Evîn Nejdet
Li Kurdistanê du bûyerên pir girîng, hemwext qewimîn û yekê gelê me pir kêfxweş kir û ya din jî pir xemgîn kir û di dîroka vê axê de wek rojeke reş û tarî ya xiyanetê divê were darizandin û tucar neyê jibîrkirin. Lê belê ya ku were darizandin çiye? Ev ji bo ku bibe ezmûn, rast bi destgirtin hewce dike.
Di serî de bûyera xweş ya qewimî, em bigrin dest. Reqa paytexta DAIŞ û axa ku piraniya gelên wê Ereb, lê ji gelên Kurd, Ermen û hwd. re jî malovanî kiriye, bêtirî 5 salan di destên hêzeke herî tarî ya dij-mirov de bû. tenê dîmenên wan jinên ku bi girî û fîxan şervanên xort ên YPG’ê hembêz û ramûsandin were berçavgirtin, asta hovîtiya DAIŞ’ê û êşên bi niştecihên Reqayê dane kişandin, dê baş were hîskirin û fêmkirin. Reqa bi têkoşîna hevbeş ya Kurd, Ereb, Êzidî, Sûryan û bi taybet jî jinan hate azadkirin. Ala QSD’ê ku li ser avahiyên herî bilind yên Reqayê hate daliqandin temsîla xet û nêrîneke hevbeş ya gelan, herwiha temsîla îdeolojiyekê dike ku di herêmê de heya niha guhertinên pir cidî bi xwe re aniye û dê bîne jî. Li çerxerêya herî sereke ya Reqayê postereke dêwasa ya Rêber Apo hate danîn ku, pêwîstî pê heye were gotin damezirîner û mîmarê azadiya Reqayê Rêber Apo ye. Lewre azadiya Reqayê pêşkêşî Rêber Apo hate kirin.
Di berdêla vê azadiyê de bi sedan şervanên leheg yên Kurd, Ereb, Tirk û ji gelên rojavayî jî şehîd bûn. Azdiya Reqayê serkeftina gelan e. Serkeftina projeya Netewa-Demokratîk e. Ji ber hêz û morala ku şervan ber bi serkeftina Reqayê ve bir, ev felsefe bû. Netewa-Demokratîk hemû gelan hembêz dike, wan li derdora nirx û armancên jiyaneke hevbeş û demokratîk tîne cem hev. Lewma bi bihayê canê xwe şervan pêşve çûn û gelên herêmê jî bi dilgermî û kêfxweşiyeke mezin cenga mezin ya Xezeba Firatê hembêz kirin.
Li Rojhilata Navîn şereke dijwar diqewime, rojane li nav gelê sivîl de bi şêweyeke herî bê exalq û bêrehm de teqînên mezin tê çêkirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest didin. Rojane bajêr, tax û mal têne hilweşandin. Di navbera mirovan de nasname dibe sedema dijminahiyê. Zarok, jin, kal, sivîl, herkes ji ber nasnameyên xwe yên etnîkî, olî, mezhebî û zeyendî wek dijmin têne dîtin û kutşin.
Lê Bakûrê Sûriyê şervanên QSD’ê, YPG, YPJ û YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Êzidî) ji bo bikaribin zarokan ji destên DAIŞ’ê rizgar bikin xwe kirin mertal. Jinên temen mezin, kesên kal û nexweş li pişta xwe kirin û gihandin cihên ewle. Xwarin û vexwarina xwe bi kesên sivîl re parve kirin. Bi rûyeke geş û bawermendî ew pêşwazî kirin, bêyî ku bipirsin nasnameya we ya etnîkî, bawerî û mezhebî çiye. Bêyî ku tu ferq û cewazî deynin navbera wan, ew ji destên çeteyan derxistin û ji bo dawî li reşe-şeva wan ya salan bînin, dilop bi dilop xwîna xwe rijandin erdê. Reqa bi xwîna şervanên Kurd, Tirk, Ereb, Elevî, Sûnî û hwd. hate paqijkirin. Lewre azadiya Reqayê cejna mirovahiyê, roja destpêkeke nû ji bo dîroka mirovahiyê ye. li wan çerxerêyên ku mirov hatin serjêkirin, jin hatin recimkirin, îşkence li zarokan hate kirin, niha rûyê bi ken yê Reqayiyan derkeve pêşberî objektîfên kamerayan. Jin paçên reş li ser bedena xwe diavêjin û bi cilên herî rengîn derdikevin meydanan, stran dibêjin, tîlîlî dikêşin û bi dileke rehet li kolanan digerin. Dizanin jiyana wan bi ewle ye, dê êdî ji ber jinbûna xwe rastê heqaret û îşkenceyê neyên. Lê hêjayî gotinê ye ku, ew ê hîna pir matmayî bimînin. Ji ber şervanên ku bajêrê wan rizgar kir, dest tejî hatine. Ji wan re dê nêrîn û projeyên jiyaneke wekhev, azad ya ku di tu derê cîhanê hîna pêşneketiye jî pêşkêş bikin. Jinên Reqayê dê komînên xwe ava bikin, meclîsên xwe yên xweser û giştî damezirin. Di xebatên aborî, perwerde, dad, çand, siyaset û hemû beşdên din de bi pergala hevserokatî û wekhev beşdar bibin. Şervanan li kêleka azadiya Reqayê ji wan re pêşerojeke ron û tejî azadî jî aniye.
