Riwangeha Têorî
Îran wekî welatek di çêbûna nasnameya Kurd de xwedî beşeke girînge. Di navbera Kurd û Farsan de nêzbûna ziman û çanda wane ji hev re di vê çêbûnê de ciheke giring digre. Di Rojhilata Navînde Îran dergûşa civakên xwezayî û azad lê jiyan û berdewam kiriye û li ser vê esasî her tim nav hewildana azadiyê de bûye. Gelên Îran’ê di vê çerçoveyê de li ser esasî çandeke dîrokî ya derbasbûyî xwedî jiyaneke konfederale. Dîroka wê pire li têkoşerên azadîxwaz, civak parêz û nirxên komûnal. Taybet gelên Îran’ê û gelê Kurd di serdema civakên xwezayî heta roja me ya îro de xwedî dîrokek hevbeş bûne û li beramberî zilmê, neheqî û ne dadperweriyê têkoşîn kirine. Mîsoger di dîrok, çand û zihniyetek hevbeş de li ser têkoşîna hev bandor kiriye. Dîroka qedîm de federasyona hevbeş ya qebîleyên Kurd û Fars li dijî zilm û neheqiya serdestiya Asûriyan û heta sed saliya 20’ dan şoreşa 1979 têkoşîna gelan li ser hevdû bandor kiriye û wekî nûmûneyên herî balkêş dîrokê de xwe raxistiye ber çavan. Jiyana konfederal cewherê heqîqî ya çanda hevbeş û dewlemend li ser esasê yêkitiya dîroka gelên Kurd û Îran’ê pêşketiye. Çanda Zaxrosan û Elborz xwedî rastiyên ku ji hevdû cûda nabin.
Îran di wextê civaka modern de jî her tim bûye cihê têkoşînên demokratîk yên çepger li nav de pêşketiye. Di vê wateyê de Îran di Rojhilata Navînde bûye welateke têkoşînên hevbeş û têkoşînên civakî di astek herî jor de xwe lê derxistiye pêş. Şoreşa 1979 berhema têkoşîna hemû gelan û rêxistinên cuda yên civakî bûn. Ji ber xwedî dîrokek dewlemend ya civakî ye, ji ber wiye jî mohra xwe li sedsaliya 20 an daye. Ev şoreşa gelan berhemê hemû gelên Îran’î ne. Diyardeya vê heqîqetê eweye ku jiyan û têkoşîna hevbeş ya gelan berdewam dike. Di cewherê têkoşîna gelan de dadwerî û wekhevî heye. Ji ber wê jî li beramberî pergala wê demê helwesta herî baş nîşandan. Lê belê di roja me ya îro de encamê xwe zêde kirina serweriya kapîtalizm, dewleta Îran’ê li dervey van rêgezana tevdigere. Lê di wextê xwe de li Îran’ê, bi têkoşîneke pir xurt ya şoreşa gelan li dijî modernîteya kapîtalizm pêş ket. Rejîma Îran’ê di serî de bi dewleta Iraq’ê re kete nav şer de û vegeriya dewletek desthiladar û bi vî awayî ji têkoşîna komunal ya gel dûr ket û desthilatdariya netew dewlet re xwe kire yêk. Red û înkar kirina hemû cihe rengî, netew û nasnameyên dîtir ji vê karektera wê yê navendgerî û desthilatdariyê tê.
Lê belê di despêkê de civaka xwezayî û jiyana komûnal ya civakî li vê derê de pêşket. Erdnigariyeke ku bûye dergûşa mirovahî û çanda civakbûnê. Ji ber van sedemên dîrokî û civakî di vê demê de pewistî bi sistemek demokratîk ya gelan heye. Dewlemendî û cihe rengiyên civakî, siyasî û çandî pêwiste li nav xwede bigre ku careke dîtir şoreşên civakî û şoreşên gelan zindî bike.
Di navenda dîrok û çanda civakî ya Îran’ê de rol û têkoşîna jinan diyarkere û hîn jî viya di têkoşîna gelande di astê pêşengtiyê de xwe derdixe pêş. Îro jî çanda komunal û têkoşîna jinan eger bi nirxên demokratîk ya têkoşîna gelan re bê yek kirin yê bibe bingeha demokrasî û azadiya civakî.
Ji bo li ser esasê vê têkoşîna mezin dîrok û zihniyeta hevbeş careke dîtir bê zindî kirin û înşa kirin, misoger pêwistî bi rihê netewa demokratîk heye ku yêkane hedefa wiye eweye.
Îran bi rewşa xwe ya heyî piştî çil salan ketiye nav qonaxeke gûhartin û vegûhartinê de. Qeyranên wêranker yên aborî, siyasî û civakî ku ji siyasetên ne rast yên pergala komara îslamiya Îran ê rû dane bûye sedem ku gelên Îran û bi taybetî jî rojhelatê kurdistanê bikeve nava pirsgirêkên pir kur. Kombûyîna siyaset li destê pergala serdest, siyaseta asimîlasiyona li ser gelên kurd, Belûç, Azerî, Ereb û hwd, ne wekheviyên aborî ku encamê siyasetên ne rastin, kirdarên mîlîtarîstî û serdestiya sipay pasdaran di siyaset û dîplomasiya derve de, hemû wana encamê kaoseke zîhniyetiye. Ji qeyranekî hilweşîna aborî zêdetir, qeyranekî siyasî û civakî derxistiye holê, viya jî teqîn û şoreşeke gelan derxistiye holê û gûhertinek demokratîk ferz dike. Eger dewleta Îran’ê ji daxwazên civakê re nebe bersiv û di qanûnên xwe de gûhartineke demokratîk nede çêkirin, yê van metirsiyane li gel xwe bîne.
