Zîlan Vejîn
Serhildanên gel ku îro li hemû bajêr û navçeyên Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêşdikevin, ji pirsgirêkên kor ên ku bi dehan sal e didome û ne hatine çareserkirin û ji bo çareser nebin jî her astengî ji hêla rejîma desthilatdar ya Îranê hatiye derxistin, çavkaniya xwe digire. xala ku yek ji sedemên bingehîn ya krîza siyasî û pergalî ya di Îranê de pirsgirêka makezagonê (Zagona Esasî) ye. ji ber ev makezagon bi têgihiştin û zihniyeta netew-dewlet, desthiladarî ya zilamsalar hatiye amadekirin û li ser civakê hatiye ferzkirin. Modela netew-dewlet ya heyî bi tu awayî pirsgirkên civakê çareser nake, nexasim rê li ber alozî û qeyranên hîna mezintir vekiriye. Di vê makezaonê de dijîtiye pir eşkere li beramberî mafên netew, etnîk, bawerî, jin û hwd. heye. Zagonên rejîma Îranê ji desthilatdariyê re ev raye daye ku heya dawî civakê bi pergaleke antî-demokratîk ya hiyerarşîk ku ji saziya Rehberî bigire heya Vîlayetê Feqîh û hêzên Spah û Îtîlaatê, herwiha bi dadgeh û darizandinên xwe ve civakê biperçiqîne, mudaxeleyê hemû qadên civakî bike û nehêle ku civak nefes jî bistîne.
Di nav rejîmê bixwe de jî çemk û ferasetên cuda yên di nav nakokî de hene, wek mînak nakokiya di navbera reformxwaz û ûsûlgerayan (muhafezekaran), nakokiya di navbera hêzên leşkerî û Spahê, nakokiyên desthiltdariyê di navbera Ehmedî Nejad û Xemeneyî û hwd. têne dîtin. Lê belê ev tev di nav pergalê bixwe de ne, ji bo wan parastina berjewendiyên pergalê, hebûna pergalê tê wateya hebûna wan jî, lewre tucar li kêleka gel û daxwaziyên gel cih nagirin. Çemka muhafezekar bi qasî dikare bi zext û tundî êrîşê civakê dike, çemka reformxwaz jî ku niha nûnertiya wê Rûhanî dike jî ji bo berjewendiyên xwe yên desthilatê serî li ber muhafezekaran ditewîne, di heman demê de potansiyela muxalefetê ya gel lîberalîze dike, rûyeke nerm ji rejîmê nîşan dide. Ku em dibînin di dema Xatemî û Ruhanî de jî heman polîtîkayên hişk û kujer li ser civakê pêk hatin. Niha ev her du çemk îflas kirine û xeteke nû ya siyasî ya ku bi destên gel û li gor daxwaziyên wan ên demokratîk, dadwer û azadî derdikeve holê. Divê civaka Îranê vê çemka demokratîk baş fêm bike, xwe li gor wê birêxistin bike û li derdora vê çemkê proje û planên xwe yên çareseriya qeyrana Îranê bihone.
Çamka demokratîk xwe dispêre modela çareseriyê ya netewa-demokratîk ku xwerêveberiyên demokratîk ji bo hemû gelên Îranê esas digire. Di çarçoveya vê modelê de gelên Îranê dikarin di bitûniya xaka Îranê de yekîtiyeke mezin ya siyasî, parastin, aborî û çandî ava bikin. Bi qasî ku rêveberiyên xweser û xwecihî li gor her herêmê were avakirin û ev herêm bi xweseriyên xwe di pergala giştî ya netewa-demokratîk de cih bigire, dê ev ji bo gelên Îranê çareseriya pirsgirêka ji netew-dewleta merkezî be. Lê rêya gihiştina vê pergalê jî ji yekîtiyê derbas dibe. Ger yekîtiyek ji hêla gelan di vê pêvajoyê de pêş nekeve, ne tenê dê rejîm derbasê pêvajoya guhertinê nebe, herwiha dê Îran ji destwerdanên derve û hêzên berjewendîxwaz ên navxweyî re jî vekirî bimîne. Gelên Îranê tenê bi yekîtiya demokratîk dikarin hemû nirx û mafên xwe yên rewa biparêzin û pergaleke demokratîk li Îranê saz bikin.
Di pêvajoya heyî de ji bo gelên Îranê hêzeke pêşeng ya demokratîk ku bikaribe xwedî li vîna rêxistinî û siaysî û şoreşgerî ya gel derkeve heye. Divê ev hêz bikaribe ku ji bo hevbeşbûna civakê û têkoşîna hevbeş ji tevahiya pêdiviyên gelên Îranî re bibe bersiv. Encex hêzeke wiha hevgirtî ya ku ji pêkhateyên cihêreng ên Îranî pêk bê, dê li beramberî faşîzma rejîma Komara Îslamî bisekine û eniyeke mezin ya têkoşînê di her qadê de pêş bixîne.
