Ji bo raya giştî
Hemû destkeftiyên roja îro berhema keda kolektîf ya mirovahiyê ye. Li ser vê bingehê di roja Kedkarên Cîhanê de, em vê rojê di serî de li avakerê keda cewherî û parêzvanê wê Rêber Apo û pakrewanên ku di oxira jiyaneke birûmet û xwedîderketina keda mirovahiyê canê xwe feda kirin, bi taybet li Kedkarên Rojhilatê Kurdistan û bi giştî li kedkarên Kurdistan û cîhanê pîroz dikin.
Di serdema modernîteya sermayedar de ku hemû nirx û kedên mirovahiyê rastê mêtîngeriyeke dijwar tên, xwedîderketin û parastina kedê mijar û têkoşîneke girîng tê hesab. Lewre di hemû qadên jiyanê bi vê zanebûn û ferasetê, her kesê/a ku ked dide û berheman ava dike, di heman demê de pêwîste ku ji bo xwedîderketin li berhemên xwe û bilindkirina van nirxan di çarçoveya berjewendiyên civakî de bibe têkoşer û berxwedêr. Derveyî vê keda ku tê dayîn û xwîdana ku tê rijandin, dê bikeve nav çerxa yekdestiya modernîteya kapîtalîst û xizmetê mezinbûna klîka serdest ya mêtînger bike. lewre pêşwazîkirina vê rojê divê ji hêla tevahiya beşên civakê ve ne wek rojeke cejn û şahî an jî rojeke ji rêzê, bibe roja hevgirtineke xurt û pêşvebirina têkoşîna ji bo ked û jiyana azad.
Li welatê Îranê li jêr desthilatdariya rejîma Komara Îslamî yek ji saheya ku ji her hêlî ve li jêr zext û zordariyeke mezin de ye qada kedê ye. Polîtîkayên mêtînger yên aborî dibe sedem ku rêjeyeke mezin ya civakê bêkar û ji berhemdayîna civakî dûr bimînin, ev jî rê li ber alozî û krîzên giran vedike. Di heman demê de aboriya ku di destên desthilatê de yekdest bûye, civakê neçarê karên herî zehmet û derveyî ewlehiya kar dike. Komara Îslamî wek piraniya çalekiyên sivîl û rewa, pêşiya rêxistinbûna qada kedê digire, hercure xebatên sendîkayên kedkaran asteng dike, rojane dawî li karên karkeran tînin û heqdestên wan bi awayeke derveyî exlaq tê desteserkirin. Muxalefet û çalekiyên nerazîbûnê jî ji hêla hêzên mîlîtarîst ve tê astengkirin. Rojane li ser hejmara zarokên karker jî zêde dibe. herwiha ked û berhemên jinan ji nedîtî ve tê, mêtîngeriya li ser jinê bi şeklekî sîstematîk û li hemû saheyên civakî pêk tê.
Rejîma dagirker ya Îranê li beramberî gelê Rojhilat û coxrafya Kurdistanê polîtîkayên mêtîngeriyê dide meşandin. Di encama van polîtîkayan de çavkaniyên jêr-erd û ser-erd ên Rojhilatê Kurdistanê û keda civakê di asteke bilind de tê talankirin, derfeta kar û kedê ji holê tê rakirin. Lewre xizanî û bêkarî parçeyeke polîtîkayên “bi birçîkirinê terbiyekirin” ya rejîmê ye. Gel ji bo debara jiyana xwe neçar dimîne ku bi bihayê canê xwe, li ser sînoran kolberiyê bike û rojane jî di encama êrîşên rejîmê de jiyana xwe ji dest bidin.
Di esas de ne tenê qada aboriyê, hemû navendên keda mirovahiyê bi mêtîngeriya modernîteya sermayedar re rûbirû ye, lewre jî dawîkirina vê sîstemê û avakirina pergaleke keda azad û pîroz yek ji erkên girîng e. Li ser vê bingehê hewcehî heye ku civak xwe bi feraseta rast ya ked û jiyana wekhev û adîl birêxistin bike û bi vê rêgezê jî qadên 1’ê Gulanê bikin qadên xwedîderketina nirx û kedê. Di vê çarçoveyê de em bang li gelê xwe yê welatparêz û kedkar û hemû beşên ku di zanebûna girîngiya azadkirina kedê de ne, hevgirtin û yekîtiya xwe pêş bixin û bibin pêşengên têkoşîna ji bo azadiyê. Bi bawerî û îdeayeke xurt dubare vê rojê li hemû azadîxwaz û kedkaran pîroz dikin.
BIJÎ 1’Ê GULANÊ ROJA KEDKARÊN CÎHANÊ!
BIJÎ YEKÎTÎ Û HEVGIRTINA KEDKARAN!
Silav û rêzên şoreşgerî
Meclîsa PJAK
29.04.2017