Pirskirêka Yêkemîn = Civak bi qeyranên bêkarî, birçî bûn, hilweşîna exlaqî, feqîrî, jinav çûyina bingehîna aborî, nakokiyên derve, geşe kirina faşîzm, bi dîlgirtina civakê, zext li ser jinan bi şêwazên mêr-salarî û dewlet-perestî, bêwar kirina gelan, perepêdana lîberalîzm wek çandeke serdet, zêdekirina darayî li cihê berhem anîn ji bo derçûyîna ji sermaye, kombûyîna darayiyên welat li destê sipah, dewlet û saziyên ser bi wane de.
Ye Dûyem = Ji nav birina jîngeh û daristan, çêkirina bendavên zêde û hişk kirina rûbar û golên mezin bi armanca siyasî, ne parastina dewlemendiyên jîngeh, mezinbûyîna bajaran bi şêwazên ne xwezayî ( wek nexweşiya penceşêr) û teqîna nifûsa zêde, zêde bûna madeyên hişbir, dîsan sîstema perwerde û tendirûstiya ne rast.
Pirskirêka Sêyem = Zextên netewî li dijî gelan, belav kirina zihnyeta yek dewlet, yêk al yêk dîn, yêk welat yêk ziman û bi dijî gelên din yek destkirina mozaîka çandî, bi çaveke emniyetî mêyze kirina pirskirêka kurd, Belûc, Ehwaz û navçeyên sînorî û çareser ne kirina pirsgirêka gelên din yên Îran’ê û pêşî girtin li vebûnên siyasî, sepandina qanûn û hûqûqên dewletî li ser civaka medenî, serkut kirin û tûnd û tîjî li hember raperîn û şoreşa gelan bi şîwazên cûr bi cûr yên fîzîkî û çandî.
Bi giştî pêwîste bê gotin ku qeyranên heyî ne tenê berhema dewlet û pergala wê ye. Belku bi berçavgirtina rehendên derve yên pergala kapîtalizm û zîhnyeta lîberalizm li gel komara Islamî ya Îran’ê li dijî gelan sedemên bingehîn yên van pirskirêkaneye. Çawa li seranserî cîhanê kapîtalizm dixwaze jinan, gelan, bike kole, pergala komara îslamî jî li asta hûndirîn de heman rolê dileyize. Ji ber wê jî pergala komara îslamî ya Îran ê jî temamkerî sîstema sermayedarî ya cihaniye û bi qasî wê jî tewanber. Pergala komara îslamî ya Îran ê bi zêdekirina qeyranan hewl dide gelan û civakan neçarî teslîmyetê bike.
Şerê cîhanê yê sêyemîn ku li Rojhilata Navîn de pêş dikeve, şerê navbera dû zihniyetên modernîteya kapîtalîzm û modernîteya demokratîke ku navenda wê Kurdistane, tê jiyan kirin. Hêzên cîhanî û herêmî ji karta Kurd dixwazin sûdê bigrin ji bo gelên Kurd, Îran, Sûriye, Tûrkiye, Iraq û hwd gelên welatên din yên herêmê ji nav bibin. Pergala komara Islamî ya Îran (rewtên binajo xwaz، myanrew û reformxwaz) li ser berjewendiyên xwe hem bi sermayedariya cîhanî re û hem jî bi xeta sêyem yê gelên Kurd, Îran û heremê re nakoke. Bi esas girtina hîlala şîî ji Yemen’ê heta bigre Lûbnan’ê şer gûr dike. Ev şer bi çekên fûzeyî û teknolojiya herî pêşketî tê mêşandin, dibe ku piştî Afxanistan, Iraq, Sûri’ye û Îran’ê jî bigre nava xwe. Pergala heyî ya îran’ê bersiva van metirsiyane bi hêza derve ya spahê qûds û serkut kirina gelan dide. Niha şerê cîhanê yê sêyem bi rehendên psîkolojîk, aborî, siyasî û civakî ketiye nava Îran’ê û egera şereke leşkerî û destwerdanên cîhanî jî zêdetir kiriye. Riya pêşî girtina vê şerê jî ji aliyê komara Islamî ya Îran’ê ve pejîrandina daxwazên gelan û civakên îranê ye. Rojhilat’ê kurdistan’ê jî bi vî rewşa heyî biçe dibe ku, ew jî bibe navenda şerê hêzên cîhanî û herêmî. Nabe ku gelên Îran’ê senaryoyên li dijî mirovahî çi ji hûndir çi jî dervede pêş bikeve ji bo xwe qebûl bikin. Li hûndirî îran’ê de netew-dewlet gelan serkut dike û dixapîne, baskê reformxwazan jî çavên xwe ji serhildanên gel re digrin û li ser berjewendî û hêz bi pergalê re dikeve nav danûstandinan de. Di alanê derve de jî zil hêzên wek Emrîka û Evrupa dixwazin Îran’ê weke Sûrye lê bikin û navendên enerjî û çavkaniyên esasî yên Îran’ê bêxin destê xwede. Her weha opozisyon jî hem rastger û hem jî çepger tenê hedefa wane ewe ku dewletê birûxînin û ne xwedî bername û alternatîfek ji bo pêşerojê ne. Viya jî dibe sedem ku potansiyela gelan ya şoreşê ji nav biçe û civak ji heft salî heta heftê salî di jêr metirsyêde bimîne. Hêzên cîhanî bi zext û şerê taybet bo gelan çarenûs diyar dikin. Rojevên weke peymanên nûklerî, yan jî bernameyên mûşekî tenê ji bo desthilatdariyê ye û tû pêywendiya wiya bi daxwaziyên civakê û nirxên azadî û demokrasiyê nînin. Serhildan û têkoşîna gelan nabe ku ji amûrên modernîteya kapîtalîst û serdestiya dewleta Îran’ê re bê hiştin, ji ber ku di rê rêbazên wane de hiç çareseriyek tûne ye.
