Em wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilat HPJ’ê 4’ê Nîsanê 73. Salvegera  ji dayîkbûna Rêber Apo di serî de li Rêbertî, jinên azadîxwaz û mirovahiya birûmet pîroz dikin, didin diyarkirin ku wê 4’ê Nîsana îsal bibe wesîleyeke herî xurt ji bo serxistina têkoşîna azadiyê.

  1. Newroza Zafera Apoyî li tevahiya Kurdistan û cihanê bi pêşengtiya jin û ciwanan bi coş û kelecaneke mezin, bi ruhê serhildanê li gor wateya wê ya dîrokî hate pêşwazîkirin, li her derê gelê Kurd û dostên xwe israra xwe ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo wek armanca sereke danîn holê. Agir û dirûşmeyên ji meydanên Kurdistanê bilind bûn ji dagirker û qirkeran re bersiva herî xurt da. Gerîlayên Azadiya Kurdistan bi coşeke mezin li lûtke û berzahiyên hemû çiyayên Kurdistanê agir vêxistin û biryadariya xwe ya biserxistina şoreşa azadiyê anîn ziman. Ji Îlam heya Hewreman û Maku, ji Amed heya Cizîr û Dersîm, ji Dêrik heya Heleb û Reqa, ji Kerkuk heya Helepçê tevahiya Kurdistanê bi agirê azadiyê peyama zafera Apoyî qêriya. Di esas de Newroza 50’emîn ya Zafera Apoyî destpêka pêvajoyeke nû ya biserxistina doza azadiyê îfade dike. 50 sal ango nîv serdem bi rêbertiya Rêber Apo re hebûna Kurd ji bo ji pencê qirkirinê rizgar bibe ked û têkoşîneke bêemsal hate raberkirin. Redkirina sîstema qirker û dagirkeriyê, redkirina hemû pergala hegemon û hakîm ya moderniteya kapîtalîst e û cihanî ye, lewma jî bi komplo û êrîşên herî dij-mirovahî re rûbirû maye. Ruxmê her tiştî ev têkoşîn bûye navenda jiyaneke sosyalîst, şoreşa civakî û azadiya jinê ku ji bo gelên cihanê û di serî de jî jinan re bûye çavkaniya îlham.

Rêbertî jî têkoşîneke ku ji 1973’ê li ber bendava Çûbûk ya paytexta dagirkeriyê dest pê kir, destkeftiyên bêhejmar û şoreşgerî afirandiye. Herî zêde jî jinên Kurd ku ketibûn nav bêdengiya mirina sedsalan û ji çanda xwe ya kevnar û dîrokî bêpar hatibûn hiştin, dubare li nasname û cewhera xwe vegerand. Rêber Apo hemû destkeftên ji jinê hatibûn stendin, dubare jin araste kir û bingehê zihnî, îdeolojîk, sîstemî, parastin û çandî lê vegerand. Li ser vî esasî bingehê şoreşa azadiya jinê ya sedsala 21’emîn hat avêtin. Jinên şoreşger yên Kurd jî bi Rêbertiya xwe re pêwendiyeke pir qayîm dane avakirin û rêhevaltiya serdemê ya di navbera jina azad û Rêberti saz bûye. Ev pêwendî bi ruhê Rahşan, Zîlan û Şîrîn Elemhuliyan hatiye honandin.

4’ê Nîsanê jidayîkbûna gelan, jinan û mirovahiya hemdem e û  her 4’ê Nîsanê dibe hevpeymaneke nû bi jiyana azad re. Çawa ku gelê Kurd û di pêşengiya jin de 50’emîn Newroza Zafera Apoyî bi ruhê serhildanê li her derê pêşwazî kirin, dê 4’ê Nîsana îsal jî bibe lûtkeya vê biryardariyê.

Li Rojhilatê Kurdistan wek teyisîna ked û tîrêjên Rêber Apo di 4’ê Nîsanê sala 2004’an Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê PJAK hate damezirandin. Rêber Apo diyar dike ku “Ji bo gelê Kurd, rêxistinbûn ji av û nan girîngtir e.” gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê jî li derdora PJAK’ê xwe birêxistin dike, siyaseta xwe ya demokratîk pêş dixe û ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd di çarçoveyeke parastina rewa de vîna xwe raber dike. PJAK encama têkoşîn û keda Rêber Apo ya li Rojhilatê Kurdistanê ye û destpêkekek nû ji bo gelên Îranê ye. Di 17’emîn sala damezirandina PJAK’ê de, dê gelê Rojhilatê Kurdistan xelekê xwe ya rêxistinbûn û têkoşînê hîna berfirehtir bike û îdea û israra xwe ya ji bo azadiyê bêtir nîşan bide. Ewê Jinên Rojhilatê Kurdistanê şewqa felsefeya Rêber Apo li Îran û gelên Îranî berbelav bikin.

Em wek Hêzên Parastina Jinên Rojhilatê Kurdistan HPJ’ê dubare salvegera jidayîkbûna Rêbertiya azad Rêber Apo li tevahi gelê Kurd, bi taybet jî jinên Kurd û Rojhilatê Kurdistanê pîroz dikin. Didin diyarkirin ku di vê salê dê di çarçoveya parastina rewa de emê têkoşîna xwe ya azadiyê li dijî dagirkerî, qirkirin û li dijî feraseta zilamsalariyê bigihînin zaferê. Bangewazî dikin ku di serî de jinên Kurd, Azer, Beluç, Fars û hemû jinên Îranî  û gelên herêmê bi ruhê Zafera Apoyî 4’ê Nîsanê pêşwazî bikin û wiha jî tecrîd û komploya ku li ser Rêber Apo û gelê Kurd tê meşandin, bi hêza xwe ya cewherî û bi biryardariya xwe ya ji pola, bi yekgirtin û hevgirtinê li dijî dagirkerî û hevkariya noker bi ser bixin.

Di vê wateyê de bi 4’ê Nîsanê re gelê me derbasê serdemeke nû ya hebûnê dibe û pêwîste hemû mîrate û destekftiyên 50 salî ji bo zafera Apoyî ji me re bibe hêz, ezmûn, biryardarî û teqez serkeftinê bi xwe re bîne.

Pîroz be 4’ê Nîsanê roja jidayîkbûna Rêbertiya Azad!

Pîroz be salvegera damezirandina PJAK’ê!

Bijî yekîtî û azadiya gelan û jinan!

Bijî Rêber Apo!

Fermandariya HPJ’ê

2022-4-2