peyama sersaxiyê Hevserokatiya pjakê Ji bo malbata Mela Hesen Nuzhetzade

Bi dilekî xemgîn me xebera  koça dawî ya “Mela Hesen Nuzhetzade”, welatparêzê hêja û mirovê dilpak bihîst. Bi nûnertiya hemû heval û endamên Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê, em sersaxiyê ji malbat û hemû kes û karên Mamosta Hesen Nuzhetazde re dixwazin û temenekî dirêj ji we re hêvî dikin.

Mela Hesen Nuzhetzade welatparêzekî dilnizim û mirovekî dilsozê gelê xwe bû. Rewanşad Mela hesen sala 2004’an beşdarî duyemîn kongreya partiya me bû û weke çavkaniya ruhiye û moralê di bîra me de ma û bû endamê rûmetê yê hertimî yê patiya me. Bêguman welatparêzî û hêza têkoşîna me çavkaniya xwe ji mirovên wisa kedkar û binirx digire. Çuyina wî ya fîzîkî nabe sedem ku ew kesayet û mîrate ji nav me biçe. Ew bû nirxekî gel û welatê xwe û herdem wê di hiş û hedamê me de bimîne.

Dîsan em sersaxiyê ji we re dixwzin, rihê wî şad be, rêya wî pirrêvî û berdewam be…

Nivîsên Têkildar