Ji sala 2011 şûnda li Rojhelata Navîn ji bona gelê Kurd qonaxeke nû ya têkoşînê derket pêş. Li herêmê ji bona pêşvebirina dagirkeriya ser Kurdan berê çeteyên weke DAÎŞ dane gelê Kurd û her çar parçê Kurdistanê bisedan şehîd dan û berxwedanên bê wêne li hemberê qetliamên mezin ku ser gelê me li Rojava, Şengal û Kerkûk hatin jiyankirin. Di vê qonaxê li Rojavayê Kurdistanê şerekê mezin yê rûmet û man û nemanê tê jiyîn, heman dem li Başûrê Kurdistanê êrişê çeteyên DAÎŞ’ê tên jiyankirin û li Bakûrê Kurdistanê gelê Kurd di qonaxeke dîrokî de derbas dibe, li Rojhelatê Kurdistanê her roj ciwanên me tên darvekirin û li hemberê hereketên azadiyê êrişên mezin yê tinekirinê tên meşandin. Rûxmê van êrişan, ev dem çarenûsa gelê Kurd di nava xwe de dihewîne û destkeftiyên têkoşîna gelê Kurd her mil û taybet dijminê Kurdan xistiye nava tirs û xofek mezin.

Di vê qonaxa aloz û hesas ku gelê Kurd derbas dibe riheke netewî di pêvajoya Kerkûk, Kobanê, Mehabad, Şengal hat jiyankirin û ji ber vê hevgirtina Kurdan li her çar parçê Kurdistanê siyaseta dij bi Kurd têk çû. Lê belê di van demên davî ku li Bkûrê Kurdistanê pêvajoyeke herî hesas û dîrokî tê jiyankirin û çarenûsa gelê Kurd bi vê yekê ve girêdayî ye pêvîst bû ku parçeyên din yên Kurdistanê jî bi şiyarî û piştgîriyeke mezin beşdarê vê qonaxa li Bakûrê Kurdistanê ban. Rûxmê ku gelê me hestyar û şiyar tevdigere û di ferqa vê rastiyê de ye, lê belê hin hêzên Kurdî bi avayeke dijber tevdigerin û bi siyaset û helwestê xwe darbe li vê pêvajoyê didin. Bûyera ku li Keleşînê qewimî û bûyera ku li Amedê qewimî xizmeta heman siyasetê dikin.

Di demekê ku hereketa azadiya gelê Kurd, PKK ji bona çareseriya pirsa Kurd li herêmê bê eman têdikoşe û di milê din Gerîlayên HPGê bi berxwedaniyeke bê wêne û bi riheke netewî li hemberê êrişên çeteyên DAÎŞ’ê li Başûrê Kurdistanê bedelên herî mezin didin, kişandina PKK nava şerke biratî gelo xizmeta kê dike? Çima di demeke wisa hesas ku di her milî de hemberê PKK provakasyon hene û dixwazin PKK bikişînin nav şer û pêvajoya çareseriya demokratîk ku Rêberê gelê Kurd dest pêkiriye bixetimînin, bûyereke wisa bi rêya hêzeke Kurdî tê jiyankirin. Di vê demê şûna ku hemû hêzên Kurd bi avayeke hesas û pir şiyar hemberê lîstok û şerê ku ser Kurdan tê meşandin tevgerin, hîmê pevçonan vekirin tenê xizmeta dagirkeriya li Kurdistan û taybet Rejîma Îranê û siyaseta AKPê dike. Hem AKP hem jî rejîma Îranê ji van pêşketin û destkeftiyên gelê Kurd bi hirsin û bi rêbazên cûda cûda hewl didin ku vê dema dîrokî ku gelê me tê de derbas dibe gelê Kurd bi kaos û şerekê navxweyî re mijûl bikin û pêşî ji çareseriya pirsa Kurd bigrin. Ev provakasyon û lîstokên ku tên plankirin bêgûman têkoşîna gelê me li her çar parçê Kurdistanê bandor dike. Bi kişandina HDKI û PKK nav şerke navxweyî di milekê têkoşîna li Bakûrê Kurdistanê û pêşengtiya PKK li herêmê hewl diden ku asteng bikin, di milê din HDKI li şûna ku di vê qonaxê li Rojhelatê Kurdistanê têbikoşe û berê têkoşîna wan tê gûhertin. Di vê qonaxê hewl didin Kurdan bi hev bidin şer kirin û dijminê gelê Kurd jî ji vê yekê sûd wergire. Şûna ku di vê demê hereketên Rojhelat bi avayeke hevgirtî û bi şiyariyeke mezin li hemberê siyaseta Îranê bikevin nava diyalog û têkoşîn bikin, bi hatina van lîstokan tenê xwastekên rejîmê re dibin alîkar. Şûna ku bi rêya diyalogan ev pirsgirêk bên çareserkirin HDKI bi avayeke pir dijwar ketiye şerek ragehandin û reşkirina PKK’ê. Ev helwest û nêzîkatî xizmeta gelê me û têkoşîna azadiyê bi ti avayî li Rojhelatê Kurdistanê nake. Ji xwe salane ji ber siyaset û şerê taybet yê rejîma Îranê partî û hereketên Kurd li Rojhelatê Kurdistanê bi hevdû re mişxûl dibin û şûna ku bi hevgirtinek xort li hemberê dijminê xwe yê sereke şer bikin bi reşkirin û vala derxistina hev re mişxûl bûne. Ger Îro gelê me li hemberê hizb û partiyan bê bawer bûye û weke tê xwastin tevlî vê şoreşê nabin ji ber vê nêzîkatî û siyasetê ye.

