Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê Nasnameya şehîdekî ku li Pêncewîn gehaştiye şehadetê eşkere kir

Ji bo raya giştî;

Di dîroka 2’ê Îlona 2026’an de hevreyekî me bi navê Çekdar Paytext li herêma Pêncewînê dema ku li ser erka xwe ya şoreşgerî bû, di encama qezayeke na wext de şehîd dibe.

  Di serî de em ji malbata hevreyê xwe çekdar Paytext û ji hemî gelê Kurdistanê yê Welatparêz re sersaziyê dixwazin  

Di derbarê nasnameya hevreyê me de agahî;

Nav û başnav:  Bariş Akan

Navê Kod: Çekdar Paytext

Cihê jidayikbûnê: Amed

Dîrok û Cihê Şehadetê: 2-9-2026 Pêncewîn

Di derbarê kesayeta hevrê Çekdar Paytext de;

  Hevalê Me Bariş Akan bi nasnav Çekdar Amed li nav dilê Kurdistanê de li bajarê Amedê, di nava malbateke welatparêz de çavê xwe li dinyayê vedike. Bi ruhê welatparêziya di nava Malbat û herêmê de tê jiyankirin mezin dibe û ser wî esasî her tim xwe zana û perwerde dike.

Di nava civakê de piştî ku rastiya sîstema Modernîteya Kapîtalîst nas dike riya herî rast ji bo xwe jiyana rêxistinê dibîne. Di nava malbatê de birayekî hevrê me bi navê Nîzam Akan ango Çekdar di sala 1994’an şehîd dibe. hevreyê me navê birayê xwe radike û di sala 2023’an de bi navê çekdar berê xwe dide nava refên gerîla. Di nava refên me de bi dilsozî, heyecan, hezkirina xwe ya beramber jiyan û rêxistinê mohra xwe li dîroka jiyana gerîlatiyê dide. Sekneke ji rêzê ji bo xwe qebûl nake û di demek kin de xwe dighîne asta milîtantiya bi her tiştê xwe re girêdayî Welat û felsefeya Rêber APO. Hevreyê me kêliyên xwe yên jiyana gerîla weha pênase dike; ya esas Rêxistine, her heval ji bo hev canê xwe feda dike. li ser van bingehan wê her tim mîna sembola hevaltî di nava refên me de mezin were jiyankirin

 Wek yekîneyên parastina Rojhilatê Kurdistanê em carek din ji malbata hevreyê xwe ya hêja re sersaxiyê dixwazin û diyar dikin ku em’ê di her kêliyê tekoşîna xwe de bi rûhê bê hempa yê rêhevalê xwe Çekdar jiyan bikin. pêkanîna xewin û xeyalên şehîdên me ya ji bo jiyaneke azad erka me ya sereke ye. li ser vê bingehê em careke din soz didin ku ala wan em’ê bighînin serkeftinê.

Nivîsên Têkildar