Rêhevalê min yê hêja birastî jî ez di warê peydakirina peyvên te bidin naskirin û behsa te bikin de xîzaniyek dijîm. Ji ber mirov wêjevanên mezin jîbin lê, li hember hindek heqîqetan dîsa kêm û lewaz dimînin. Eger mijar şehîd bin jixwe ti tiştek nikare wana baş terîf bike. Lê, dîsa jî ez ji bo xwe weke deynekî dibînim ku eşqa te ya azadiyê, tekoşîna te ya heqîqetê û şoreşgertiya te kêm jî be bi herkeseke eleqedar re parve bikim. Eger hewldana min a te dayîna naskirin kêm jî be ezê bi vê hewldana biçûk lê, watedar hewl bidin tovê lêgerîna te ya azadiyê bi lêgerînvanên azadiyê bidim naskirin.Şehîd Felat ji Rojhilatê Kurdistanê bû. Wexta komploya navnetewî li ser Rêber APO pêkhat, vêya hezim nake û di sala 1999’de ji Ûrmiyê tevlî tevgera azadîyê dibe. Heval Felat Rojhilat xwedî hestên bihêz yên welatparêzî bû ku ev jî bû sedem ku li dijî qirkirina çandî û fizîkî ya li hember gelê xwe nepejirîne û nexşe rêya xwe diyar bike. Helbet tenê yek rêyeke heqîqî li pêşiya wê xuyabû ew jî li dijî komploya navnetewî, qirkirina çandî û fizîkî ya li ser gelê xwe ti caran qebûl neke û berê xwe bide refên azadiyê. Ji bo heval Felat vê rêyê hilbijêre helbet gelek sedemên xwe yên mafdar hebûn. Hilbijartineke pir biexlaq ya di rêya heqîqetê dike. Helbet lêgera heqîqetê ya Felat tenê bi gihiştina wargehên azad re nasekine kûrtir û watedartir dibe.

Di nava me de her hevalek bi hindek taybetmendiyên xwe têne naskirin û nasnameyek qezenc dikin. Heval Felat jî herî zêde bi hezkirina xwe ya ji mirov re û hevalên xwe re dihate naskirin. Birastî jî di her warî de rêhevaleke sadiqbû. Bi vê taybetmendiya xwe wer dengdabû ku kesên bi heval Felat re nemabûn jî dixwastin rojek li gel bimînin û hevaltiya wê tam bikin. Ez jî yek ji wan hevalanbûm ku beriya ez pêre bimînim min di derbarê wê de bihîstibû.Ez çûm ew herêma lêdima. Piştî demekê tevî du hevalan çûbûn karekî em gelekî westîyabûn, me dît ku heval hatin û em pêşwazî kirin. Dînamîkbûn û coşa mirovheziya heval Felat bû sedem ku xwîna min bi kela wî.

Piştî naskirina me ji hev re çêbû şûnde kêfxweşiya xwe ya ji bo hatina hevaleke jin ji bo herêma Botanê anî ziman. Ev hindek ji min re seyr hat. Gelo çima hez dike hevalên jin werin herêma Botanê. Piştî ponijandineke kûrt min mereq kir û pirs kir çima bi taybet herêma Botanê, tekoşîna azadiyê îro li her devereke Kurdistanê heye? Heval Felat jî li min vegerand û got; ji ber yekem car bi awayeke fermî artêşbûneke dibin pêşengiya jinên Kurd de li vê qadê pêşketiye. Di heman demê de qadeke avakirina kesayet û fermandarên mezin yên jin e. Bi sedan jinên jixwe bawer, bihêz, bivîn, wêrek, hişmend derxist. Ya rastîn rastiya jinê ya hatiye perçiqandin.

