Daxwiyaniyek YRK’ê ;
Ji bo raya giştî;
Wek gelê me û raya giştî dizane di van demên dawiyê de êrîşên hêzên Sipayê Pasdarên ên rêjîma Îranê li ser hêzên me, ji gelek aliyan ve çêbûne. Encama van êrîşan wek YRK’ê me bi raya giştî û gelê xwe re her tim parve kirine.
Bi taybet em vê yekê diyar dikin ku wek YRK’ê bi Êrîş û şerê li ser Îranê çêbûn her tim em di çarçoveya siyaseta xwe û xeta xwe ya sêyemîn me nîzîkatiyên xwe raber kirin. Em nebûn alîgirên tu hêzekê û me tu êrîş li ser Rêjîma Îranê pêk nanîn. Di rewşa herî lewaz ya Îranê de em alîgirê hêz û xeta xwe man. Bi van li hevkirinên dawî yên bi Amerîka re hêzên Sipayê Pasdaran, hêzên ewlekariyê û îtlat êrşên xwe li ser gel û hêzên me pir zêde kirin e. Ji rewşa heyî ya ku tê meşandin sûd werdigrin û hêzên me dikin hedefa êrîşên xwe yên namerd.
Gelê me û raya giştî jî dizane. Ji şeva 27’ê meha Hizêranê heta neha li herêma Mihabad, Gûndê Gageş û dewrûberê wê operasiyoneke leşkerî hatiye despêkirin. Di derbarê vê operasiyonê de di rojên despêkê de me gelê xwe agahdar kiribû û me diyar kiribû ku tu zanyariyek di destê me de nîne.
Di vê operasiyonê de li gorî agahiyên di destê me de û yên ku me ji herêmê girtin e hêzeke mezin tevî çekên giran êrîş birine ser hêzên me. Di van êrîşan de kûştî û birîndarên hêzên Sipa ên pasdaran û wendahiyên wan çêbûne. Di heman deme de 4 hevreyên me ku 2 ji wan hevalên Jin û 2 jî hevalên xort heta dilopa xwîna we ya dawî, li ber xwe dane û bi qehremanî gehaştine şehadê. Di derbarê Nasnameya hevreyên xwe, emê piştre raya giştî û gele xwe agahdar bikin.
Wek Yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê ev êrîşên dawî yên li ser hêzên me çêbûne em’ê di cihên pêwîst de binirxînin û berê jî me dabû diyarkirin ku, ger ev êrîş berdewam bikin wê helwesta me ya beramber van êrîşan cûda bibe û em neha jî careke din diyar dikin ku em’ê bê bersiv nemîn in.