Kurdistan li vê şerî de di metirsiya komkujiyê deye û bûye navenda teknîka şerê hêzên Rojavayî û dewletên berjewendî xwaz yên herêmî. Di vê rewşê de gelê Kurd bi riheke radîkal li kêleka gelên Îran’ê de ketiye nav serhildanên demokratîk ya gelan de bi daxwaza xwe gihandina netewey demokratîk û xwe rêveberiya demokratîk. JI bo neteweyên Îran’ê , netewey demokratîk û xwe rêveberiyê demokratîk rêgezekî jê venegere. Demokrasiyên civakî û demokrasiyên netewî li ser esasê demokrasiyên xwe cihî xwe ava dike. Tevgera azadîxwazya gelê Kurd gûhertin û çareseriyeke radîkal, demokratîk û azad dixwaze. Lê belê dewleta Îran, hêzên opozisyon û hêzên cihanî ne xwediyê projeyeke demokratîk ya bê şerin. Berovajî bi gemaroyên (ambargo) aborî, siyasî û gefên leşkerî li ser civakan metirsî û xeteriyê zêdetir dikin. Opozisyona klasîk û liberal jî tenê beşê xwe ji dewlet netewa Îran’ê dixwazin û pêşengtiya gelan nakin û tû rexneyên radîkal jî qebûl nakin.
Şoreşa Demokratîk Ya Gelan
aـ Gelan: Ji bo çareseriya qeyrana Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê pêwîstiya gelan bi projeyên hûndûr û derve hene, di vê demê de civak û tevgerên azadîxwaz nabe ku projeyên derve û hûndûr yên navendgerî û antî demokratîk bi pejirînin ku hîç çareseriyek bi xwe re nayne. Di gûhartinên Îran’ê de li kêlaka projeyên navnetewî û dewletî pêwîstî bi faktora têkoşîn û projeya gelan heye, evaya beriya her diştekî tê. Di nav dewletê baskê lîberal ku xwe ji baskê mûhafazakaran baştir dide nîşandan,tenê rola wiye ji bo asteng kirina şoreş û têkoşîna gelane. Qeyranên zêde û cûr bi cûr bûye sedem ku potansiyela gelên. Îran’ê ji bo çareseriya demokratîk bi bandor bibe lê belê, baskên reformxwaz û mûhafazekarr yên sistemê hewildana wane eweye ku pêşî li viya bigrin.
b ـ Serhildanên Gel Hingaveke Esasî Ji Bo Demokratîzasyonê Ye: Sehildanên gel li seranserê zivistana 2018 de ku niha jî bi şêwazên grev û nerazîbûna esnaf, karker, jinan, cewanan û çînên cûda berdewam dikin encama têkoşîneke bi dehan salan ya derbasbûyiye, niha jî bi şêwazeke radîkal belav û bilind bûye. Bi van serhildanane gel fêm kiriye ku pirskirêk çavkaniya xwe hem ji zihniyeta dewletê hem jî zihniyeta hêzên opozîsyon ya heyî digre, ji ber viya jî têkoşîna wane ji bo vejîn û nasnameya xwe ne. Tû hêzeke hûndûr û dervede nikare van raperînên gelan rawestîne. Ev raperîn, raperîneke hevbeşe ji bo gihiştina zîhniyeteke hevbeş, di navbera gelên Kurd, Fars, Belûç, Azerî û Ereb, ji bo jiyaneke azad,wekhev û demokratîk. Têkoşîna jinan, ciwanan û rêxistinên medenî,hêza pêşeng ya van serhildana ne. Ji bo serkeftina van serhildanane nabe ku hem gel hem hêzên opozîsyon hem jî tevgerên azadîxwaz hêzên dewletî ku heta niha wane red dikirin piştevaniya wane ji bo xwe qebûl bikin belku di warê îdeolojîk de pêwîste li hember vê têkoşaneke radîkal bimeşênin. Her wiha eger dewlet û sîstema niha yê Îra’ê ji bo pejirandina daxwazên gelan amadeyî nîşan bide nabe ji bo gihiştina desthiladariyê, berjewendiyên teng û biçûk hewildana rûxandina dewlet û sîstemê bikin û li egera neqebûl kirina daxwaziyan jî pêwîste têkoşaneke hem di warê teorîk hem jî di warê pratîk de bimeşînin. Bi qasî kurbûna qeyran û pirskirêkan civak jî hişyar û polîtîk bûye. Ji bo viya civak pêwiste li gel tevgerek berxwedêr ku xwediyê zihniyet û hişmendiyeke rast cih bigre. Hilbijardeya gel pêwîste radîkal be ji ber ku eger wisa nebe dibe ku pergala îran ê jî opozisyon jî wek xwe bimîne. Tenê hewildana gelan û qadên têkoşînê dikarin pirsgirêk û qeyranên civakî ـ siyasî li Îran ê çareser bikin. Eger vebûneke siyasî pêk were viya jî tenê bi zanabûn