Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK’ê, bi daxuyaniyekê nasnameya gerîla Serdar Xorasan, ku ji binamaliyeke welatparêz hatiye dinyayê, eşkere kir.
Hevreyê me Serdar Xorasan, di dîroka 14’ê Tîrmeha 2024’an de, li herêma Pêncewînê, di encama êrîşeke hewayî ya balafirên bê mirov a dewleta Tirk ya qirker de, gihîşte şehadetê.
Di serî de em ji malbata hêja ya hevreyê xwe û ji tevahî welatparêzên Kurdistanê re sersaxî dixwazin. Em diyar dikin ku, emê di pêkanîna xeyalên şehîdên xwe de, têkoşîna xwe mezintir û bilindtir dikin. Ser vê esasî bi minetdarî hevreyê xwe Serdar Xorasan bi bîr tînin û soza pêkanîna armancên hevreyê xwe dubare dikin.
Nasnameya Hevreyê me wiha ye;
NASNAV: SERDAR XORASAN
NAV Û PAŞNAV: SECAD SEIDÎ
NAVÊ DAYÎK – BAV: SEMÎRA – ÎSMAÎL
CIHÊ JI DAYÎKBÛNÊ: XORASAN
CIH Û DÎROKA ŞEHADETÊ: 14’ê TÎRMEHA 2024 – PÊNCEWÎN
Derbarê jiyana hevreyê me de;
Hevrê Secad Seidî bi nasnav Serdar Xorasan, di nava malbateke welatparêz de, ku xwedî çand û kevneşopiyeke kevnar a kurdiniyê ye hatiye dinyayê. Ji bo hevrê Serdar di nava malbateke wisa de, ji dayîkbûn cihê şanazî û serbilindiyê ye. Çanda bi kok û qewîm a Xorasanê li ser teşebûna kesayetê hevrê Serdar jî bandor kiribû. Girêdana civaka me ya Xorasanê bi xakê ve, li ser teşebûna kesayetên ku ji wir derdikevin jî bandor dike. Ji bo wê jî hevreyê me Serdar hîna dema ku temenê wî biçûke, rastiya rêjîma qirker û talankar dibîne, li hemberî wî serî hil dide. Dikeve wê zanabûnê de ku, ti carî nikare xwe di nava sîstemeke qirker û talanker a weke rêjîma Îranê de, ku xwe li ser îşkence û îdamê mezin dike, kesayetê xwe ava bike û lêgerînên azad ên jiyanê bike. Bi şerê taybet a ku rêjîma Îranê dide meşandin re, hedef ewe ku ciwanan bê xeyal û armanc bike. Lê belê hevrê Serdar nebû qurbanê vê şerî. Her tim xwe bi koka qewîm a Kurdîniyê girt û dest bi lêgerîna jiyana rastîn a azad kir. Ser vê esasî di sala 2023’yan de, berê xwe da nava refên azadiyê. Hevrê Serdar bersiva hemû lêgerîn û xeyalên xwe, di nava têkoşîna azadiyê de dît. Ji bo vê jî bi temenê xwe yê ciwan bêyî ku ti gumanan jiyan bike, berê xwe da vê riyê û heta şehadeta xwe jî bi serbilindî têkoşîn kir. Hevrê Serdar dema ku beşdar dibe, di perwerdeya bingehîn a seretayî re derbas dibe. Di nava vê perwerdeyê de, dibe xwedî wê angaştê ku dikare li her derê û her xebatê de têkoşîn bike. Tevlîbûna wî ya perwerdeyê û lêgerînên wî, ji bo hemû hevalan bû cihê hêzê. Li ruxmî wê demê nû bû jî, lê belê xwedî gelek biryarên mezin bû. Bi vê înad û biryara xwe, di nava demeke pir kurt de bû xwedî tevlîbûneke pir bi hêz. Cihê xwe di nava dilê hemû hevalan de çêkir. Cihê ku heval Serdar tê de gavên xwe avêtiye şopên xwe hêştiye, ji bo wê di hafîzeya hemû hevreyên xwe de, ciheke mezin girtiye.Di têkoşînê de fedayîbûna hevrê Serdar, ji bo me nimûneyeke. Ji bo vê jî em wê sozê didin ku, emê xeyalê hevreyê xwe ti carî ji bîr nekin. Her tim bi mezinkirina xeyalên van hevrêyan re jiyan bikin.
Ser vê esasî careke din di şexsê malbata hêja de, em ji tevahî welatparêzên Kurdistanê re sersaxî dixwazin û diyar dikin ku, emê têkoşîna xwe bi pêkanîna armanca tevahî şehîdan bi serkeftinê re tacîdar bikin.
FERMANDARIYA GIŞTÎ YA YRK