Dersim Tolhildan
29 ê Hezîrana sala 1925 an de Şex Seîd û hevalê wî yê dozê ji aliyê dadgeha Şark Îstîklalê li meydana Dağ Kapiya a Amedê ji ber sucê xiyanet li welat kirine tên darve kirin. Ew welatparêzên ku naxwazin welatê wan têkeve bin venêrîna (kontrol) netew dewletekî dinji bo parastina Kurd buyina xwe serîhildane wan weke îxanet li welat kirine tên bi nav kirin. Tirkiye bi tasvîb kirina welatê ku tav lê naçe ava, yanî Îngîltere bi hezara leşkerên xwe dişînîn herema Kurdistanê a ku raperîn lê çêbune û raperînê bi awayekî xwînî serkut dikin.
Bi hezara Kurd tên qetil kirin, jinên Kurd bi tecavûzê re rû bi rû dîmînin. Zarokên Kurd hatin asîmile kirin, ji welatê xwe hatin veqetandin û ew dane malbatên Tirk. Gelekî ji wan hîn akîbeta wan ne diyare.Bi hezaran Kurd li trêne hatin siwar kirin,bi rojan tî û birçî u di nava qirêjiyê de ji bo bajarên Tirkan şandin mişextiye (sirgûn).
Nazî dema ku Cihû yan qetil dikin rêbaza siwar kirina trênê bikar tînîn, nexwe Naziyan ev rêbaz ji Tirkan mînak girtine. Gelekî ji wan mirovan nekarîbune bî salan biçin cih û warên ku lê hatinê dinê û lê mezin bune. Zimanê wan ê dayike hatiye qedexe kirin,zarokên wan zimanên cuda xwendin û nîvîsandinê fêr bune.
Îro qebreke Şex Seîd nîne, tê gotin ku di bin Surên Amedê de cîhêkî daye . Ew dewleta faşîst dijminahiyeke wisa bi Kurda re dike ku , ji bo mirov neçin ser qebra wî duayekî nekin qebreke jî zede dîbînin.
Sal 1999, ji rojan 29 ê Hezîranê ye. Cîh girava Îmralî ,saloneke dadgehê . Pîştî dadgeh kirineke weke mîzansen, ji bo Rêberê gelê Kurd ji ber sûcên hewil dayina parçe kirina dewleta Tirkiyê û xiyanet li welat kirinê hûkme darve kirinê hate dayin. Sal cuda ye, lê roj heman roje,sûcdar û îddîa jî heman tiştin. Çawa şandeya dadgeha ku Şex Seîd darve kir derewîn bu , şandaya vê care jî derew bu. Hûkûm berê de hatibu dayîn , ji ber bîryar ji aliye merciyên siyasî ve hatibu dayîn . Rêberê gelekî bî vî rengî xwastin li dîka dîrokê de rakin.
Li ser 29 ê Hezîrana sala 1999 an tam 19 sal derbas bu. Bîryara ku hate girtin wê dîrokê de eşkere kirin, ne rast hatinek bu. Dewleta Tirkiyê xwest peyamekî bide. Dewleta Tirk welatparêzên weke Şex Seîd,Seyîd Riza ,Elîşer, Zarîfe, Bese qetil kirin ji bo xwe kiriye weke adet her dizanibu ku dikare liser Rêberê me jî wê pek bîne. Lê Rêbertiya me bi berxwedan û tekoşîneke ji hêza mirovekî zedetir, plangeriya navdewletî vala derxist. Li gorî hesabên dewlete dema ku Rêbertî were girtin tekoşîna gelê Kurd jî wê xelas be, wê gerîlla tasfiye bibe û gel jî dev ji tekoşînê ber de. Lê ev hesap negirt. Rêbertî pêvajoya Îmraliye weke zayina sêyemîn bi nav kir, zivirand cîhekî muazzam a berxwedan û paradîgmaya modernîteya demokratîk û cîhê înşa kirina wê. Plangeriyê xwest Îmraliye bikin gor, lê îmralî ji bo tekoşîna azadiya Kurd bu cîhê nû da ji xweliya xwe afirandinê.
Plangeriya navdewletî wê berxwedanê tu car hezim nekiriye. Fikir û tekoşîna Rêbertî ne tene di Kurdistanê de, hemu Rojhilata navînde dest pê berhemên xwe dayinê dike . Zanîna wê rastiyê ji aliye hemu cîhanê di heman demê de mînak girtin û hevîya ku dide nayê hezim kirin. Rê nîşandan a Rêbertî a ji bo siyasetê hezim nakin. Girêdan buyin û heskirina gelê Kurd a ji bo Rêbertî hezim nakin. Kesên ku dijberî pergalêne Rêbertî dipejirînin û qebul dikin.Rêbertî weke Serokê gelan pênase dikin wê jî hezim nakin. Ji ber vê ye ku salane tecrît û îzolasyoneke tirsnak tê pek anîn. Pêdîvîyên herî mirovane jî tên qedexe kirin. Polîtîkayên çav tirsandinê tên rêvebirin.
Pêwîste ev qet neyebîr kirin , tecrîta ku li ser Rêber Apo tê pêk anîn, li ser gîştî Kurdistanê tê pêk anîn. Erîşên ku li ser Rêbertî çedibin li ser hemu Kurdan çedibe,gîştî Kurdistan di bin tehdehiyê de hîştine. Azadiyê Rebertî azadiya me ye, pêwîste neye jibîr kirin ku em çiqas azad bibin Rêbertî jî ewqas azad dibe.
Şex Saîd beriya ku jiyana xwe dest bide wiha dibêje , dibe ku hun îro li vê derê min darve bikin, lê vê bizanibin yên ku ji min şundatir werin , wê hesabê vê li we bipirsin. Va ev roja jî, roja ku hesab tê pirsîne ye.