daxiyaniya Navenda Raghandina YRK’ê

Di demên dawî de bi taybet piştî operasyona hêzên spayê pasdaran li ser hêzê me, li herêma Mihabad û şehîdbûna 4 gerîrayên li wê herêmê. Li ser wê bûyerê ji aliyê me ve lêkolîn hate despêkirin. Di wan lêkolînan de carek din hat piştrastkirin ku yê ku bûye sedem hevalên me têkevin bin qontrolê û operasyon û şehadet çêbibe rûyê Kurdê xwe firoş yê bi dijmin re hevkarî dike ye. Ev rû xwe mîna cehş bi rêxistin dikin û mîna Kurmê darê di hûndir de bi dijmin re êrîşî destkeftiyên gelê Kurd dikin, bi her awayî ji dijmin xirabtir darbe lêdidin.

  Di daxiyaniya xwe ya berya neha de, me dabû diyarkirin ku Cehşê bi Navê Omer Dehqan ji ber destê xwe di Şehadeta 4 hevalên me de hebû û di nava operasyonê de cihê xwe girtiye ji aliyê hêzên me ve ji bo tolhildana wê bûyerê hatiye cezakirin. Di vê bûyerê de ne tene ew hin cehşên din ku hevkarî bi dijmin re kirine hatine tespîtkirin û di demên gûncav de wê hesab ji wan were xwestin. Dîmenê çalakiya tolhildana Şehîdên Mihabad ya cezakirina Omer Dehqan di destê me de heye û îro wê ew dîmen li gor seata Rojhilatê Kurdistanê bi şev Seat 9:00’an de li ser kanala telegram a Ofiqî Gerîla wê were weşandin.

Wek fermandariya Yekîneyên Parastina Rojhilatê Kurdistanê careke din em ji wan kesan re hişyariyên xwe tînin ziman û dibêjin’yê ku destê xwe di xwîna gelê me û gerîlayan de hebe û bi nirxên gel bilîzin, bê exlaqî di nava civakê de pêşbixin, karên madeyên hişbir bikin û ciwanên me ji rê derbixin teqez wê bêne cezakirin. Lewma bangawaziya me ji wan kesan re heye ku dev ji çekê dijmin berdin nebin hevkarên kiriyarên dijmin û werin nav refên gelê xwe bi Kurdbûna xwe serbillind jiyan bikin. 

Slav û rêzên Şoreşgerî

12-8-2026

Navenda Raghandina YRK’ê

Nivîsên Têkildar