Em li hemberê komkujiya gelê xwe yê li Qendîlê kû di encama êrişên hovane yê balafirên dewleta Tirk de şehîd bûne bejna xwe ditewînin û ji malbat û gelê xwe re sersaxî dixwazin. Vê êrişa hovane ya ku tû zagon û pîvanên şer nagire ber çav nelet û nifrîn dikin.

Ev êrişa dewleta Tirk di rastiyê de êriş ser helwestê gelê me yê li Başûrê Kurdistanê ye. Êrişeke siyasî û pir bi zanebûn gelê me yê vê herêmê hatiye armanc kirin. Hedef ji vê êrişê pêşî li rihê netewî yê gelê me li beşûr bigre û ji ber helwesta bi rûmet ya gelê me di van demê davî bi hirs bûne. Dewleta Tirk pir bi avayeke vekirî di vê qonqxê li Kûrdistanê dest bi şerekê tune kirinê kiriye, hem li Rojava, hem Bakûr û herî davî bi êrişên hewayî ser Qendîlê axa Başûrê Kûrdistanê armanc dike. Ev êriş û qetliamên dewleta tirk pêwîste ku di milê gelê kurd de tenê weke êrişeke ser PKK neyê dest girtin. Ev êriş siyaseta nû ya dewleta Tirk û hevkarên wane ku armanc dikin vê qonaxê bi giştî gelê Kurd ji devrê derxînin û bi qirkirinekê re rû bi rû bihêlin. Bêdengiya li herêmê nîşan dide ku yê her kes çavê xwe li vê qirkirinê re bigre, ji ber ku ev êrişên ser hereketa Azadiya gelê Kurd li gor berjiwendiyê pir hêzane. Ji ber ku berxedana di milê PKK de li Rojhelata Navîn pêş ket planên pir hêzan li hev xistibû û vala derxistibû. Wan hêzan bi rêya caniverê xwe DAIŞ’ê hewl didan ku herêmê ber bi şereke dijwar û qirkirinên mezin bibin û şûnda mûdahile kin, lê berxwedana gelê kurd ev plan bê bandor kir. Şêwazê lêdanên yê balafirên Tirkan ji celadiya DAIŞ’ê tû cûdahiya xwe nîne. Zarok û jinan armanc dikin. Ev lêdanên ser axa Başûrê Kurdistanê û şehîd kirina gelê me tecavûz û dagirkeriye. Bi tu şêvazî ev êrişên ser gelê me neyên qebûl kirin. Dewleta Tirk salane ku bi balafirê Îsraîl û piştgîriya derve êriş ser insanên medenî dike û tû dijbertiyek nîne. Berî salan Kendekolê heman tişt kir, li Roboskî û îro jî li Qendîlê heman komkujiyê dike. Bêdengî û hisab nexwastina van qetliaman ser gelê me bêgûman rastiya hevkariya her kesê bi vê dewleta faşist re eşkere derdixîne ber çavan. Gelê me pêwîste ku heya ku dewleta Tirk û hevkarê vê kiryarê bên teombarkirin û hesaba van kiryarên xwe bidin gere ser pêyan bin.

Ger dewleta Tirk bi avayeke wisa rihet û bê tirs hemû zagonên mirovahî û şer bin pê dike û wisa hovane êriş ser gelê me kir, ji daxûyanî û helwestê Hûkûmeta Herêma Kurdistanê hêz girt. Bi avayekê pir vekirî hûkûmeta Barzanî ev êriş di milê dijminê Kurdan re rewa dît. Pêwîste ku Hûkûmeta herêmê li hemberê gelê Kurd helwesta xwe bi avayeke vekirî diyar ke, ku piştgîriya kê dike bi navê kê siyaset dike. Heya ku hisabê van kiryaran neyê dayîn gelê me li Başûrê Kurdistanê pêwîste ku vê hûkûmeta heyî rewa nebînin û bi ti şêvazî weke nûnerên xwe negrin dest. Berdewamkirina vê siyaseta KDP dibe sedema qetliamên hê mezintir û pêşîvekirina qetliamên ser gelê me. Ji bona desthilatdariya xwe qûrbankirina zarokên vî welatî yê tû car selteneta Barzanî û Erdoğan ser linga negre. Bila kes ser qetl kirina gelê Kurd ji xwe ra hêviyên serkeftinê û planên qirêj nekin. Gelê Kurd bi berxwedanî û rihê xwe yê netewî, hovên wekî DAIŞ bê bandor kirin. Faşîzma Erdoğan û xewnên hevkarên wan jî bêgûman yê bi aqibeta DAIŞ’ê re rû bi rû bimîne.

Em bang li gelê xwe dikin ku bi xwedî derketin ji şehîdên xwe û serî rakirin hemberê van komkujiyan vê siyaseta qirêj û hovîtiya ser gelê me pûç kin û derseke dîrokî bidin dijminên xwe. Yê ev kiryarên dijminên gelê Kurd heya ku şervaneke azadiya vi gelî hebe bê bersiv nemîne û mirovahî û gelê me yê bi rûmet jî yê hisabê vê bi berxwedana xwe bide.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê – PJAK
01.08.2015