YRK ê bi bûneya salvegera 14’ê Tîrmehê ji bo salvegera şehîdên Şaho û Pênciwînê daxûyanî da û bi bîr anî;

     Wek tê zanîn em di nava meha Tîrmehê de derbas dibin. Ev meh ji bo gelê Kurd û Tevgera Azadiyê xwedî wateyek pir girîng e. Di vê mehê de pir bedelên mezin hatine dayîn, meha tîrmehê meheke berxwedanîyê a ku di oxira jiyanek azad berxwedaniya zindana Amedê hatiye meşandin. Di serî de em vê didin diyar kirin ku, em şopdarên şoreşgerên doza azadiyê ne û em bi minetdarî hemû şehîdên tekoşîna azadiyê û şehîdên meha tîrmehê bibîr tînin û bejna xwe li bernber şehîdan ditewîn in û dibêjin şehîd pêşengên jiyana azadin.  

   Di vê mehê, ji bo me wek yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdidtanê YRKê jî gelek berdêl û şehadetên giran biha di dîrokên cûda cûda çêbûne, rêhevalên me yê ku gihîştine şehadetê bi hemî awayî şopdarên mîraseya berxwedana 14 tîrmehê a ku vejîna gelê kurd ji nûve afirand. Em salvegera duyemîn a şehadetên 3’ê hevrêyên xwe Cengaver Mîkaîl, Andok Tolhildan û Şehîd Raman Rênas, ku di dîroka 14 Tîrmeha 2024, dema li herêma pêncevînê li ser erka xwe bûn. Di heman demê di dîroka 14’ê Tîrmha 2018’an de Şehîd Nûman Amed û Şehîd Mûnzûr, Şehîd Argeş Sine jî dema li herêma ŞAHO-Pawe li ser erka xwe bûn gihîştine Şehadetê bi bîr tînin, di şexsê wan de tevahî şehîdên şoreşê û şehîdên têkoşîna aşîtî û civaka demokratîk bi bîr tînin û bejna xwe bi minetdarî li beramber wan ditewînin. Em soz didin ku di xeta şehîdên xwe yên têkoşînê de, bibin şervan û fermandarên şerê gelê şoreşgerî, û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin. Ji ber şehîdên me temînata jiyana me ya azad in. Hemû hewldanên şehîdên me, di rastiya heqîqeta Rêber Apo de, ji bo ku gelê me bigihêje hebûna xwe û azadiya xwe bi dest bixîne, bê teredût di nava 24 seatan de têkoşîn kirin û berdevam bûn esase.

  Di serî de em ji malbatên Şehîdên xwe yên qehreman û ji hemî gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin. Em li vir careke din didin diyarkirin ku em’ê heta dawî ji bo serkeftinê di riya van Şehîdan heta dilopa xwîna xwe ya dawî bimeşin û xeyalên wan rêhevalên xwe bighîni serkeftinê.

   Di dawî de em diyar dikin ku bi taybet gelê me yê Rojhilatê KURDISTANÊ timî bi xwedî derketina xeyalên evladên xwe yên şehîd rabûn û şopê şehîdên xwe dan jiyan kirin ser vê esasê jî tekoşîna me hîn bêhtir di rêya pêkanîna xeyalên şehîdan dijvartir dibe, careke din em ji hemî gelê Kurd û ji malbatên hevrêyên xwe re sersaxiyê dixwazin û didin diyarkirin ku em heta dawî li pê aramnc û meşa şehîdên xwe bin.

Nivîsên Têkildar