Tara Berfîn

Merheba hevalê min ê hêja.
Merheba rêhevalê dilgeş.
Canfedayê doza pîroz!
Hevalê bi rûmet, îro bi taybetî min xwest ji bo te binivîsim, ruxmî ez dizanim diviya hîna ji mej ve min silav û hestên xwe bi bask û per bikira û heya ba te bişanda. Lê nedibû, ji ber edî ez nema mîna berê bi hêsanî dest davêjim pênûsê. Pir tişt di qirika min de dimînin. Min ne ku qet neceriband. Hin caran min lênûs girte destên xwe. Lê min ê çawa û bi kîjan pejna hibrê hestên xwe birijanda ser kaxezê, ez tirsiyam rengê peyvên min xwînî bin. Her min ew taloq kir u teslîmê demê kir.
Ma ne bi qewle pîr û kalikan “Dem dermanê her derdî ye”. Min jî bi ya pîr û kalan kir û her birîna xwe bêderman hişt û li benda zeman mam. Ku çi bibînim zeman jî xayîntiye li me dike. Derdê hemû bêçareyan derman dike, lê dîsa ku zaroken vî welatî dibîne, pişt lê dike û qet ku nedîtibe rêya xwe digire û diçe. Ma ne di helbestek ku ji bo dayika te hatibû nivîsandin de jî wiha dihate gotin “Xweda yan em ji bîr kirine, yan jî qet nêz welatê me yê jibîrçûyî nabe.”
Bi min nekene! Ez jî dizanim pirsa min dûr û direj diçe û bersiva wê jî çîrokeke direj e, lê dîsa jî ez dixwazim bersiva wê bigrim. Ma ne tu bi sizayê Muharebê (dijîtiya Xweda) hatî darizandin. Ruxmî ku ez dizanim tu evîndarê xweşikî û delaliyanî. Tu yê çawa nifir li Yezdanê dilovan bikî? Ma di hemû pirtûken pîroz de Avestaya Zerdeşt, Zebura Dawud, Qurana Mihemed, Încîla Mesîh, Tewrata Îbranî û Mishefa Reş a Êzî de jî hemû peyv û
gotin li ser bingeha ku em bixwînin, zane bibin, ronî bibin u yekîtiya hev saz bikin nehatine rezkirin?
Di kîjan ji wan pirtûkên muqedes de ji xirabî û kirêtiye re bangewazî te kirin?
Rehevale min e hêja, ma te jî nedigot ku “dive ew tişten pak û pîroz ên ku nirxên me ne, her werin parastin. Li beramberî Ehrîmen û Dehakan, dive em xwedî li ronahiyê derkevin.” Le hevalê hêja! Kesen ji xwe re dibêjin nûnere Xweda yê li ser rûye erdê, bi gotina “Bîsmîlah” û “ya Xweda” ji te re, ji evîndarê rêya pîroziyê re sêdare danîn û bi kuştina zarokekî azad, peymana Xweda û însan binpê kirin.
Ez dema li te difikirm qet naxwazim dîmenê te li ber sêdareyê bibînim. Qet li te nayê ku bê giyan û bê deng di nav destên beîmanan de bixuyî. Dema tu têyî bîra min, rûyê te yê bi ken û bextewerî li ber çavên min zindî dibe. Dîmenek bi çavên ronî, hêvî û baweriya te ya mezin diteyise.
Em tenê çend meh li heman qada têkoşînê bi hev re bûn. Le ez jî wekî her hevale/î xweş bi esalet û jîrbuyîna te hesiyam. Jixwe ji bo naskirina mirov zêde dem û peyv jî hewce nakin. Enerjiya te ya pozîtîf li doraliya te belav dibû. Ne tenê heval, tu di nava gel de jî hem hêvî, hem têkoşer bû. Qet ji bîra min naçe roja em bi hev re hildikişiyan Çiyayê Xedarê. Em ber bi Rojhilatê Kurdistanê ve dimeşiyan. Rêheval şehîd Gulistan Koçer jî di vê rêwîtiyê de bi me re bû û ev yekem meşa min û wê ber bi Rojhilat ve bû. Dema cara yekê me xwîdana eniya xwe dirijand ser teht û axa Xedarê û hilke hilka me bû, em ji westane bêhal ketibûn, lê di dilê me de kelecana dîtina Rojhilat jî hêz ava dikir, te bîranînen xwe yên di vê rêya dirêj de dubare dikir. Bi caran, bê rawest û bê westan te berê xwe dabû vî çiyayî. Ev çiya dema hilkişîne ji bo te dibû xatirxwestin ji hevalan û dewamkirina kar û xebatê,
dema daketine jî dihat wateya hevdîtin û xebatên n,. Qet min pêwîst nedîtibû ji te bipirsim ka te çend caran ev hilkişîn û daketin dubare kiribû. Jixwe her rêwîtî ji bo me dibû destpêkekî nû. Em wê carê komek ne zêde mezin bûn. Me li ber çemê Xedarê behn veda û berê xwe da diyarê ku roj lê hiltê, beriya her derê roj tê peşwazîkirin. Em jî diçûn ku mizgîniya hilhatina rojê bidin wan. Mizgîniya roja nû… Ji kêfa me re payan nîn bû. Elbet te ji me bêtir kêfxweşiya vê dijiya. Ji ber tu ji me bêtir bi êş û keserên wan aşîna bû. Te di temenekî piçûk de barê şoreşê hilgirt û di demeke kin de jî jiyanîbûna xebata şoreşa civakî fêm kir. Lewma dema piranî heval li Bakûr gêrîlatî dikirin, te berê xwe dabû Rojhilatê welêt. Te jî dizanî ku hewce dike li vî perçeyî jî xebatek xurt û berfireh bihata meşandin. Ji bo li Rojhilatê welat gelê me bi mafê xwe bihese û doza mafên xwe bike, têkoşîna zanyarkirin û rexistinbûyînê pêwîst didît. Wekî çawa Rêheval Egîd û hevalen pê re bi taybet li Botane û bi giştî li her dera bakurê Kurdistanê bangeşiya çekdarî kiribûn û ev jî bibû bingeha tevgera gel, li Rojhilat jî di serî de diviyabû xebata propaganda û rêxistinbûne bihata destpekirin.