û îradeya civakê mûmkine. Red an jî qebûlkirina daxwaz, maf û azadiya gelan ji aliya pergala serdest ya Îran ê grêdayî hebûn û çalakiyên gelan yên li qadên têkoşînêye. Niha ne dewlet dikare ji berpirsiyartiyên xwe bireve û ne jî gel dikare ji erkên xwe yên şorişgeryê bireve. Dîsan ne nerazîbûnên gel yên kêm û nebes ne jî wek heta niha sozên derewîn yên dewlet dikare ji vê pêvajoyê re bive bersiv. Dewlet û pergala komara îslam ya Îran ê ji bo çareseriya qeyrana aborî, careke din disan weke berê xwe dike navenda hemû diştî, her weha ji bo çareseriya qeyranên civakî û siyasî jî hewldan dide, ji berê zêdetir civakê mahkumî xwe bikin û bi xwe ve bidin girê dan, ku nikaribe serhildanan bike. Pir vekirye ku serhildanên dawiyê li îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê derketine demkî nîne û bi şêwazên cûda cûda yê berdewam bikin. Raperînên radîkal yên gel eger ku ji aliyê pergalê de bê pejirandin jî pêwîste ta demekî ku heta digihîje amancên xwe yên nîhayî berdewam bike. Nabe ku rê bê dayîn hêzên pergal û opozisiyon bi dûrûtî û rêketina hewldana bê bando kirina gel bidin.
Dibe ku çareserî û gûhertina demokratîk bê dewlet û hêzên derve jî mûmkin be, eger pergala heyî razî nebe ku maf, azadî û daxwazyên gelan qibûl bike û pêk bîne, wê demê pêwîste gel bixwe ji bo demokratîzekirina welatê xwe gav bavêjin. Dewlet demokrasyê ji bo gelan pêş naxe, belku gel bi ket û têkoşanên xwe dikare demokrasyê bidest bixe.
c ـ Komîsiyona Lêkolîn Kirina Heqîqetan = Eger pirsgirêkên hûndirîn yên welat bi riya aşitiyane bên çareser kirin, pêwîste civak, pergala hûndirîn û aliyên navnetewî neçarî derxistina komisyona lêkolîn kirina heqîqetan bike. Avakirin û bi rêvebirina komîsyana çareseriyê ji bo qeyranên siyasî, aborî, dîplomatîk û leşkerî di navbera civak û sîstemê de kareke serekî ya civak bixwe ye. Ev komîsyona ji bo çareseriya demokratîk ya qeyranên heyî ye û rê nedan bi destwerdanên leşkerî yên derve û nahêle ku li Îran’ê rewşeke weke Sûryê çê bibe. Rojevên weke nûkleer û terorîzm bi destê dewletê hatine çêkirin, pirsgirêka dewletê bi civakê re û destwerdanên derve metirsyeke li ser gel û Îran dide çêkirin ku ber bi Sûriye bûyînê ve bibe.
d ـ Rêxistinên Medenî-Demokratîk: Di vê pêvajoyê de, rêxistinên medenî-demokratîk, beşekin ji opozisiyona civakî. Rêxistinên medenî li kêleka civaka medenî nabe ku li pey bi dest xistina beşek ji dewletê bigerin, ji ber ku bixwe navend û esasa gûhertinê ne û ne beşek ji pergal yan jî li gel wana ne, belku hebûneke xweser û bibandorin. Civaka siyasî ـ demokratîk ne wek metirsî belku derfetan ava dike. Civakekî girêdayî dewletê be civakek nexweşe. Yekitiya gelan li qadên têkoşînê esase û xwepêşandan, mangirtin hewildan ji bo îradeya demokratîk û xwe birêveberiya civak diyarkere. Têkoşînên civakên Îran’ê îro lêgerînên li beramber modêrnîteya sermayedariya hûndir û derve xwe gihandin bi modêrnîteya demokratîke. Hêza civak li beramberî pergala komara Islamî ya Îran’ê û sermayedariya cîhanî, hêza sêyeme û ji dervey hêza xwe hêzeke dîtir ji bo xwe esas nagre. Esas girtina hêzên derve tê wateya çarenûsekî wekî Sûriye, Êraq û Afxanistan. Tenê yek rê heye ev jî, xwebirêveberiya xwecihî a demokratîkên gelên Îran û Kurdistan’ê ye. Potansiyela serekî ya xwepêşandanên gel tenê evaya nîne, belku ji vê zêdetir û radîkaltir di rêdeye. Netewperestî, olperestî û şerên mezhebî tenê dikare gelan û olan bike dijberî hevdû û jinav bibe. Serbixweyiya fikirî tenê dikare civak û gelan ji qûrbanî bûyînên dûbare, pêvajoyên weke nûkleer, gemaroyên (anbargo) aborî, bernama mûşekî û rikbertiyên enerjî û hêz biparêze.
