Jin bi tekoşîna xwe di sedsala 21’an de azadiya jin û mirovatiyê misoger dikin. Jin êdî dîroka azadiya xwe dinvîsin. Bi tekoşîna jinan, hemû dîwarên zihniyeta zayendperset ku jiyan ji bo jinê, kiriye zindan diroxîne û şoreşa jin, azadiya gelan misoger dike. Hêrs û kîna jinan ya salan a li dijî Rejîma dagirker, îro bûye dengê qîrîna azadiyê. Bûye îlana şoreşa gelan. Serhildanên jinan, gelan di Rojhilatê Kurdistan û Îranê de, red kirina zihniyeta netew dewlet a ku ser esasê Nete wperestî, Zayend perestî, Ol perestî hatiye damezrandin. Bi salane ku netew, jin û bawerî dibin qurbanên zihniyeta faşîst, yekdest ya Rejîma dagirker a Îranê. Çalakiya bi wêrek ya Şilêr Resolî, redkirina zihniyeta tecawizker bû. Bangewazî ji bo xwedîderketina li nirxên civakê bû. Qetilkirina Jîna Emînî bi rengekî hovane hilweşandina rejîma hegemonîk da diyar kirin. Jîna bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve bû sembola yekgirtina gelan û sedemê bilindkirina tekoşîna azadiyê. Li dijî her cûre destdirêjî û zilma dagirkeran e. Jinan bi tekoşîna xwe dan diyar kirin ku jiyan bê jin nabe. Jiyan jî bê azadî nabe. Xwedî derketina li Jîna Emînî, li seranserî Rojhilatê Kurdistan û Îranê bû derbasbûna pêvajoyek nû yê guhertin û veguhertinê.
Rejîma îslamî ji roja ku hate ser desthilatê, dest bi koştin, tecwiz, îşkence û darvekirinan kir. Ji gelan re bû çerxa sêdareyê. Ji dîktatorên berya xwe zêdetir, di hemû qadên Jiyanê de jin û gel milîtarîze kir. Bi birçîhiştina civakê, bi sînordarkirina azadiyê wiha dihizirî ku wê bi serkeve. Ev tenê xwe xapandinek e. Sîstema ku ji pirsgirêkên civakî re nikare bibe çareserî, rizandin di nav xwe de jiyan dike û bi demê re mahkûmî belavbûn û rûxandinê ye. Li cihê ku jin û ciwan lê hebin, potansiyelê civakê yê bingehîn zindî be, li wê derê zû bi zû dest ji azadiyê nayê berdan. Azadî tiştekî hundirîne û tu hêzek nikare wê ji hundirê mirov derxe. Jin, ciwan, tu mirov ne mecbûr e ku wekî koleyekî/ê jiyan bike. Rejîma dagiker ev 43 salin bi her şêwazî xwest koletiyê li ser jin û gelan ferz bike, bi sîstematîk hebûna jin hedef girt û xwest ku di şexsê jinê de, civakê teslîm bigre. Lê jin û gelên azadîxwaz bi her şêwazî tekoşîn kirin, bedelên mezin dan û teslîmî sîstema tecawizker nebûn. Rihê azadîxwaziyê parastin û îro jî ev rih bûye şoreşa gelan ku, bîrdoziya dagirkeriyê dirûxîne. Armancê bingehîn yê rejîmê ewe ku, jinan bê parastin bihêle û di şexsê jinê de civakê bê rêflêks bike; civakê ji exlaq û cewherê wê derxe. Lê em dikarin bêjin ku rejîma destpot di siyaseta xwe ya pişaftin û fetisandinê de binketiye. Civak zindiye û bi pêşxistina pêlên şoreşê cewherê xwe diparêze. Destdirêjiyê li ser hebûna xwe qebûl nak, nirxên xwe yên exlaqî diparêze û daxwaza irêvebirdina xwe bi xwe dike. Şoreşa gelan bi pêşengtiya jinan vê dide îspat kirin ku gel şiyare, bi îrade ye îdî xwedî hebûne, li kolanan şerê azadiyê dike. hebûna xwe diparêze û azadiya xwe misoger dike. Serhildanên radîkal li meydanên Rojhilat û Îranê vê dide îspat kirin ku civak îdî destdirêjiya ser nirxê xwe qebûl nake û daxwaza mafên xwe yê demokratîkbûnê dike. Civaka demokratîk, civaka exlaqî û polîtîk e. Exlaq hişmendiya azadî û edaleta civakê ye. Wijdana civakî ye. Li ser bingehê ku hemû xwesertiyan, hemû cûdabûnan biparêze, bihevrebûna civakê pêk tîne. Hêza bingehîn ya biryar û karkirinê ye ku sîstema civakê pêk tîne. Politîka jî têkoşîna azadiyê û aqlê hevbeş yê civakê ye. Şêwazê bingehîn yê azadbûnê ye. Em dikarin bêjin ku ev exlaq û wijdana gelane ku, şoreşa azadiyê pêş dixe.