Te jî şanaziya cihgirtin di destpêkeke wiha dîrokî de dijiya. Lewma dûrketin û veqetîna ji hevalan nedibû pirsgirêk. Jixwe hevaltiya ku tevgera azadiyê ava kiriye tu sînoran nas nake. Te bi temenê xwe yê pir ciwan meşandina karekî wiha zehmet dabû ser milê xwe û bêguman ji bo bikarî di civakê de xeta Apoyî bidî runiştandin, bikarî pirsgirêkên civakî çareser bikî û li dijî politikaya dijmin taktîkên rast pek bînî, heya asteke bilind xwe ava kiribu.
Niha jî ew roj li ber çavên min e, dema em ketin gundeke nêz Selmasê û te bi dengekî berz û bawermendî nêrînen xwe derbarê pirsgirêka madeyên hişbir de dianî ziman. Bi mesel û biwêjan, bi çîrok û serpêhatiyan mijara xwe dida fêmkirin. Kal û pîr, dayik û ciwan bi baldarî li te temaşe dikirin, her gerîla heybetek xwe heye. Li ber çavên wan jî ev gerîlayê ciwan lê bi zanebûnê dagirtî kamilbûneke mezin îfade dikir. Jixwe gel dema hogir û egîdên xwe dibîne şad dibe û pişta xwe qahîm hîs dike. Te jî têra xwe bersiva vê pêdiviya wan dida. Çendî xweş bûn ew şevên tarî yên havînê ku em çekdar, bi lez û kelecan diketin gunden herî dûr. Me serî li pir malan dida û ji neçariyê jî di her malekê de herî kêm du çay vedixwar. Me bi axaftin, nîqaş û gotûbêjên dûr û dirêj
dixwest hem nêrînên tevgerê bi wan re parve bikin, hem jî ji pirsgirêkên wan re bersiv bibînin. Vê yekê jî pewîstî bi tecrube û naskirine didît. Tu di vî milî de jî ji pir pelekanan hilkişiyabuyî. Hema navê hemû malbat, eşîr, gund û taybetiyên wan, aliyên wan ên çê û neçê kit bi kit te dizanî. Çendî kefa malê dihat dema te behsa çîrok û serpehatiyên wan ên dîrokî dikir. Wan jî li gor xwe hin tişt li ser zêde dikirin û sohbet diket rêya dîrokê.
Lê hertim em rastî malbatên welatparez jî nedihatin, carna dibû qet derî li ser me venedibûn. Carna jî me bi caran li deriyê malê dixist, jina malê bi dengekî tirsok û nizim digot “kes li malê tune.” Li beramberî vê bersivê, êdî em elimîbûn ku divê hevaleke jin biaxive da ku ew bawer bikin, em jî diketin navberê “derî veke dayê, em heval in.” Te hema didît derî vedibû û me bi kefxweşî hev hembez dikir. Ne em mêvan bûn, ne jî ew malovan.
Em yek bûn, heval û zaroyên wan. Lewma dema qanî dibûn em heval in, edî mal dibû ya me jî. Lê ma gerîla dibe li ciheke bimîne? Piştî bêhnekê me bi hêviya hevdîtinê xatir dixwest û wan jî bi çavekî tejî hêvî, lê hinekê jî hezîn li deriyê ku em jê derketibûn dinêrîn. Ji ber wan jî dizanî dibe her çûnek bêveger be. Pirî caran jî wiha bibû. Her wekî xatirxwestina te ya dawî ji wan, ji me. Roja te pûşiya xwe ya morîkirî ji me wergirt û tu çûyî…
Rêhevalê min ê delal, 7 sal borî bi ser şehadeta te. Ez dikim nakim nikarim bawer bikim ku tu îro asîmanê welatê me dixemilînî. Hîna jî ji min re giran tê. Tu jî dizanî ku henasegirtin dema dûrî û venegerînan çendî zor e.
