8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarê Cîhanê li tevahiya jinan û mirovahiyê pîroz be û hêvîdarin ku ev roj ji bo azadiya jinan û civakê bibe wesîleyeke mezin. li ser vê bingehê hemû jinên ku di berdêla jiyaneke wekhev û azad de jiyana xwe ji dest dane, bi minet û rêzdarî bi bîr tînin.
Hişmendiya demokratîk, wekhevîxwaz û aştîperwer ya jinê ku di roja îro de ji her demê zêdetir di civaka mirovahiyê de divê rengê xwe bide diyarkirin, bi têkoşînên bêhempa ya jinan jî bandora xwe ya mezin çêdike. hest, raman, hîs û wîjdanê jinê ye ku dê bikaribe di atmosfera cîhana heyî de ku rojane bêtir di nav bêhestî, ramanên tevizandî û wîjdanê jibîrçûyî de digevize, deriyeke ronahiyê bide vekirin.
zext û zordarî, destavêtin, kuştin û xwekuştina jinan, alozî û şerên li çar aliyên cîhanê, bêhêvîtî û têkçûna exlaq tev berhemên zihniyeta zilamê serdest e ku ne bi tenê jinan, tevahiya civakê dixeniqîne û bênefes dihêle. Lewre di serî de jin, lê tevahiya beşên civakê, bi taybet jî divê ku ciwan di hewla pêşxistina ronesansa fikir û wîjdan de, ji ya heyî re bi şêweyeke radîkal serî hildin. Heya ku hevgirtineke xurt di navbera jinan û beşên cuda yên demokratîkxwaz di asta navnetewî de pêş nekeve, dê aloziyên civakî, siyasî, aborî û çandî jî hebûna xwe bi dijwarî bidomînin. Lewre jî hewcehî heye ku têkoşîn û berxwedan ji bo gihîştina azadî û jiyaneke birûmet were berzkirin.
jinên Kurd ku bi îdea ne, serdema heyî biqulipînin bi ser serdema şoreşa jinê û azadiya civakê, di meydanên têkoşînê de bi rola pêşengtiyê radibin û hewcehî heye ku ev rol di înşakirina civaka nû ya ku bingeha xwe dispêre şoreşa exlaqî û polîtîk hîna berçavtir derkeve pêş. bêguman şoreşa jinan berhema têkoşîneke domdar û dirêj ya dîrokî ye û ev yek di roja îro de ger ku bi hemû rêxistin û bizavên jinan re bigihîje hev û veguhere çalekiyeke rast û hevbeş dê bi xwe re encamên cîhanî jî bîne. li beramberî zihniyeta ku di derbarê jinê de bêyî ku li nêrînên wê guhdar bike, biryaran digire, dixwaze dîsa çarenûsa jinê bigire destê xwe, qanûn û zagonan bi polîtîkayên xwe yên berjewendîxwaz re didin guhertin, pêşketina reflekseke hevbeş pêwîstiyeke demê ya lezgîn e.
pirsgirêka jinê bê ku tu sînor, netew, çand, herêm û olan ji hev cihê bike, li çar aliyên cîhanê dişibe hev û bi sotînerî dewam dike. Lewre hewcehî heye ku hemû jin li beramberî zextên li ser jinê li her dereke cîhanê bibin xwedî helwest. çawa ku jinên Şoreşger yên Kobanê bûne çavkaniya hêz û vînê ji bo tevahiya jinan, kuştin û revandina jinên Êzidî jî bû sedema xemgînî û nerazîbûneke giştî, ev hestên hevbeş ku me hemûyan elaqedar dike, ger ku bi çalekî û bertekên hevgirtî ya jinan bigihîje hev dê watedar bibe. lewre li beramberî faşîzma DAIŞ-AKP-Buko Heram ku wek hevpeymanekê li beramberî jinê qirkirinan pêk tînin, li beramberî şerê desthilatdariyê yê li Yemen, Sûriye, Efxanistan û …, li hemberî rejîma darvekirin û sengsarê ya Îranê û rêxistinên çete û terorîst ku bênavber jinê hedef digrin, jinên cîhanê bi yek-dengî nerazîbûna xwe nîşan bidin.
em ji bîr nekin ku yekîtiya me, hêzbûna me ye û hêzbûna me jî azadiya me dê pêş bixe. Ev jî ne tenê roja me ya îro, dê pêşeroja mirovahiyê jî bandor bike. Di 8’ê adara sala 1857’an li New York’ê kuştina 129 jinan bû destpêka pêvajoyekê ku êdî nema jin desthilatdarî, bindestî, koletî û zayendperestiyê qebûl bikin. di sedsala heyî de jî pêwîstî pê heye ku jin sîstem û zihniyeta zilamê desthilatdar, bi hemû rêbazên wê yê talan, tecawuz, mêtîngerî û bêçandiyê ango bi tevahî red bikin û di rêya avakirina zihniyet û civaka nû de jî hewleke mezin û pêşeng bidin.
li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ku rûyê zilamê serdest bi awayeke berçavtir hakimiyetê dike, pêdiviya jinan bi têkoşîneke hîna berfirehtir heye. Di her qadê de jin dikarin ji bo dawîkirina sîstema serdestiya zilam, xwe birêxistin bikin, pê re jî jiyaneke bi ewle û wekhev ava bikin. lewre bi munasebeta 8’ê Adarê, em ji tevahiya jinên Rojhilatê Kurdistanê û ji jinên Îranî ji her netew, ol û bawerî, dixwazin ku li qadên têkoşîne bin û helwesta xwe ya li beramberî nêzîkatiyên qirkirina jinê, çanda destavêtinê bînin ziman. ji her tiştekê zêdetir pêdiviya jinan bi jiyaneke wekhev û demokratîk heye, lewre ji her tiştekê jî bêtir lazim dike jin xwe arasteyê têkoşîn û berxwedaneke gelemperî bike.
dubare em vê rojê li tevahiya jinan, herwiha li rêhevalê jina azad Rêber Apo pîroz dikin û didin diyarkirin ku têkoşîna azadiyê yek ji sedema hebûn û jiyana me pêk tîne, bi vê armancê jî emê li ser şopa şehîdên xwe yên fedayî, ew jinên ku bêyî dudilî, canê xwe di berdêla bedewî û heqîqetê de pêşkêş kirin, meşa ber bi lûtkeyên serkeftinê xurtir bikin.
Bijî berxwedana Jinê!
Jin, Jiyan, Azadî!
Bijî Yekîtî û Hevgirtina Jinan!
Meclîsa Jin a PJAK’ê