daxuyaniya Fermandariya YRK’ê

Fermandariya YRK’ê derbarê êrîşa dewleta tirk a dagirker a li ser Asosê de daxuyanî da û êrîş şermezar kir

Di 2’yê kanunê de li ser herêma Asosê ya girêdayî navçeya Şarbajêr tevgera balafira keşfê çê dibe. Di saetên di navbera 11.30 û 12’an de dema ku gundî ji bo komkirina giyayên payîzê li eraziyê ne çar caran dibin hedefa balafirinên bê mirov ên dewleta tirk a dagirker. Di vê êrîşê de tu zirar bi hêzên me nehatiye. Lê di encamê de yek welatî jiyana xwe ji dest dide û 5 welatî jî birîndar dibin.

Me berê jî gelek caran anîbû ziman ku di encama wan êrîşan de her tim bax û baxçeyên gundiyan dibin hedef û her zirarê dibînin. Dîsa çawa ku dewlet tirk a dagirker li her derê qetlîaman li hember sivîlan pêk tîne careke din jî di êrîşa li ser Asosê de hat dîtin ku dewleta tirk a dagirker çawa bi şekleke hovane sivîlan qetil dike. Wek Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) ev qetlîama ku li ser sivîlan ji aliyê dewlet tirk a dagirker ve pêk hatiye me xemgîn kir. Em bûyerên bi vî rengî ku li ser gelê me pêk tê şermezar dikin. Tê xuyakirin her ku dewleta tirk a dagirker têk diçe êrîşan li ser gel hîn zêdetir dike. Bi giştî ji bo van êrîşan divê gelê me bizanibe ku armanca dewleta dagirker dixwaze gelê kurd tune bike.

Weke Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê (YRK) em ji malbata Azîz Mihemed Resûl ê ku ji gundê Qamiş e sersaxiyê dixwazin û ji birîndarên bi navê Mihemed Qadir Axa,Kiwêxa Mihemed Elî, Zana Mihemed Elî, Seîd Mihemed Resûl û Salih Qadir şîfaya xêrê dixwazin.

Carake din em bang li gelê xwe û kesên xwedî wijdan dikin ku li dijî êrîşên bi vî rengê xwedî helwest bin.

Her wiha em careke din êrîşê şermezar dikin û sersaxî ji gelê xwe re dixwazin.