Ji bo raya giştî ya cîhanê
Piştî şerê 12 rojî yê di navbera Îran û Îsraîlê û ragihandina agirbendê, pêlek nû û berfireh ya tepeserkirinê ji riya girtin, çavsorî, dadgehiyên neadîlane û îdamên bilez di Kurdistan û deverên din ên Îranê ji aliyê Komara Îslamî ve dest pê kiriye. Dezgehên ewlehiyê yên rejîmê ji riya tometên nerewa, çêkirina dosyeyên sexte û darizandina girtiyên siyasî, û herweha bi nirxandina yasaya sîxuriyê li parlemento û dezgeha dadweriya rejîmê, rewşek metirsîdar ji bo girtiyên siyasî û rexnegirên hikûmetê afirandine. Li gorî raporan, hejmara destbiserkiriyan heta niha ji hezar/1000 kesan derbas bûye û rêjeya darvekirina girtiyên siyasî zêde û berdewam dike.
Çend roj berî niha bû ku Îdrîs Alî, Azad Şucaî û Resûl Ehmed, sê kolberên Kurd ku bi tometa hevkariya bi Îsraîlê re hatibûn tometbarkirin, hatin darvekirin û niha jiyana çend girtiyên din ên Kurd ji Bokanê ku sê salan berî niha li şoreşa Jîna’yê de hatibûn girtin û cezayê îdamê bi ser wan de hatiye sepandin, li metirsiyê de ye.
Komara Îslamî ya Îranê her gava di şerekî derekî yan pirsekî navdewletî de tûşî şikestê hatibe, heyf û tola xwe ji tevgera mafxwaziya xelkê di hundurê welêt de standiye û niha jî dixwaze tola dorandina xwe di şerê Îsraîlê de ji civaka sivîl, tevgera mafxwaziya gelên Îranê û girtiên bêberevan bistîne. Bê guman, eger Komara Îslamî hest bi givaş û bertekên bihêz ên navxweyî û derekî neke, dûr nine trajediya komkujiya girtiyên siyasî di girtîgehên Îranê de dubare bibe, wekî ewa ku di sala 1988an de piştî pejrandina agirbesta bi Iraqê piştî 8 salan şerê bêencam, bi hezaran girtiyên siyasî di welat de kuştin.
Em tevî nîşandana nîgeraniyên xwe li dor ew metirsiyên ku gefê ji çalakvanên siyasî û sivîl, bi taybetî jiyana girtiyên siyasî dixwen, daxwaz ji:
– Birêz ‘’May Sato’’ rêportera taybet a Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarên mirovî li Îranê
– Navendên navneteweyî ên Berevnakar ên mafên mirovan
– Hemû xelkê azadîxwaz ên cîhanê
Dikin ku bi her awayî ku dikarin dengê xwe li dijî vê siyaseta nemirovane bilind bikin û rê nedin ku Komara Îslamî bê tirs û xem berbibe canê wan xebatkarên ku ji bilî mafxwazî, azadîxwazî, û xebat ji bo başkirina rewşa jiyana xwe û mafên siyasî, sivîl û neteweyî ên xwe ti gunehek nebûne.
Em bang li part û rêxistinên siyasî yên Îranê, saziyan, Îraniyên azadîxwaz û Kurdên diyasporayê dikin ku bi hevdengî, çalakî û aksiyon û civînên xwe, dengê nerazîbûn û bêzariya xwe li dijî vê siyaseta tepeserkar bilind bikin. Bêguman hesta hevsozî û piştgiriya ji bo girtiyên siyasî di nav civatên xelkê Îranê de pir bihêz û xurt e û ev nerazîbûna giştî û tevalî a cîhanî dê ji bo hereket û tevgerek seranserî û Kurdistanî li pêşerojê de xweş û geş bike.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê- PJAK
Partiya Azadiya Kurdistanê – PAK
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDKÎ)
Komeleya Şoreşger a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
Sazmana Xebat ya Kurdistana Îranê
Komeleya Zehmetkeşên Kurdistanê
Komele- Rêxistina Kurdistanê ya Partiya Kumonîst a Îranê
9ê Tîrmeha 2025’an a Zayînî