Zîlan Vejîn

Teror kirina Nagîhan Selakar êş û xemgîniyek mezin di dilê me hemû jinan de ava kir û em bi hêrsek mezin hêzên ku vê terorê pêkanîn, şermezar dikin. Bi taybet wekî jinên Rojhilat, piştî têkoşîn, ked, xebat û ev çend berdêlên giran ên bi dehan salan bi felsefeya jin, jiyan, azadî hatin dayîn, em ketin pêvajoya nû a şoreşa azadiya jin li Îran û Rojhilatê Kurdistanê. Bi qetla Jîna, sebra jinan êdî li hember bend û zincîrên ku li beden, rih û mejiyên wan hatî gerandin, nema. Jinan wan bendan qetandin û qîrên azadiyê di her kolanekê de bilind kirin. Qetla rêhevala me Nagîhan, ji aliyê xwediyên heman zihniyeta desthilatdariya mêrsalar ku Şilêr û Jîna qetil kir, pêk hat. Ji bo ku çavên jina bitirsînin û têkoşîn û çalakiyên jinan lewaz bikin, navenda jin a zanistî û bîrdozî di şexsê Nagihan de hedef girtin. Ev qetil, bi feraset û armanca ku rojeva jin a şoreşa azadiyê biguherin pêk hat. Hemû rojeva jinan û a cîhanê niha bûye jin, jiyan, azadî. Hemû xebata jinan bûye çalakî û serhildan. Êdî jin ne li mal in, li qadan in û ji bo azadiyê diqîrin. Ev rewş, di şexsê rejîma jinkuj a Îranê de hemû rejîmên dewletî xistiye nav tirs û lerzekî. Pergala ku li ser tunekirina jinan ava kiribû êdî nema. Jinan ev berdêl dane berçav û  soz dane ku wê bi hêz, bawerî, vîn û hevgirtina xwe, pergalê qebûl nekin û guhertinê ferz dikin. Gotina zihniyeta mêr a ku digot, erd û ezman bibin yek jin nabin yek, li hember sekna jinên wekî Şilêr, Jîna û Nagîhanan û xwedîderketina li vê seknê ji aliyê hemû jinên Kurdistanê, Rojhilata Navîn û ji vir ve jî cîhanê, bi slogana jin, jiyan, azadî, hevgirtinekî gerdûnî da nîşandan û gotin û pênaseyên ku ji dîrokê heta niha ji bo jinê hatine ferz kirin, vala derxist.

Esas slogana jin, jiyan, azadî koka xwe ji zanista jineolojî tê û rêhevala me Nagîhan, di hemû qadan de vê zanebûna jin belav dikir. Ên ku ev êriş pêkanîn û hevkarên êrîşê, ji ber tirsa hilweşîna sîstema xwe a desthilatperest ev pêkanîn. Jiber navenda jin, jiyan, azadî zanista jin û jineolojî ye. Jineolojî bi vê sloganê îfadeya xwe di jiyan, têkoşîn û çalakiyên hemû jinan de dibîne û asta xwe nasîn û di ferqa hebûna xwe de bûyîna jinan, dide nîşandan. Heval Nagîhan jî pêşengtiya wê teorî û zanistê dikir, ji bo di kesayeta jinan de jiyanî bike hemû jiyan û dema xwe ji bo vê razand. Jiber vê, ev qetlekî siyasî ye û di vê pêvajoyê de pêkanîna wê jî, peyama hêzên jinkuj û desthilatdare. Peyama me jî bi zanista jineolojî xwe rêxistin kirin, xwebûna xwe qezenc kirin û felsefeya jin, jiyan, azadî kirina çalakiya bersiv û tola herî mezin ji dîroka koletiyê.

Berxwedaniya ku Zarîfe û Sakîne Cansizan li Bakur, Leyla Qasiman û Viyan Soranan li Başur, Şîrîn Elemhulî û Zîlan Pepuleyan li Rojhilat, rehê xwe berdaye vê axê û niha jî şax dide li herderê Kurdistan û cîhanê. Helbet tenê jinên Kurd berdêl nedane, di hemû şoreşên cîhanê de jinan pir berdêl dane, lê negihîştine azadî û mafên xwe. Têkoşîn berdewam dike û jinên Kurd berdêlan didin, evçend destkeftiyan ava dikin û gavên nu di pêşketina şoreşa jinan de didin ava kirin. Nasnameya jina azad li ser bîrdoziya rizgariya jin derxiste asta herî pêş.

 Şoreşger, akademîsyen û têkoşerên wekî Nagîhan, ji bo têkoşîna azadiya jinan û doza gelê Kurd bê rawestandin û westandin kêlî bi kêlî cih girt û xizmet kir. Rêhevala me bi salan bû di xebata Jineolojî de cih girt û di hemû beşên Kurdistinê de xwedî ked û berhem bû. Eger îro hemû jinên Kurd û neteweyên din ên Îranî bi hevre yek sloganê  diqîrin, çavkaniya xwe ji têkoşînvanên mîna Nagîhanan digire. Bi dehan jinên Rojhilatê Kurdistanê perwerde kiriye û bi sedan û hezaran jinên Îranî ji berhemên wê sûdwergirtin û xwe perwerde kirin. Dema Şîrîn Elemhulî çû ber sêdarê, girêdan û hezkirina xwe ji jiyanê qut nekir û dema ku Zîlan Pepule bi birîndarî bi duv panzêrê ve girêdan û di nav kolanên Merîwanê de xirikandin dîsa teslîmyet qebûl nekir. Jinên Rojhilat ev ji bîr nekirin û weke hêrs di dil û mejiyên xwe de girtin û bi vê îradeya bêhempa daketine qadan. Pêwîste qetla heval Nagîhan ji bo jinên Başur jî bibe çirûska tolhildan û hesabpirsînê.  Mîna ku xwedîderketina Jîna li Rojhilat  çêbû, û herwiha ji bo her jinekê, li kuderê dibe bila bibe, xwedîderketin çêbibe jiber ku serkeftina şoreşê bi pêşengtiya jinên ku xwedî li hebûna xwe û mirovatî derdikevin misoger dibe. Emê bi hêvî,  azwerî, çoş û baweriya Rêhevala xwe Nagîhan a jiyan û hevaltiya mezin jiyan bikin, têkoşîn bikin û xeyal û armancên jina şoreşger, bi şoreşa azadiya jinan tacîdar bikin. Bersiva me a herî mezin ji bo dijmin, neyar û zihniyeta jinkuj re jî wê ev be. Li ser esasê kampanya ku KJAR destpê kiriye emê di şexsê Şilêr Resulî û Jîna Emînî de, ruhê serhildêr ê ji bo şoreşa jin pêşketiye, bi zanista jineolojiyê şoreşa jinê biparêzin û xwedî li têkoşîna 30 salan a Hevala Nagîhan derkevin.