Di 2’ê mehê de bi hevkariya çeteyên Erdoxan û çeteyên Barzanî re, berdewamiya fermana 73’an li ser gelê me yê xwedî û parêzvanê axa pîroz, gelê Êzîdî êrîşeke hovane û dij-mirovahiyê pêk hat. Di serî de em ji şervanên ku xwestin pêşiya vê êrîşê bigrin û bi awayeke lehengî bûne mertal û şopdarê Derwêş û Edûleyan û bi destên xayînan şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr tînin, ji gelê me û malbatên wan re sersaxî dixwazin, herwiha ji hemû şervanên azadiyê ku birîndar bûne re jî şîfaya acîl dixwazin.
Ola Êzî ku yek ku baweriyên herî kevnar û pîroz a van axan e, hertim bûye navgîna ronahî û geşiya ji bo mirovahî û gelê me. Lalişa Nûranî û Şengala pîroz ne tenê cihê hêşînbûna ola Êzidî, herwiha ji jiyana aştîyane re jî dergûşî kiriye. Lewre li vê herêmê gelê curbecur û baweriyên cuda jî karîne ku bijîn û heya ku hêzên desthilatdar êrîş nekirin, Şengal cih û warê jiyana yekgirtî û parveker bû. Lê belê ev axa ku dibû îlhama vê jiyanê, hertim rastê êrîş, talan û qirkirinê hatiye, 73 ferman bi ser de derbas bûye. Fermana herî dawî ku di 3’ê meha Tebaxê ji hêla çeteyên DAIŞ’ê ve pêk hat, birîneneke pir xedar ji bo gelê Kurd û lekeyeke reşe di dîroka vê sedsalê de ye. Divê ku gelê me û tu derdor vê rastiyê jî jibîr nekin ku Şengal di encama bazara di navbera hêzên AKP-PDK û çeteyên DAIŞ’ê de, hate firotin û gelê me rastê trajediyeke mezin hat. Di qonaxa ku li ber çavên hemû cîhanê komkujiya gelê me yê Êzidî pêk dihat û hebûna wan di metirsiyê de bû, şervanên YPG-YPJ û herwiha gerîlayên HPG, YJA-Starê wek 12 swarên Derwêş berê xwe dan Şengalê, di ecama şehadeta bi dehan rêwiyên azadiyê de gelê me yê Êzidî ji komkujiyê hate rizgarkirin.
Bêguman ji bo gelek ji êrîşan xwe biparêze divê ku bibe xwedî hêza parastin. Gelê me yê Êzidî bi tecrûbeyên ku ji vê fermanê fêrbû, dest bi avakirina yekîneyên xwe yên parastinê, rêxisitinbûnên xwe yên rêveberî û hwd. kir. Lewre divê dost û dijmin bizanibe ku gelê me yê Êzidî ne wek berê ye, bi feraseta parastina rewa, ne tenê keç û xort, ji 7 heya 70 salî tevahiya civaka ma ya Êzidî birêxstinbûyî ye. Lewre di êrîşa ku 2’ê mehê qewimî û pir eşkereye ku êrîşeke ji hêla çeteyên AKP-PDK ve hatiye organîzekirin, bi berxwedaniyeke bêhevta sekinî û bersiva di cih de ji van hêzan re raber kir.
Lê belê divê gelê me Kurd, li her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê bizanibe ku dewleta Tirkiyê ku qirkirina Kurdan wek armanc û sedema hebûna xwe daye ber xwe, di vê rêyê de bi hemû hêzên xayîn û berjewendîxwaz re ketiye nav danûstendinê. Hevdîtina herî dawî ya Berazanî û Erdoxan, di esas de di xalên li dijî berjewendiya şoreşa Rojava, êrîşa li ser qadên Parastina Medya û dubare dagirkirina Êzîdxanê bûye. Jixwe ev êrîş beşek ji konsepta li beramberî têkoşîna azadî û rûmetê ya gelê me ye. Lewre hewce dike ku têkoşîn û berxwedana li dijî vê êrîşê jî Kurdîstanî be. Ji ber vê yekê gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî ku bi ruheke netewî û dileke hevgirtî Kobanê, Cizîrê û Şengal di rojên berxwedaniyên dîrokî de hembêz kir, pêwîst dike ku îro dîsa bi heman rengî, bi seferberiyeke topyekûn helwesta xwe ya Kurdistanî nîşan bide û ji çeteyên ku ji bo dagirkirina axên pîroz û azad xeyalên pûç û vala dikin, dersa hewce bidin.
Ji bo azadkirina Şengalê, bi dehan ciwanên Rojhilatê Kurdistnanê jî tevlî berxwedanê bûne û hin ji wan rêhevalan wek Kawa Sine, Dilgeş Rojhilat, Gulçîn Makû canê xwe feda kirin. ew rêheval bûne perspektîf û rênîşanderên yekîtiya netewî û hevgirtineke azad.
Niha plana li ser Şengalê û gelê Êzidî bidawî nebûne, rewşeke awarte di holê de ye, heya ev rewş dawî lê neyê û çete ji herêmê venekişin pêwîst dike gelê me, ji bo xwedîderketina li ola kevnar, ji bo agirê dîroka me li Êzîdxanê netefe, ji bo hewara jinên Êzidî neyê jibîrkirin bi serhildanên girseyî, bi pêşengtiya jin û ciwanan xwepaşandan bikin. Encex berxwedan dê pêşiya êrîşên li ser gelê me û welatê me bigire. Lewma hewce dike em di van kêliyên hesas û dijwar de, destpêkê pêşî li êrîşa li ser Şengalê bigrin, dawî li polîtîkaya xayîn û dij-kurd bînin û ji bo jiyanekek hevgirtî û azad, berxwedanê bigihînin lûtkeyê.
Li ser vê bingehê em dubare ji gelê xwe yên azadîxwaz ê Rojhilatê Kurdistanê ku xwedî dileke ji agirê têkoşîna li beramberî rûreşî, dagirkerî û xiyanetê ne, daxwaz dikin ku ruhekek bilind a hevgirtinê pêş bixin û li her qadê serî hildin.
Bijî berxwedana Şengal û Êzîdxanê!
Bijî têkoşîna azad û birûmet!
Bijî jiyaneke wekhev û yekgirtî ya gelê Kurd!
Meclîsa PJAK
2017-03-05