hـ ـ jin = Jin li serheldanên zivistanê yên 2018 dan de xwedî roleke girîng ya pêşengtiyê bûn. Navenda têkoşînên demokratîk ya civakê ne. Êdî dijbertiya jinan li beramberî pergalê gihiştiye asta teqînê û her diçe azadiya jinan beramberî çandên paşverû yên hindir û derve xwe misoger bike û bi destê xwe civakê rizgar bike. Dîroka şoreşên Îran’ê di pêşengtiya jinan de pêşketiye û pêşerojeke demokratîk û azad bê azadiya jinê ne mûmkine.
îـ cewan: Ciwan piştî jinan weke qûrbaniyên dûyem li beramberî siyasetên pergala serdest, hêzeke bingehîn û pêşengin li dijî neheqî û zilmê. Êdî bawer nakin bi hindek aliyên sextekar û hilebaz ku dixwazin pergala komara Islam ya Îran’ê birûxînin lê, ji bo pêşerojê jî xwediyê tû pirojeya çareseriyê nînin. Ji BO çareseriya pirsgirêkên siyasî, aborî, tendirûstî û perwerdê û avakirina welatek demokratîk hêza sereke civak bixweye, pêşengtiya civakê jî ciwan dikin û nabe ku senaryoyên hûndir û derve ji boy xwe esas bigrin.
Proja Çareseriya KODAR û PJAK
Civaka demokratîk û azad ya Rojhilat’ê Kurdistan’ê (KODAR) li Îran û Kurdistan wekî hêzekî şoreşger, bi hişmendî îran û kurdistanê rewşa nebaş ku heyî û zehmetiyên civakê, derfet û metirsiyê li ser dibîne.
KODAR sîstemeke ku peykera wê konfederalîsma demokratîke û rihê wê jî netewa demokratîke. Xwe rêveberiya demokratîk û demokrasiya xwe cihî bi vê sistemê derfetên pratîze bûyînê dibîne. KODAR ji bo azadiya gelan taybetî gelên Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê têdikoşe. Xwedi pirojeyeke demokratîk û aşitiyaneye. Li ser wî esasî şewazên pergala komara Islamî ya Îran beramberî hebûna pirsgirêkên gelan, taybetî jî pirsgirêka kurd bes nabîne û bi şêwazek radîkal dixwaze gavên kirdarî ji aliyê komara îslamî ya Îran’ê ve werin avêtin. Di heman demê de xwedî pirensîpeke têkoşînêye ku ji marjînal bûyinê dûre û ji dewletan, pergalên serdest û aliyên siyasî û serbazî daxwaziya tû vebûnek nake. PJAK wek partiyeke pêşeng ji bo pêkanînê pergaleke demokratîk li nav sistema KODAR’ê de , li ser esasê azadiya neteweyên Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê ji bo çareserî demokratîk amadeye. KODAR û PJAK ji Îran’ê vebûneke siyasî daxwaz dike ji bo çareser kirina pirskirêka Kurd û Îran. Li çerçeveya netewey demokratîk û xwe rêveberiya demokratîk de projeyek pêşkeş dike.
a ـ Giringiya Serekî Civak
Her cure paşde kişîn li ser azadî û demokrasiya civakê weke xiyanet li şoreş û berxwedanê dibîne û hêza sereke ya berxwedanê ji civak dizane. KODAR nexşe rêyek radîkal ne ji bo dewletê pêşkeş dike, belku ji bo civak û gelan pêşkêş dike û bi armanca nîşandayina riya rast ya têkoşînê pêşniyar dike. Dişta herî girîng dibîne bo çareseriyê bi rêxistinkirina gel û civakê û gava dûyem jî giringî dide pirojeyên çareseriya pergalên hûndir û derve, ku eger aşitiyane bin. Her cûre pirojeyên ku gelan wek hêza serekî esas nagirin ne rast dibîne. Pirsgirêkên civakê weke dozde pirsgirêkên bingehîn dizane:
(dewlet û hêz), ( siyaset û exlaq) (zîhniyet), (aborî), (pîşesazî), (îkolojî û jînge), pirsgirêkên (malbat),( jin), hejmar (nifûs û cinsiyetperest), pirsgirêka (bajêrgerî, çîn û bûrokrasî, perwerde û tendirûstî), (militarism) (arteş salarî) û (aşitî û demokrasî) ku li asta Îran, Kurdistan û cîhanê hevbeşên û li ser wî esasî giringiyê dide pirojeyên aşitiyane û demokratîk li hûndir û dervey Kurdistan ê. Islama çandî li hember Islama siyasî ya dewlet-netew, di civakên Îran’ê de her tim xwedî ciheke baweriyê bûye û civak lê xwedî derketiye , ew nirxên baweriya civakê li kêleka nirxên ehlaqî civakî ya KODAR ê ku bi demokrasiyê heremî ya azadîxwaz re dibin yêk.
