Di serî de em pîlangeriya navnetewî ya 26 Rêbendana 1377 (15 Sibat 1999) roja reş ku li hember Rêberê Gelên Kurdistanê hat meşandin lenet dikin. Îro em gihîştine qonaxekê ku hemû gelên cîhanê rizgariya xwe di birdoziya Rêber Apo û hebûna xwe di berxwedana gelê Kurd de dibînin. Hêzên ku bi pêkanîna pîlangeriya navnetewî hewl dan gelê Kurd ji rûpelên dîrokê rakin, ev yek nexistin hesabê ku bi dîlgirtina Rêber APO re nikarin rêxistin û gelê ku Rêber APO afirandiye û ji nû ve zindî kiriye, ji doza azadiyê dûr bixin. Herwiha hesabê vê nekirin ku Rêber APO di Kurdistanê de bûye çanda jiyan û berxwedanê û nasnameya geleke ku evîndarê azadiyê ye di xwe de dihewîne.

Bi pîlan kirina pîlangeriya navnetewî ya li hemberî Rêber APO, hemû gelên azadîxwaz, kesayetên sosyalîst û demokrasîxwaz hatin hedefgirtin û xwestin pirsgirêka Kurd di herêmê de kûr bikin. Herwiha dîroka sedsal înkar û îmheyê bi gelê Kurd dubare bidin jiyîn. Di çarêka dawî ya sedsalê de deskefiyên ku bi ked û têkoşîna bêhempa ya Rêber APO û gelê kurd hatibûn bidesxistin, hewl dan bi dîlgirtina Rêbertiyê tune bikin. Dewlet, hêzên serdest û hevkaran wan ji felsefeya Rêber APO a ku pergala wan ya sermayedar, kurtêlxwer û statûkoparêz hildiweşîne, ketibûn nav metirsiyeke mezin. Îro ev, ji hêla hemû gelên cîhanê eşkere bûye ku yekane hêza di sedsala 21’emîn de kariye li hember pergala sermayedar û dewlet-netew bisekine û alternatîf pêş bixîne, felsefa Rêbertiyê ya ku wek xeta sêyemîn tê binavkirin e. Ya ku li Rojava, Başûr û Bakurê Kurdistanê li hember êrîşên dij-mirovahiya DAIŞ-çeteyên AKP’ê li berxwe da û dide û dijmin bin xistiye jî bîrdozî, felsefe û ruhê Apoyî ye. Lewre gelê Kurd, dostên wê û hemû gelên azadîxwaz ên cîhanê di vê baweriyê de ne ku ji êrîşên terorîstî û komkujiyan, rizgarî û azadiya mirovahî dê bi azadiya Rêber Apo pêkan be.

Dewlera Îranê ku bi kiryarên xwe yê dij-mirovahiyê li ser gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, xwedî dîrokeke reş e; bi taybet bi êrişên hovane ku di 3’ê Isfenda sala 1377’an li beramberî gelê me yê ku li dijî plangeriya navnetewî bi ruhê netewî di nav berxwedanê de bû, nîşan da ku beşek ji vê pîlangeriya qirêj e. Gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê bi têgihiştineke bilind a di têkoşîna azadiyê de û ruhê welatparêziyê li dijî plangeriyê serî rakir û pir bedelên giranbuha jî da. Ev jî ji bo Rojhilatê Kurdistanê bû destpêkeke nû ya pêşxistina têkoşîna azadî û gihîştina mafên xwe yên rewa. Bi sedan ciwanên Kurd, keç û xortên leheng jî berê xwe dane refên têkoşîna azadiyê û ev yek jî hîmê rêxistinbûna partiya me PJAK’ê da avakirin. PJAK di esas de bi ruhê berxwedanya 26’ê Rêbendanê xwe kire rêxistin û bû dengê daxwaziyên azadiyê ya gelê me. Li ser vê bingehê em di şexsê şehîdên ku li Rojhilatê Kurdistanê bûne xelekek li dora Rêber Apo, hemû şehîdên ku bi diruşmeya “Kes Nikare Roja Me Tarî Bike” bedena xwe kirin mertalek ji agir, bi bîr tînin û sonda pêkanîna xeyalên wan a azadiya Rêber APO dûbare dikin.

Em careke din vê pîlangeriyê û konseptên ku li dijî gelê me û gelên herêmê di meriyetê de ne, bi nefret mehkûm û şermezar dikin. piştî derbasbûna 18 sal bi ser vê plangeriya qirêj û bêbext hîna jî planên li dijî Rêbertiya me û gelê me dewam dike. Bi taybet tecrîda şidandî ya Îmraliyê, israra hêzên dagirker û kopmlogeer ya di tunekirina hebûn û daxwazên azadiyê ya gelê me îfade dike. Lewre em ji gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, hemû gelên azadîxwaz ên Îranî û kesayetên demokratîkxwaz û sosyalîst dixwazin ku 26’ê Rêbendana îsal bi ruhê sala 1377’an pêşwazî bikin. Îro jî pêwîste li beramberî tecrîda dij-mirovahiyê tu kes bêhelwest nemîne û bi diruşma “Bi Rêberê Azad Ber Bi Welatê Demokratîk û Azad Ve” ji hêzên pîlanger hesab were xwestin. Em dubare didin diyarkirin ku em wek PJAK, azadiya Rêber Apo azadiya xwe dizanin û emê têkoşîna xwe bi vê armanca pîroz tacîdar bikin û ji gelê xwe jî dixwazin ku bi vê perspektîfa şoreşgerî, berteka xwe li beramberî komplogeran û tecrîda şidandî raber bikin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad A Kurdistanê (PJAK)
13.02.2015