Di duyemîn salvegera şahedeta rêheval Bêrîvan Hejar, Şiyar Wan û Hêja Med de em hemû şehîdên di rêya azadiyê û avakirina netewa demokratîk ya Kurd de canê xwe fedakirine bibîrtinin û sonda bilindkirina têkoşînê û pêkanîna xeyalên didin.

Sê rêhevalên me di 3’ê Sibata 2016’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê di encama êrîşên faşîst yên balafirên şer yên dewleta Tirk de şehîdbûn. Li ser hevkariya dewleta Îran’ê û dewleta Tirk hêzên me bûn hedefa êrîşên dagirkerên dewleta Tirk. Ji bo dagirkeran ferqa parçeyên Kurdistanê nake. Eger tu Kurdbî û tu di heman demêde Kurdekî azadîxwaz û bi anorbî tê wê wateyê ku tu di hedefa êrîşên dagirkeran de yî. Her sê hevalên şehîdbûn nûnertiya sê beşên Kurdistanê dikirin. Her sê heval jî di xebatên perwerdekirin û rêxistinkirina gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê de cih digirtin. Ji bo demokratîzekirina Îranê, avakirina pergala xweser û demokratîk li Rojhilatê Kurdistanê û azadiya jinê bi hemû hêza xwe têkoşiyan û di oxira vêde jî canê xwe fedakirin.

Hevala Bêrîvan endama meclîsa me ya PJAK’ê bû û ji bo rêxistinkirina gel û jinan têkoşîneke mezin da. Bi îradeyeke mezin li dijî hemû zêhniyetên paşverû sekinî û di rêya jina azad de qet gav bipaşde ne avêt. Hevala Bêrîvan Hejar li dijî zilma pergalê û zilamê serdest tevî ku zewicîbû û zarokên xwe jî hebû berê xwe da nava refên azadiyê de. Bi coş û eşqeke mezin û riheke ciwan li pey pêkanîna xeyalên xwe çû. Bi beşdariya xwe gelek ezberan xira kir. Vêya îspat kir ku eger jin bizewice û zarokên xwe jî hebe dikare dîsa li pey xeyalên xwe biçe.

Hevala Bêrîvan di dil û rihê hemû hevalên xwe û gelê xwede cih girt. Kesayeteke tije hezkirin û bi eşqa jiyanê dagirtîbû. Ji ber vê ti carî û ti demî ji bo bigihije armanca xwe astengiyan nasnekir û bi astengiyan re bi awayeke wêrek karî têbikoşe.

Heval Şiyar ku ji bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê jî bû bi eşqeke mezin di nava têkoşîna Rojhilatê Kurdistanê de cih girt. Rêhevalek ciwan, têkoşer û tije enerjîbû. Heval Şiyar hem li qadên hindir di nava gelê Rojhilat de ma hem jî li Herêmên Parastina Medyayê di xebatên rêxistinkirin û perwerdekirina gel de cih girt. Vî karî bi hezkirineke mezin kir û bi riheke netewî gelê Rojhilat himbêz kir. Ji ber hezkirina xwe ya zêde ya ji çanda Rojhilat re di demeke zûde fêrî ziman û çanda wê bu. Kedeke mezin a rêheval Şiyar di ber gelê Rojhilatê Kurdistanê de heye.

Heval Hêja hevalekî zêde kevin nebû lê, exlaq û çanda tevgera Apoyî di asta jor de di kesayeta xwede dabû rûnişkandin. Karî di demeke kurt de bandoreke mezin li pey xwe bihêle. Bi aramî, rêzdarî û fedakariya xwe mora xwe li têkoşîna azadiyê ya Rojhilatê Kurdistanê da.

Li beramber ev ked û hewldana van rêhevalên me yên şehîd ku her kêliyeke jiyana xwe fedayê gelê xwe kiribûn divê gelê me yê Rojhilat jî bi heman awayî di rêya van şehîdên mezin û pêşeng yên Rojhilatê Kurdistanê de beşdarî xebat û têkoşîna azadiyê bibin. Xwedî derketin û hezkirina van hevalan di beşdarbûn û xebatkirina ji bo gelê xwe re derbas dibe. Divê hemû jinên Rojhilat bi rihê Bêrîvan berê xwe bidin xebat û têkoşînê û radestê ew çarenûsa sîstema ji wan re xîz kiriye nebin. Her wiha pêwîste hemû ciwanên Rojhilatê Kurdistanê jî bi rihê rêheval Hêja û Şiyar xwe di ber azadiya gelê xwede berpirsyar bibînin û ala wan a têkoşînê bi serkeftinê tacîdar bikin. Rêya herî rast a xwedî derketina li şehîdan pêkanîna xeyal û armancên wanin. Xeyal û armancên şehîdên me jî avakirina netewa demokratîk a Kurd, demorkatîzekirina civakê û azadiya jinê bû.

Em di wê baweriyêdene ku wê ti ciwan û jinên Kurd serî li ber dagirkeriyê netewînin û jiyaneke birûmet jixwere hilbijêrin. Em careke din her sê hevalên xwe bi rêzdarî bibîrtinin û sonda bilindkirina têkoşînê dibûre dikin.

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)
03.02.2017