b ـ Pirojeya Netewa Demokratîk Ya KODAR
Şerên neteweye ku armanca wan çêkirina dewletê û dewletê ku li pê yêk netewe , faktorên serekî yên pir xwîn ya serdema meye. Pênaseya serekî ya netew ewe ku gîrêdayî zîhniyet, fikir û baweriya hevbeşe. Di vê rewşê de neteweyên demokratîk civakên li nav cihanekî xwedî zîhniyetek hevbeş de jiyan dikine. Neteweyek wisa de mijarên ziman, ol, çand ,bazar , dîrok û sînorên siyasî ne diyarkerin tenê wek faktorin. Ji bo wê mijarên zihniyet xwedî roleke serekiye. Zihniyet pêwiste xwedî yêk pêyker û cisim be, di netewey demoktatîk de bingehê zihniyet xwe rêveberiya demokratîke. Civakên ku pişta xwe didin îradeyek azad û ser esasê zîhniyeteke hevbeş xwe rêve dibin otonomiya demokratî bi dest dixin. Otorîteya siyasî ya sistema xwerêveberiya gelan, otorîteya demokratîke ku KODAR xwedî vî modêlêye ji bo gelên Kurd û Îran ê. Neh xalên herî giring ya sereke ji bo gihiştin bi netewey demokratîk mijarên çandî siyasî, aborî, civakî, hûqûqî, diplomatisî, komûnên demoratîk, hemwelatiya azad, hevjiyana azad û parastina cehweriye.
KODAR avakirina netewa demokratîk bi şêwazên projeyên bi sestemên xwe rêveberî demokratîk û demokrasiya xwe cihî xwe rêveberiyê pêşkêş dike, û nêzîkatiyên pergala komara Islami ya Îran û civaka cîhanî li hember vê pirojeyê, helwesta xwe diyar dike. Dîrok derxistiye holê ku sistema netew dewlet li ser kurdan û gelên Îran’ê û pratîkên ne dadperwer û emniyetî çareseriyê bi xwere naynê. KODAR çareseriyeke demokratîk û bê şer dixwaze û rê nade ku tû aliyek bi soz û daxûyaniyên bê bingeh û şîlo li ser pirsgirêkek wekî pirskirêka Kurd ku bingehîn û cîhaniye, naxwaze êzîkatiyên ne girîng û yên ji rêzê nîşan bide. Pirojeya netewa demokratîk ji bo azadî û jiyana hevbeş ya gelane û li dijî bidest xistina hêz, parçekirina ax, welat, sepandina al, ol û netewe ye. Azadiya jinan bi qasî azadiya giştiya civak girîng dibîne û weke şoreşeke demokratîk binav dike. Jinan, ciwan û ekolojî (jîngeh) wek sê rehendên şoreşê dizane û pirojeyên ku van sê rehendane di nav de nebin, weke klasîk, paşverû û ne radîkal dibîne .
c ـ KODAR û Rêgezên Wê Yê Têkoşînê
Armanca KODAR pêkanîna demorasiya xwe cihî û azadî ser esasê xwe rêveberiya demokratîke, ji bo wê pergala komara îslam ya Îran jî bi şêwazê heyî qibûl nake KODAR asta têkoşîna xwe li gorî daxwaziya desthilatdariyan diyar nake. Pirojeya têkoşînê, ji bo gelane û wana nake qûrbaniyê rêketin yan jî şerê berjewendiyê. Parastina rewa û helwesta demokratîk li egera şerxwazî û înkara pergala serdest, yek ji pirensîbên bingehîn yên têkoşîna civakêye û eger dewlet û komara islamî ya Îran bi giştî amade nebin çareseriyeke aştiyane qebûl bikin, civak bixwe pêwîste dest bi kar bike û sîstema xwe rêveberiyê demokratîk ava bike û demokrasiyê li welat pêş bêxe li ser wê esasê pergal pêwîste bizanibe ku çareserî bê wê jî dikare pêş bikeve.
KODAR sîstemeke ji partiyekî berfirehtire, pirojeya wê jî Îran’î ـ KurdistanÎ ye û ji bo hemî gela ne.
d ـ Çareseriya KODAR Ji Bo Pirsgirêka Kurd
Niha pergala serdest ya komara islam ya Îran’ê dikare ji rewşa niha bireve û Amerîka û bloka rojava jî dikare Kurdan û girîngiya rola wê înkar bike û berçav negire. Gelê kurd ji bo serxistina modêrnîta demokratîk li hember modêrnîta sermayedarî, potansiyeleke mezinin û KODAR tû hîzb û rêxistineke medeni ya kurdî ji vê bê beş nake. Bi avakirina yekitiya netewiya kurdan û di heman demê de yekitiya gelên Îran’ê, hevpeymaniyên berfireh pêşniyar dike. KODAR daxwaziyên demokratîk yên civakê esas digire, li ser wî esasî tû carî pirojeyên hêzên kurdî ku civakê parçe dikin û beşdariya demokratîk kêm dikin napejirîne lê, di heman demê de pirojeyên çareseriyê jî piştevanî wane dike. KODAR gûhertinên bingehîn tercîh dike li cihê restorasiyon (gûhertinên bi riwalet)، miyanerewî، reformasiyon û binajoxwaziyê. Siyasetên KODAR bi derbasbûyina demê re kevin û bêbandor nabin, pêşbîniyên me rast derketine û helwestên KODAR ê di cihde û bi berçavgirtina pêşerojê bûne. Yekitiya netewiya kurdan û yekitiya gelên Îran’ê ji bo çareseriya pirsgirêkên dîrokî, herdû jî ji riwangeha KODAR’ê ve yek piroje, felsefe û zîhniyeta hevbeş dixwazin. KODAR li Îran û Rojhilat’ê Kurdistan tenê xwe esas nagire û rê nade ku aliyên din jî tenê xiwe esas bigirin. Esasa beşdariya demokratîk ya KODAR ji bo hêzên kurdî û herwiha hêzên Îran’î ne. KODAR rol û giringiya rêxistinên medenî kêmtir ji partiyên siyasî nabîne û dixwaze li yekitiya netewiya demokratîk û pêvajoya çareseriya pirsgirêkan re beşdarî bikin û vana weke beşek ji opozisiyonê dibîne, ji dervey opozisiyonên jî aliyê dewletê. Rêxistinên medenî weke beşek ji konfederasiyon û civaka medenî li beranber rêxistinên dewletê tê hesab kirin.
