Ji bo raya giştî;
Di sala 2016’an de mîna vê rojê bi destê rêjîma Îran û xayinên namerd 12 hevrên me li herêma Dalaho rastî komployeke namerd hatin û di encam de her 12 hevalên me gehaştin asta şehadetê. Wek yekîneyê parastina Rojhilatê Kurdistanê YRK bi minet Brûsk Baz, Bawer Artîn, Dijwar Zagros, Çiya Leylax, Koçer Mîdya, Akif Sîmorix, Cemîl Tolhildan, Xebat Niştîman, Helo Zirêbar, Dara Îdir, Welat Kurdistan û Fuad Şoreşger bi bîr tînin.
Di nava tekoşîna me de wê her tim ruh, cesaret, fedekarî û hevaltiya bê hempa ya rêhevalên me were jiyankirin û di her kêliya tekoşînê de em’ê li ser xeyal û bîranînên wan yên her tim ji bo xwe serkeftin esas digirtin jiyan bikin.
Di salvegera 10’mîn ya şehîdbûna hevreyên xwe de em careke din dûbare dikin ku her tim em’ê li ser Rêbaz û tekoşîna ku dane meşandin berdewam bin û ji bo xeyal û armancê wan gihandina serkeftinê her tim têbikoşin. Li ser vî esasî careke din em ji malbatê xwe yê hêja û ji hemî gelê Kurdistanê yê Welatparêz re sersaxiyê dixwazin.
4-10-2026
Fermandariya YRK’ê