêribûye, cesaret bike wan kirine, xwe avêtine pêş, fikrên nû derxistine. Ji bo bigihîjin armancên xwe, dest ji her tiştên xwe yên takekesî berdane. Dest ji hezkiriyên xwe, ji tiştên madî; ji xwarin, vexwarin, xew, tendirustî, kurtasî ji jiyana rihet û rayeyên xwe berdane. Yanê qehreman ew kes e ku wê hêzê di xwe de dibîne ku şer bike, li ber xwe bide. Bo vê jî hêvî û bawerî dane kesên derdora xwe, bûne mînak. Wan kişandine ber bi têkoşîn û berxwedanê ve.
Tevahî qehreman li dijî desthilatdar, zilumkar, xwînxar û dagirkeran derketine. Yanê wisa di dem û ciyên awarte de derneketine pêş. Demên ku di civakê de kesên weke axayê eşîretê, qral, fermandar, împarator, rêberên olî li ser civakê zilm kirine, jiyana wan a azad asteng kirine, ol, bawerî, çand û zimanê wan qedexe kirine, di civakê de tirs belav kirine, dest dane ser mal û mulkên wan qehreman jî derketine pêş. Li dijî qralê Asûr Dehaqê zilumkar, bûne Kawayê Hesinkar ê pêşengtiya gelên Medî kiriye. Bûne Rustemê Zal, Babek, bûne Hurem, bûne Mazdek, Mensûrê Xelac, Rindêxan, Qaziyê Mihemed, Leyla Qasim û hwd…
Di demên ku pêwîstî hebûye de kesek derketiye pêş û mohra xwe li dîrokê xistiye. Belkî sed salan carekê, belkî jî bi sedsalan carekê qehreman hebûne. Lê îro ya di şexsê gelê Kurd de tê jiyankirin bûyereke ku van pênaseyên qehremaniyê yên heta niha serobin kiriye.
Gelekî mafê wî yê jiyanê hatibû tunekirin. Di nav sedsalekê de bi caran di qirkirinên weke Geliyê Zîlan û Tertela Dersimê re derbas bûbû. Ji ber ku ji aliyê deshilatdariya çar dewletan ve her tiştên wan ên mirovî, jiyanî hatibûn qedexekirin, rêxistinên wan hatibûn belavkirin, biçûk û bêkêr dihatin dîtin. Hêz û morala ku bikaribe li ber xwe bide, baweriya xwe bixwe nemabû. Rêber Apo ji nav gelekî ev qas hatiye tunekirin û ji nirxên xwe yên moralê hatiye dûrxistin derket. Di şexsê xwe de vê jiyanê qebûl nekir, layiqî mirov nedît. Gel rêxistin kir, lê her kesî bi hezkirin, bi hurmet rêxistin kir. Yanê xwe tenê nespart çînek, beşek an jî desthilatdariyek. Bi gelê Kurd da famkirin ku ew bi nasnameya xwe, mafên xwe yên çandî mirov in. Tenê dema ku xwedî li van nirxan derkevin dikarin bibêjin em mirov in. Bi cidiyeteke mezin, bê berjewendî, bi baldarî, bi rêzdarî û hezkirin bi gel re nîqaş kir. Gotin û pratîka Wî yek bûn. Bi wan re civînan li dar xist, di van civînan de gel perwerde kir. Kadroyên pêşeng perwerde û rêxistin kir. Ji gelê Tirk jî ciwanan weke Kemal Pîr, Heqî Qerer rêxistin kir ku bûn qehremanên esasîn ên gelan.
Her wiha baweriya gel xwe ya bixwe pêk hat. Jin û xortên zarokên vî gelî tevlî refên gerîla bûn û her yek bi qehremanî şer kirin, şehîd ketin. Gel rabû serhildanan. Bi taybetî di salên 1990’î de bi sed hezaran gel rabûn serhildanan. Daxwaza mafên xwe kirin, li şehîdên xwe xwedî derketin. Bi dehan caran hatin gulebarankirin, bi hezaran şehîd dan. Li beramber artêşên bi teknîk û çekên giran meşiyan, bi ser dijmin de çûn.
Bê tirs û fikar, fedaiyane, bi ser dijminekî ew qas hov de çûyîn helwesteke qehremanî ye. Her wiha pênaseya qehremanî ya di dîrokê de, bi îdeolojiya Rêber Apo rengekî din girt. Her Kurdê ku di îdeolojiya Rêber Apo de rûmeta xwe dît, bi qehremanî derket meydanan û navê xwe di bîra mirovahiyê de bi tîpên zêrîn neqişand.
Li Botanê bûn Egîd, li Garzanê bûn Mizgîn, li Dersimê Zîlan, li Başûr Bêrîtan, li Cizîrê bûn Bêrîvan, Mehmet Tûnc, Asya Yuksel, li Amedê Wedat Aydîn, li Tehranê bû Şîrînî Elemhûlî, Elî Heyderiyan, Îhsan Fetahyan, Ferzad Kemanger.
Îro jî ji heft hezar zêdetir zarokên agir û rojê, di pêşengiya Leyla Guven û Nasir Yagiz de, di zindanên faşîzma Tirk de, li welat û li derveyî welat, di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ne. Ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe xwe feda dikin. Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar bi çalakiyên canbexşane xwestin zincîrên tecrîdê bişkînin. Her wiha her yek qehremanek e. Qehreman bi berdêlên dayî nirx ava dikin û serkeftinê diyarî me dikin. Em bi qehremanên xwe serbilind in. Em soz didin ku em ê li ser şopa wan bigihîjin armancên wan, bi Rêber Apo re azad bijîn…