Bi baweriya KODAR, hêzên parastina rewa hêzeke li xizmeta pirojeya demokratîzasiyon li Îran û Rojhilat’ê Kurdistan’ê ye û hêzeke şerxwaz nîne, tenê ji bo parastin û xizmeta gel têdikoşe û ne weke gefek belku weke beşek ji derfetên civakiye.
H ـ Rehendên Pratîze Kirina Projeyên Demokratîzasyan a KODAR
KODAR ji bo avêtina gavên pratîkî û vebûna siyasî ji bo çareseriya pirsgirêka kurd û pirsgirêkên îran ê, bi şêwazeke zelal û radîkal rehendên pir giring behis dike ku bê vana hîç ne hêzekî civakî, pergala Îran û civaka navnetewî nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Ji ber ku tekane riya rast «pirsgirêka demokrasî û demokratîzekirina Îran, qanûna bingehîn û demokratîzekirina netewî û li ser vî esasî gihiştin bi netewa demokratîk» dibîne. KODAR amadeye ji bo rê û rêbazên demokratîk pirskirêkan çareser bike bi formûla (devlet + demokrasî) yêkbûyîna siyasî û çandî ya Îran’ê esas digre û misogeriya demokratîzasyonê jî bi avêtina gavên pratîkî di wan rehendane de dibîne:
1ـ Rehenda hiqûqî: ji bo rehenda hiqûqî pêwîste zemîn bên amadekirin qanûnên bingehîn yên heyî bibe qanûnên demokratîk yên bingehîn û mafên gelan, baweriyan, jinan û rengên din yên civakê lixwe bigire û biparêze. Her wiha mafên takekesî û komînal yên civakê pêwîste werin berçav girtin û pêwîste mafên take kesî û kolektîv li qanûnên bingehîn yê demokratîk de bi şêwazeke zelal werin pênasekirin.
2ـ Rehenda hemwelatî ـ navçeyî: welata havbeş û yekitiya wê pêwîste bi şêwazeke bê pênase kirin ku hemû gel û neteweyan li xwe bigire û ferdê azad, hemwelatiyên demokratîk ya/ê wê bin. Her wiha ev welatê hevbeş cihê jiyana civaka ekolojîk, demokratîk û hemû cihe rengî bikarin azad li navde siyaset bikin û di birêvebirina wê de beşdar bin.
3ـ Rehenda civakî: Civak xwedî pêdawîstiyên girîng yên jiyanî weke «perwerde, tendirûstî, spor, çand û hiqûq»e. ji bo wan pêdawîstiyêne civak û dewlet dikevin nava pêwendî û rikbertiyê û xûyaye saziyên dewlet yên heyî nikarin di vî warîde erkên xwe pêk bînin. Gelê Kurd geşepêdana zimanê kurdî, li çarçoveya netewa demokratîk de saziyên perwerde û çanda xwe berfireh dike. Gelên Îran û taybet Kurd beşeke giring ji yekparçebûyîna çanda Îran û kurdistanin û bê wana tû pirsgirêkek nikarin çareser bibin û ji ber wî jî pêwîste ji bo çareseriyê bên esasgirtin.
4ـ Rehenda azadiya jin: Di îranê de di hiqûq, siyaset, aborî û rêveberiyêde li dijî jinan zext, neheqî û zilm heye û sedema wê jî zihniyeta mêr salariya civakî û dewlete. Bê azadiya jinan, azadî û demokrasiya civakî nikare pêş bikeve. Ji ber wê jî mafê xwe îfadekirin û rêxistin kirin û bi awayêk vekirî û zelal qanûna bingehîn de pêwiste bê garantî kirin. Bê çareseriya pirsgirêka jin, behis kirina çareseriyê bê wateye.
5ـ Rehenda parastin: Rehenda parastin pêvajoya çareseriyê, diyarkirina qanûn û pêwîstiyên pêvajoyê dixe bin bandora xwe. Kurd bi metirsiya qirkirinê rabûne û ji azadiyê bêbeş mane. Di parastina civakî de bi taybetî ji bo Kurdan garantiya qanûnî pêwîste lê, viya tenê têrker nîne. Li egera pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd, sazî û hêzên emniyetî û serbazî yên Îran’ê pêwiste bi şêwazeke radîkal werin gûhertin û di heman demê de hêza parastina rewa ji bo parastina ewlekariya civak, welat û demokratîzasiyon li Îran û Kurdistan’ê derfeteke ji bo jiyana hevbeş û aşitiyane û metirsiyek ji bo tû aliyekî çênake.