Piştî demekê ji min pirs kir hevalê keç yê rojhilat hatine botanê ?min gotê çima? Wê jî gotê ez pir dixwazim keçê rojhilat berê xwe bidine deryayê dilê çîyayê botanê. Ez cara yekê bûm ez diçûme wê alanê. min jêra gotê ez wê heremê me pir kêfxweş bû. ev nêzîkatî pir bandor li ser min da çêkirin. Sebeba vê pirsê kû min kir heval felat ji min kir ji ber kû herema rojhilat sîstema wê cûdaye ji bona jin gelek sextî hene. Ji sîstemên dinê cûdatirin. însanê kû qehremantî têda kirine ev jine zîndî bike. eger vê zindî bike baverî pêvîste. ji bona vê botan cîhekê wusaye xwe baverî pêvîste û botan jî cîhekê wusaye kû destpêka ertêşa jin de cîhekê xwedewanda xwe têda rêxistin kirine. rastîya însana ji mirovan dide fêr kirinê. Çûyîna keçê wê herêmê wusa îfade dikir ji bona kû ev zêhnîyeta kû desthilatdara parçe dikir eger ev zêhnîyeta jin çêbibe ya netewa jî çê bibe. Heval felat dida dîyar kirinê. Rastîya civakê îfade dikir. Ji bona çalakîya alanê taximek heval amade kirin dema hatina li gel hev çê bû ji bona kû rêveberîyê dest nîşan bikin ji ber pêvîstî li vê erkê hebû. heval felat, zozan, orhan bûn. dildarîya heval felat ji bona jîyan û jînê pir bala mirovan dikişan. Pir dilnizim bû ji bona mirovahîyê. Ji ber kesekî wateya jîyana xwe fedayî derxistîbû zane bûnê. Ji bona vê jî tekoşîn dikir. Hez kirina vê ji bona gerdûnê pir cûda bûn. di pîvanên xwe de taivîz nedida û di piratîka xwe de pir dil nizim bû. ji bona her rêhevalêkê xwe dixwest pêra tekoşîn bike. kesê kû tekuşîna xwe ya azadîyê kêm bima qebul nedikir ji boan vî. Ev însan dixweste nav lêgerîna û pir rêbaz bikar dianî. wiha kêsayetîya xwe digrt dest û pênase dikir kû kêsayeta min dîroka mine. Ji ber kêsayetekê bê tekuşîn nedipejirand. Digotê kû eger em vêna qebûl bikin ev zêhnîyeta kû dijmin em fêr kirine eynî zêhnîyete. Ema em dîrok dinivîsînin. Ji kêsayeta xwe fêm kirin, edalet fêm kirrine. ev jî tekoşînekê dijwar pêvîste. Rêber apo em fêrî rê û rêbazên wê kirine ev jî em dikarin pêk bînin. Hevl felat pir ji çeka xwe hez dikir. Wusa îfade dikir digotê kesê şoreşger ewin kû çeka xwe hez dikin ji welatê xwe jî hez dikin. Welat hez kirin ji dayîka xwe hez kirine. Ji ber çek diwearê îdolojîk da dixwast bikar bîne. Ji ber kesên kû nikarin çekê rast bikar bînin wê demê nikarin rastîya heqîqetê jî fêm bikin.

Payîza sala 2009 de operasyon çê bûn me dû heval şehîd dan, yek jî hevalê taxma me bû em pir teisîr bûn, me ji heval xemgîn re digotê xemê. ji ber kû ji jîyanê pir hez dikir. Dema kû heval felat ji wê şhadetê agahdar bû wusa îfade kir kû gerêkê ez tekuşîna xwe mezin bikim îfade kir. Azadî bê bedel nabe heval. Gerêkê hezkirina me xwe gigandina xeferê bibe. Ji ber her şihadetek dîrokek îfade dikir. Demekê dinê dîsa dijmin êrîş kir û hemû cîh xistine çemberê li katu. Hedefa wana îmha kîrina gêrîla bû. me keşf kir ji bona çalakîyê, kesên kû biçin li ser mevzîya hatine dîyar kirin û em çûn di vê çalakîyê de 12 esker jîyana xwe ji dest dan. Di vê çalakîyê da jî heval orhan şehîd bû û heval felat jî birîndar bû. dema kû ez li gel heval felat bûm xwe wusa îfade dikir kû dema kû însan tekuşîn dike hêz digire. Ji ber heqîqetê fêm dike. Ji bona kû em heval felat ji vê herêma şer derxînîn dema kû em 5 heval çûn em ketin kemîna eskeran. Demekê em di kemînê da man û teknîka kû bikar tînin û heval felat agahdar dibe û xwe hedef digre ji bona kû heval ji vê çemberê derkevin. Dema kû me çember qud kir û hatin û bi rûxmî kû heval felat bal kişandibû li ser xwe ji bona kû em çember xwe xwe xelas bikin ev jî rihê pkkê dida dîyar kirinê. Piştî demekê ji bona tedavîyê derbasî alana medyayê kirbûn sozekê wusa dabû kû dîsa vegere û vê tekoşînê. Di sala 2010 dîsa vê destanê di jîyana xwe de da nivîsandin. Hate botanê angoo hêlala zêrîn, carekê dinê. Bi hatina heval felat re hemû heval pir kêfxweş bûn û piştî demekê derbasbûna heval ji bona alana besta hate çêkirin. Di sala 2011 li payîzê operasyon çê bû û qişûlê kû têda jîyan dikir pir zehmetî hebû, zivstan bû dû rojan berxwedanî kirin dîroka kû nehatibû nivîsandin li gel 15 rê hevalê xwe nivîsand. Bona mirovahîyê bûne dîrok.

Kesê kû heqîqetê digerin bila heval Felat nasbikin,
Kesê kû azadîyê digerin bila dîroka wê nas bikin,
Şoreşgerê PKKê çi dîrokê dinvîsînin,
Heqîqet bi şehîda dest pêkirîye, yê bi şehîdan jî bigihêje serkeftinê,
Heval Felat ji bona rêhevalên xwe bû hêza tekoşînê.

 

Silav û rêzên şoreşgerî
Nûcan Rêwan