Dema ku gelê Reqayê ji ber kêfxweşiya azadiya Reqayê bi pêşengtiya şervan û jinên Kurd rondikên kêfxweşiyê dibarand, li başûrê Kurdistanê jî gelê Kurd ji ber çemka PDK-YNK’ê ya netew-dewletê ku bû sedem Kerkûk, Mexmûr, Şengal, Xaneqîn û hwd. bikevin destên Heşdî Şebî, rondikên xemgîniyê û şikestineke mezin jiya. PDK-YNK di esas de du partiyên ku bi feraseta netewperestiyê hatine damezirandin û hewldana wan ya esasî jî bûna desthilatdariya başûrê Kurdistanê ye. Netewperestî û pergala netew-dewlet nexweşiyeke ku pêşî li dîtina rastiyan digire, nahêle ku mentiq û wîjdan, herwiha pêşdîtin û nirxên esasî yên mirovbûnê werin dîtin. Komkujî û nîjdakujiyên li Ewrûpa, Rojhilata Navîn, Emerîka û Efrîqa qewimîn û hîna jî didomin berhema vê hişmendiyê ne. Nîjadperestî, olperestî, mezhebperestî û zayendperestî lingên bingehîn yên netew-dewletê ne. Ji ber vê li herêmê, zihniyeta netew-dewletê dişibe benzîna bi ser agir de were rijandin. Jixwe li Kurdistan û herêmê ji ber nebûna pergaleke demokratîk ya ku gelemperiya civakê hembêz bike, hertim xeteriya gurbûna nakokiyên olî, etnîkî, mezhebî di naverastê de radigire, di salên dawî de pirî caran ev nakokî pê hate leyîstin. Di sala 2014’an de dema ku DAIŞ êrîşê Başûrê Kurdistanê kir, plana herî esasî jî ew bû ku şereke demdirêj ya gelê Kurd-Ereb, Şîe-Sûnî, Misliman-Xirîstiyan, Misliman-Êzidî, Tirkmen-Kurd pêşbikeve. Gerîlayên HPG, YJA-Starê pêşî li pêşveçûna DAIŞ’ê girtin û plan vala derket.
Lê belê PDK-YNK bi nêzîkatiyeke ji berpirsyarî dîrokî-siyasî bêpar û apolîtîk, tenê ji bo bikaribin ji hêzên herêmî û navnetewî bêtir tewîz wergirin, netew-dewleta Kurd xistin rojevê û ne tenê dewletên hakim yên Kurdistan dagir kirine, nerazîbûna dewlet û hêzên navnetewî jî bi xwe re anîn. Hestên nîjadperestiyê di nav gelên herêmê de jî geş kirin. Li bajarek wek Kerkûkê ku hemû niştecihên wê bi sê zimanên Kurdî, Erebî û Tirkmenî dizanin, bi hezarê salan bi awayeke aram van gelan bi hev re jiyan kir û xweşî û nexweşî parve kirin, bi yekcar ala herêma başûrê Kurdistanê di nav dengê çepik û kêfxweşiya Tirkmen, Ereb û Şîeyan de hate daxistin, ala Dewleta Iraqê hate hilgirtin. Ji ber, yên ku bi navê vê alê siyaset meşandin nekarîn zihniyeta desthilatdar ya netew-dewletê derbas bikin û wiha jî ruheke hevbeş bi gel û nasnameyên dîtir yên li başûrê Kurdistanê bidin avakirin. Wan tovê nîjadperestiyê çandin û fêqiya cihêxwazî û parçebûnê jî çinîn. Lewre dema ku bûyera 16’ê cotmehê were damezirandin, di serî de pêwîstî pê heye ku xeta netew-dewlet û hemû erdhejên wê baş were tehlîlkirin û wiha encam were derxistin. Nexwe em bi tewanbarkirina Heşdî Şebî, an jî gelê Ereb, an jî Şîe, herwiha bi tewanbarkirina hin rayedarên di nava PDK-YNK’ê de jî nagihîjin çavkaniya pirsgirêkê. Herwiha hin kes fêr bûne ku ji hêzên navnetewî palpiştiyê bixwazin, xwe dispêrin wan, ev jî bêvînbûn e. Nayê pejirandin.
Gelê me yê Başûrê Kurdistanê pêwîste bi têgihiştina Netewa-demokratîk ya ku hemû gelan, cihêrengiyan hembêz dike, pergaleke ne merkezî û xwecihî ya Xweseriya Demorkatîk ji bo xwe jî projeya çareseriya pirsgirêkan bizanibe. Bi taybet jî ger şoreşa Rojavayê Kurdistanê û destkeftiyên gelê Kurd ên ku ji hêla Rêber Apo ve hatine avakirin, were berçav girtin, dê were dîtin netewa-demokratîk mifteya çareseriya, ne tenê Başûrê Kurdistanê, herwiha demokratîkirina Iraqê ye jî. Ev jî neyê jibîrkirin ku PDK û YNK ji pêdiviyên başûrê Kurdistanê re nabin bersiv. Bi têkçûna xeta netew-dewletê li başûrê Kurdistanê re, miyada van partiyan jî dawî pê hat. Çareseriya pirsgirêka Kurd û aloziya li Başûrê Kurdistanê projeya Rêber Apo ya Netewa-demokratîk e.