Di tevahiya dîrokê de, ya ku her tim bûye çavkaniya jiyanê jin e. Lê di rejîma Îranê de ji ber ku jin tune hate hesibandin, di qadên mirovî, siyasî, aborî, hiqûqî û giştî de nekariye xwe îfade bike. Rejîma zextker û hegemonîk di nav van 43 salan de, hewildana fetisandina enerjiya berxwedana civakê da. Çawa ku her hêzek dagirker destpêkê êrîşî hebûna jinê dike, rejîma hegemon ya Îranê jî bi heman şêwazî dagirkeriya xwe li ser fikir û fîzîka jin da meşandin. Bi Zagon û Şerîetê ve zihniyeta zayend perest, rewa kir û daxist nav hemû qadên jiyanê. Jiyan ji bo jinan, xiste zindan. Li beramberî hemû jinên Kurd, Fars, Belûc, Azer û Ereb, di bin navê hîcab û gunehê de, her cûre mudaxele rewa dît. Di bingehê xwe de ne tenê serê jinê dinixumîne, digire, dixwaze mejiyê jinê binuxumîne, bigire. Bi vî awayî armanc kir ku, di şexsê jinê de civakeke bê hiş û lêpirsîn nake ava bike. Jin ji hemû mafên wê ên bingehîn, bê par hatin hîştin û di bin navê hîcabê de her roj êrîşî jinan dike. Zihniyeta Zayend perest û Ol perest, weke çekekî bingehîn li dijî hebûna jinê bikar anî. Jin ji qada siyasetê hatin dûr xistin, ji hemû mafî bê par hatin hiştin û rastî êrîşên baviksalarî hatin. Lê belê jinan di zindanan, li meydanan, heta li nav malan de li ber xwe dan û teslîmî rejîma dagirker nebûn.
Ji bo wê jî îro teqandina şoreşa gelan, di şexê jinan de tê jiyan kirin. Tekoşîna jinan ji her demê zêdetir dijwartir bûye û bîrdoziya rejîma îslamî dirûxîne. Jin dîwarên zindanan bi tekoşîna xwe bê wate dikin û dengê berxwedanê bilind dikin. Cesareta pêşengtiyê didin, hêz didin û îradeya azad pêşdixin. Azadiya gelan bi azadiya jin va girêdayî ye. Azadiya jinê, mifteya çareseriya hemû pirsgirêkan e. Bi hevrebûna gelan, taybet hatina meydanê ya mêran, zanist û lêgerîna azadiyê di civakê de dide diyar kirin. Ev serhildanên ku di hemû kolanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de serî hildaye, şoreşeke zihnî û civakiye. Avakirina paradîgmayekî nû ye ku hemû, çîn, bawerî û netewan li derdora yek armancî kom kiriye. Ev jî pejrandina sîstema Konfedralîzma Demokratîke. Di şexsê şoreşa jinan de, ev xeyalê gelan dibe heqîqet.
Weke jin ev dem bi me dide ferz kirin ku rêxistinkirin, yekgirtin û parastin çiqas zeror e. Serhildanên ku piştî qetilkirina Jîna Emînî bajar bi bajar, bi yek diruşmê pêş ket, da diyar ku gelê me xwedî potansiyelê rêxistinkirin û yekgirtiye. Jin û ciwan canê xwe dikin sîper û dibin şehîdên şoreşa azadiya Jin û Jiyanê. Pêwîste ku em bi zanistekî kûr ku ji felsefeya azadîxwaz ya ‘JIN, JIYAN ,AZADÎ’ tê destkeftiyên xwe biparêzin. Di Îranê de jin xwedî tecrûbeyên dîrokîne, baş diznin ku hêzên mêrsalar û desthilat çawa xwe davêjin ser destkeftiyên jinan. Nimûneya vê jî şoreşa sala 1357’an ya ku bi pêşengtiya jinan pêş ket, ev şoreş ji bo jin û gelên azadîxwaz veghurî dij şoreş û dîktatoran cih guhert û herî zêde jin bûn qurbanî. Lê êdî em wek jin xwedî hêz, îde û alternatîfin, xwedî hêza pêşengin; ji bo wê jî hemû qadên jiyanê veguherîne tekoşîn û şoreşê. Paradîgmaya azadîxwaziyê di Rojavayê Kurdistan û Sûriyê de bi pêşengtiya jinên Kurd, îlham da hemo jinan li sertaserê cîhanê. Jinên Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî îlhama xwe ji vê paradîgmayê girtin û di şexsê Jîna Emînî de çirûska agirê azadiyê ji hemû walatên me geş bû ku em jêra dibêjin şoreşa jinê. Ji bo wê em dibêjin ku ‘Dema parastina şoreşa jinê ye’ dema parastina hebûn, nasname û azadiya jinane. Li hemû qadan em xwe bi hêz bikin, tekoşînê bilind bikin û xwedî li şoreşa xwe derkevin. Her jinek, her ferdek civakê pêwîste ku xwe di vê şoreşê de bibîne û ji bo azadiya xwe tekoşîn bike.
