Navenda Raghandin û Çapemeniya YRK’ê derbarê agahiyên ne rast li ser hêzên xwe daxwiyaniyek belav kir;

            Di van rojên dawî de bi bûyer û şerê ku diqewmin re. Hin desgehên çapemeniyê agahiyên ne rast girêdayî hêzên me bi raya giştî re parve dikin. Berê jî me bi raya giştî re parve kiribû ku pêwîste her kes li benda daxwiyaniyên me be û bi tu agahiyên din bawer nekin.

            Bi taybet neha hin desgehên çapemeniyê agahiyên wisa belav dikin ku li herêma Serdeşt, gûnêdê mûselan û dewrûberê wê 4 gerîlayê YRK’ê di encama pevçûnekê de gehaştine şehadetê. Em dixwazin vê yekê diyar bikin ku li wê herêmê tu pevçûnek di navbera hêzên me û spayê pasdaran çênebûye. Li wê herêmê tu şehadetên me nîn in. Agahiyên ku têne belav kirin heta dawî şerekî deronî û di xwazin di sere gelê me de şêlobûnê bidin avakirin. Ev agahî dûrî rastiyê ne û pêwîste gelê me tu wext bi agahiyên bi vî rengî bawer neke.

2026-07-03

Nivîsên Têkildar