Ma me jî bi hev re kêm rondik barandin li pey wan rêhevalên ku bêxatir çûn. Yên ku çûn û me soz da em şopa wan qet bernedin. Niha tu jî tevlî vê karwana mezin buyî. Piştî tu şehîd bû, pir tişt qewimîn…
Pir tiştên nû, hin xweş, hin nexweş bûn. Lê ya herî girîng her wekî ku Rêbertiya me got: “Xeta azadiya
civaka mirovahiyê tevgera xwe xurt kir.” Li hemû herêman, bi taybet li Rojhilata Navîn zivistana mejî û wîjdanan dihele û niha bihara azadiya gelan dibişkove. Ew şilêrên te ji wan pir hez dikir, li her derê şîn tên. Lê ew bêriya te û we dikin. Bêriya xunava germ a berbanga sibehê ku ji rukeniya ruyê we dadikete ser pêlên wan. Ey rukenê welatê roje! em jî pir bêriya we dikin. Niha ku demsal bi şahiya biharan hemû diqulipin ser cejna gelan, em bi hesret li cihê ku we vala hiştiye dinêrin. Piştî çûna te, agirê azadiyê bilindtir bû. Ew kesên xwe hakim û serwerên mutleq dibînin ji textên xwe yên zêrîn dikevin erdê û li her meydanê banga azadiyê bilind dibe. Dîsa dîrok şahidiya esaleta gelên Rojhilata Navîn dike û li beramberî her cure zext u zordariyê, bedenên ji êşê şewitî xwe dikin agir û wiha jî bi hilma bedena xwe cemeda bi salan dihelînin Ev qêrîn niha li seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bilind bûye û li her derê deng vedike. Ma şahî û cejnek ji vê mezintir jî dibe?
li tevahiya Kurdistanê bircên serdestên zalim û bêwijdan têne ruxandin û hîna jî tekoşîna di navbera azadî û koletiyê de bi hemû dijwariya xwe didome. Gelek rêhevalen hêja jî tevlî vî dengî bûn, wekî Heval Simko, Sarya, Sakîne, Delal, Bedran, Azê, Nalîn, Hêlîn, Nûjiyan, Azad û lehengên din ev kelam berz kirin.
Dijminê roniyê dîsa li ser xeniqandina daxwaziyên gelê me li hev kirine. Rejîma faşîst a Tirkiye û Îranê bi hevkariyeke mezin erîşî gêrîla, gel û Rêbertiya me dikin û dixwazin dengê bilindbûyî mehkûmê bêdengiyê bikin. Lê ew axa bi kîmyawî û bi bombeyên balafiran tê şewitandin ji berê bêtir dest bi afirandin û zayînê kiriye. Jixwe welatê me bi her xencera lê tê xistin, zêdetir diber û dilxwazê azadiyê dibe. Çiyayên me jî bi rika neyar û çavnebaran xwe asê û qahîmtir dikin. Jixwe gerîla ew çend tirs û xof xistiye dilê dijmin ku êdî nema dizanin bi çi awayî xwe biparezin. Bi hemû çavkoriya xwe ve dest bi êrîşan kirine. Ji mêjî û dilên jehrîn ma tiştek ji bilî jehrê tê hevîkirin? Li beramberî çalakiyên qehremanî yên hevalan li pir deran komkujiyên hovane pêk anîn. Lê ew bedenên reş û şînbûyî, ew cendekên şewitî ku ne dayik û bav, ne dost û xizman karîn wan binasin, ew bedenên bêserî û lingên bê qewde hemû pêl bi pêl tevlî zerya têkoşîna gel bûn. Dijmin keştiya Îmraliyê xirab kiriye û hewaya li ser giravê bi ewran tarî kiriye da ku têkîliya gel û Rêbertiyê qut bikin. Le xafil ji wê ne ku di behra nêrînên Rêbertiya me de hewce bi keştî nake û ev gel baş melevanî dizane û asîmane wê jî her safî ye. xafil ji wê ku li dora ROJ’e bi milyonan dilên ji agir helqe çêkirine. Tu bend û dîwar jî li peşberî vê pêwendiyê nikarin bibin kelem.
Ere! Rêhevalê heja, wekî tu jî pe dizanî bihara şoreşê hatiye welatê me. Lê haya me jî heye ku tu zayîn bêyî êş nabe. Ji bo kulîlkek serê xwe ji bin erdê rake divê di serî de zikê axê biqelişîne. Ji bo bihara me jî êş û janên mezin têne kişandin.Wê ev ax biwelide û nalenala wê, ne ji ber nexweşiyê, nîşaneya vejînê ye. Zayîn bê xwîn û bedel nabe, wekî çawa te jî ji bo azadiyê giyana xwe bêyî ku kêliyeke dudilî bijî gorî kir, bedêlekî giranbuha bû, lê hêjayî vejîn û nirxê mirovbûnê ye. Rêhevalê hêja! di ser şehadeta te de çendîn sal dibihorin û îro nav, têkoşîn û berxwedaniya te û hemû rêhevalên şehîd bihara me hêşîn dike. Li we pîroz be, waye bihara azadiyê hatiye. Ez ê vê nameyê bi dawî bikim û dîsa ji te re binivîsim…
Silav û rêzên şoreşgerî