Li ser vî bingehî em hemû jin derdê me hevbeşe, pêwîste ku tekoşîna me ya azdiyê jî hevbeş be. Em dikarin li dora diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ku her azadîxwazek hebûna xwe têda dibîne, kom bibin. Em yek deng bin û yekgirtî bin. Tekoşîn û daxwazê jinan, hemû sînoran ji holê radike. Kurdistan qêrîna azadiyê, li dijî zilma zaliman bilind kir. Ehwaz, Belûcistan, Loristan, Azerbêcan û hemû bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bersiv dan û bûn yek deng. Pêwîste ku her kesekî xwedî wijdan, sîstema dagirker red bike û tevlî xeta berxwedêr ya gelan bibe.
Em hemû jin xwe bi hêz rêxistin bikin û li jêr yek sîwanî tekoşînê bilind bikin û daxwazên Jînayan bi azadiya hemû jinan misoger bikin. Bê rêxistinkirin tu hêz nikare serkeve, ji ber vê yekê em çiqas rêxistinkirî bin, em ewqas hene.
Di vê demê de em dikarin sîstema hevbeş ya parastina jinan ava bikin. Tu jinek pêwîste bê parastin nemîne. Parastina cewherî, parastina rewa, mafê her ferdekî civakê ye. Hêza parastina jinan destkeftiyên şoreşê di warê siyasî û civakî de diparêze. Niha dema wê ye ku, her jinek xwe berpirsyar bibîne û ji bo avakirina sîstema parastina hevbeş, tekoşîn bike.
Rêber Apo di tekoşîna xwe ya 50 salan de, her dem giringî da tekoşîn, rêxistin û parastina jinê. Azadiya jinê, kir bingehê hemû azadiyan. Ji bo wê jî îro jin bi rêxistinkirina xwe, bi diruşma ‘JIN, JIYAN, AZADÎ’ ve li derdora ramanên Rêber Apo bûne xelek. Carek din jinan bi yek dengî li Kurdistan û dervayî welat, bi dengekî bilind diruşma ‘JIN, JIYAN,AZADÎ’ ve dan teqezkirin ku wê pergala Îmralî bi fikrên azadîxwaz ya jinan ve were hilwaşandin. Li ser vî bingehî, em weke tevgera jin ya birêxistinkirî KJAR, xwe li ber rêxistin kirin, hevgirtin û parastina jinan de berpirsyar dibînin. Bi avakirina sîstema konfedralîzma demokratîk, berxwedan û tekoşîna jinan himbêz dikin. Di hemû qadên jiyanê de, li ser esasê hevgirtina jinan, rêxistinê berfireh dikin û heya azadiya jin û gelan, hemû qadên jiyanê dikin tekoşîn. Ji bo wê em weke KJAR kampanya bi navê ‘DEMA PARASTINA ŞOREŞA JINÊ YE’ dest pê dikin. Jinan bi diruşma ‘JIN, JIYAN,AZADÎ’ ve şoreşa azdiyê îlan kirin û bedîlên wê bi canê xwe didin. Em jî weke KJAR erka xwe ya sereke dibînin ku bi xalên ku me di jor de dan diyar kirin, kampanya parastina şoreşa jinê, îlan bikin. Li ser vî bingehî, tekoşînê daxin hemû mal, kolan û meyîdanan. Her wiha em bangî hemû jinên azadîxwaz ên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin ku, werin em tekoşînê bilind bikin, şoreşa jinan û gelan biparêzên.
Komelgeha Jinên Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KJAR)
30.09.2022