Em weke PJAK di serî bang li HDKI û hemû partî û hereketên Kurdî dikin ku li hemberê lîstokên ku ser Kurdan tên meşandin şiyar bin û nekevin rewşek ku helwestê wan xizmeta dijminê Kurdan bikin. Hin hêz û milên ku ji hebûna PKK li herêmê acizin bi rêya hereketên Rojhelatê Kurdsitanê dixwazin ku hîmekê şerê biratî avakin. Yê ku dixwazin bi PKK re şer bikin bila bi rêya partiyê Rojhelatê Kurdistanê vi şerê xwe nedin meşandin û gelê me û her hêzek Kurdî jî pêvîste ku lîstokên veşartî yê di bin vê bûyerê de bibînin û li gor wê tevbigerin. Şereke navbera partiyên Rojhelat û PKKê de ti berjiwendiyê xwe ji bona her dû aliyan nîne û her dû alî kişandina nav şer û mijlûl kirin heye. Di vê demê de hevgirtina Kurdan tek rêya çareserî, pûçkirina êriş û planên ser Kurdane.

Em li Rojhelatê Kurdistanê demeke hesas derbas dibin, di her milî de hêzên rejîmê li hemberê gelê me ketiye tevger û rojane sedan kes tên binçavkirin, li hemberê helwesta HPJ dij bi siyaseta li Mihabadê, hêzên rejîmê li hembebrê Yêkîneyên Parastina Rojhelatê Kurdsitanê (YRK) ketiye nava operasyon û hemleyên tinekirinê, di milê din êrişa ku li Mihabadê meşand niha li Şino heman siyaset tê berdewamkirin. Li hemberê van êriş û siyasta ku bi rêya rejîmê tê meşandin hereketên Kurdî di vê demê li Rojhelatê Kurdistanê pêvîste ji her demê zêdetir bi siyaseteke hevbeş û hevgirtineke netewî tevbigerin. Di vê qonaxê de hem hevgirtina hereketên Kurdî hem jî nehatina lîstokên ku ser gelê Kurd tê meşandin ji bona me hemû partiyên Rojhelat erkek demê ye.

Em bang li gelê xwe û hemû hêz û partiyên Rojhelat dikin ji bona vala derxistina van lîstokên ser Kurdan û şermizarkirina siyaseta pişt bûyera Kêleşîn û Amedê ku ji bona gelê Kurd bi êş û giran bû, bi hestyar nêzbûn û bi piştgîriya hilbijartinên HDPê bersiveke herî rast bidin dijminên gelê Kurd.

 

Meclîsa Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê ─ PJAK
06.06.2015