6ـ Rehenda aborî: KODAR bi rêbaza komûnên aborî, li hember talanên sîstematîk yên kapîtalîzmê parastina civak û jîngeyê dike. Belav kirina çanda kara hevbeş ji bo pêkanîna pêdawîstiyên weke aboriya rastî dibîne û giringî dide pêwendiyên aborî yên ku li şûna berjewendiyên teng, pêwîstiyên civakê esas digrin. Pêwîst dibîne ku darayî û çavkaniyên welat di hemî beş û navçeyan û dinava hemî çînên civakê de bi şêwazeke wek hev bên dabeş kirin.
7ـ Rehenda ekolojîk: Endûstiryalîzm, sermayeperestî û talankirina çavkaniyên xwezayî bi şêwazên çêkirina bendav û xirakirina jînge û ekosîstem bûye sedema pirsgirêkên jîngeyî weke qeyrana avê. Li ser bingehên exlaqî pêwîstî bi hewildanên demokratîk û hevkariya civak û dewletî hene. li ser vê bingehê paradîgmaya KODAR demokratîk û ekolojîke û dixwaze di wê rehendê de gûhertinên bingehîn bên çêkirin.
8ـ Rehenda dîplomatîk: KODAR nimûneye kî herî gûncav ya çareseriyeke demokratîk li asta Îran’ê de pêşkeş kiriye. Bê berçavgirtina cûdahiyên etnîkî û netewî ne mûmkine pirsgirêkên Îran çareser bibin. Demeke pir dirêje ku desthilatdarên Îran’ê bi çaveke emniyetî û parçeger li Kurd û Kurdistan ê mêyze dikin, viya riwangeheke neraste û berovajê viya KODAR sîstemeke ku bê gûhartina sînoran, esas girtina hêza leşkerî û şer ji bo çareseriyê hewldana avakirina civakekî dike ku hemû gelên Kurd, Fars, Belûç, Ereb û Tirk(azerbaycanî) û … di nav xwe de dihewîne û lixwe digre. Vî modêla çareseriya KODAR ne li dijî dewletane, belku konfederalîzma demokratîk û yekîtiya civaka medeniye û di wê baweriyê deye ku hewldanên diplomatik yên dewletan bi tenê nikarin çareseriyê pêş bixin.
ENCAM
Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî, pêwîste rêveberiya civakî bi şêwazên desthilatxwazî û xwe rêveberiya demokratîk weke hev nebîne. Rêveberiya demokratîk û hêza hegemonîk dû paradîgmaya rêvebirinên cûdane. Rêveberiya desthilatxwaz bi riya belavkirina ferdperestî hewl dide civakê parçe bike û qeyranan kurtir bike. paradîgma netewa demokratîk ya KODAR ê wekhevî li ser esasê berçavgirtina rengên cûda û azadiya civakê dike armanca têkoşînên xwe. Her hemwelatî û endameke netewa demokratîk xwedî sê erk û misyone:1ـ erkên ronakbîrî. 2ـ erkên exlaqî. 3ـ erkên siyasî. KODAR bi sûdwergirtin ji wan hersê madeyane dozde pirsgirêkên civakê çareser dike. Dervey wana jî, gûhertina qanûna bingehîn ya Îran’ê bi qanûnên demokratîk pir giring û jiyanî dibîne. Pêwîste qanûnên bingehîn de bi şêwazekî vekirî Îran weke welatê hevbeş yê hemû gelan, zayendan, bawerî û nasnameyên cûda bê pênase kirin û garantiya wiye jî di piratîkê de pêşkêş bike. Berdewamiya rewşa niha ne mûmkine. Pêşengtiya gelên Îran’ê û mafê wane ji bo gavên piratîkî rewa û parastiye, tenê bi esas girtina civak û qebûlkirina daxwaziyên wan, çareserî pêş dikeve.
KODAR Civaka DemokratîK û Azad A Rojhilat’ê Kurdistan, di pêşengtiya pêkhateyên civakî û rewşenbîrî de modeleke neteweyê demokratîke. Pirskirêkên KODAR bi netew-devletê yê heyî re, qanûnî û resmî naskirina îradeya wiye ye. Rûxmî ku giringî dide rêxistinên qanûnî û rêxistinên demokratîk, lê belê di egera ne qebûl kirina dewlet Îran’ê de yê rê li pêşiya dû otorîte û rêvebiriyên cûda vebike ku bi xwere kur kirina nakokî û aloziyan çêbike. Eger ew daxwazên civakê di projeya ku hatî pêşkêş kirin de ji aliyê dewleta Îran’ê de bi awayekî erênî neyê bersiv dayîn berovajî viya serlêdanên înkar, tûne kirin û rêbazên dervey mirovahî bide diyarkirin ku KODAR yê ji bo otorîte û rêvebirya yêk alî bikeve nav hewildan û têkoşînê de.
Komelgeha Demokratîk û Azada Rojhilat’ê Kurdistan (KODAR) û Partiya Jiyana Azada Kurdistan (PJAK)
21 -04-1397(12-07-2018)