Di 11’ê mehê li parlementoya Ewrûpa bi navê “Konferansa Yekîtiya Demorkatîk ya Gelên Îranê” dê konferanseke berfireh lidar bikeve. Di vê konferansê de li kêleka pirsgirêkên gelan, dê pirsgirêkên civakî, jinan û ciwanan jî were gotûbêjkirin û di heman demê de rêya çareseriya demokratîk were ziman. Nûnerên pir pêkhateyên Îranê, gelên Ereb, Belûç, Fars, Azerî, Kurd, Lor û beşên civakî di serî de tevgerên jin û ekolojist, karker û hwd. beşdarî dikin. Em di wê baweriyê de ne dê ev konferans di vê pêvajoyê de roleke girîng hilgire ser xwe û ger ku konferans eniyeke yekgirtî ya demokratîk ava bike dê ji bo guhertineke şoreşgerî ya demokratîk li Îranê jî bibe zemîneke xurt.
Em weke PJAK ji bo avakirina eniyekê ku hemû ramanên siyasî, rêxistinî û hêzên ewlehiyê tê de bicivin amade ne û li gor nêrîna me dê ev konferans ji bo avakirina eniyeke wiha hevbeş bibe destpêkeke girîng.
Herçend ku hêzên navnetewî yên hegemon bi salan e ku mijara mûdaxeleya leşkerî li beramberî Îranê dikin rojev û ji bo vê plan û projeyan dadirêjin, lê belê em ji bîr nekin ku hêzên werguherîner hêza gel bixwe ye. hêza ku şoreşên rasteqîn avabikin hêza gel e. Mînaka vê ya şênber jî me di şoreşa azadiyê li Rojava û Bakûrê Sûriyê dît. Lê mudaxeleyên ku li ser hin welatên Erebî çêbû, bi xwe re şoreş çênekir, belku krîzên civakî-siyasî kûrtir kir û hîna jî li Efxanîstan, Iraq, Sûriye, Yemen, Lîbya û Misirê şer û pevçûn carna bi şîdeteke mezin, carna jî bi awayeke ji nav ve didome.
Di vê pêvajoyê de ku gelê me li ser lingan e û ruxmî êrîşên hovane yên rejîmê jî dest ji têkoşînê ber nade, roleke pir mezin dikeve ser milên partî û rêxistinên siyasî, herwiha rewşenbîr, rêxistinên jinan, mafên mirovan û tevahiya rêxistinên sivîl. Lewre di konferana Yekgirtina Demokratîk ya Gelên Îranê de jî divê ku tevahiya van beşên me behsa wan kirî bi şêwazeke aktîf beşdar bibin, bi mîsyona xwe ya dîrokî tevbigerin, ji bo pêşiya civakê vekin û ronî bikin xwedî proje û plan bin.
Me wek PJAK û sîstema Konferderal KODAR’ê di warê çareseriya pirsgirêkên li Îran û Rojhilatê Kurdistanê de proje, bername û stratejiya xwe bi şêweyeke pir zelal daniye holê û pêşkêşî gelan kiriye. Projeyên me hemû gelên Îranî û beşên civakî digire nav xwe û ji pirsgirêkan re çareseriyên mayînde û demokratîk tîne. Ji bo me çareseriya pirsgirêkên gelên Azerî, Belûç, Fars, Ereb û hwd. hemû pêkhateyên civakî, bawerî û nasanme ji hev qut nînin û çawa ku ev gel xwedî dîrokeke hevpar li ser vê axê ne, bi heman rengî pêşeroja van gelan jî bi hev ve girêdayî û pergala pêşerojê jî divê bi bitûniyeke wiha be.
Pir eşkereye ku dema pergalên Netew-dewlet ku yek ji lingên esasî ya modernîteya sermayedar e, bidawî bûye. Êdî dewletên bi yek netewî xwe pênase bikin nebûne bersiv û nabin bersiv jî. Li Îranê jî pergala netew-dewlet çavkaniya pirsgirêkan e. Rejîma Îranê hêzeke statukoparêz a hişk e û di vê de jî bi israr e. Guhertinê qebûl nake. Li beramberî vê ger ders ji welatên mîna Tirkiye, Iraq, Efxanistan, Sûriyê û hwd. wergirin dê bibînin netew-dewletên desthilatdar tenê xitimîn, şer û pevçûnê çêdikin. Bi modela Netewa-Demokratîk ku hemû pêkhate di çarçoveyeke demokratîk de di welateke hevbeş de dijîn. Çêbûna dewletên piçûk ên bi navê nasnameyên olî an jî etnîkî bi navê azadiyê jî dîsa encama heman zihniyeta desthilatdar e. Ji bo vê pêwîste gelên me bizanin ku çareserî tenê ruxandina rejîma heyî û bi şûna wê çêkirina dewleteke nû nîne, çareserî di Îrana demorkatîk de avakirina pergalên federal-konferderal demokratîk in. Mînaka federasyona Bakûrê Sûriyê tecrûbe û ezmûneke baş ji bo Rojhilata Navîn e û dikare ji ezmûnên wê ji bo Îranê jî sûd were wergirtin.
Ev konferans divê bi bîranîna tevahiya kesên ku di serhildanên dawî de bi awayeke lehengî li ber xwe dane û şehîd bûne, hem pêşkêşî wan were kirin, hem jî ji bedelên gelê me dide, daxwazî û hêviyên wan re bibe bersiv. Konferansa Yekgirtina Gelên Îranî van şehîdan wek pêşengê têkoşîna azadî û demokrasiyê nas bike û li ser armanca wan xebata xwe bi pêşve bibe. Bi vê baweriyê ji niha ve em ji hemû kedkarên vê konferansê re serkeftin dixwazin û hêvî dikin ku zemîneke xurt ji bo têkoşîna azadî û demokrasiyê ya gelan pêş bixin.