Yezda Havîn

Em dixwazin bi vê nivîsê hinekî li cîhana keçên newciwan meyze bikin, bê ka çi dijîn? Çi dixwazin? Erk û ristên wan di nava civakê de çi ye? Dewlet, civak û malbat kîjan pîvanan li ser wan ferz dike?

             Di pêvajoyê modernîteya kapîtalîstê de nifşê ku herî zêde diperçîqin û tengasî jiyan dikin, di navbeyna çerxa malbat, civak û kesayeta xwe de asê dimînin keçên temen biçûk yê 13-14 û 15 salîne.  Ji ber hem modernîteya kapîtalîste de û hem jî Rojhilata Navîn û bi taybetî jî dewleta Îranê ji bo sibe roja keçên newciwan ku xwe tê de perwerde bikin, çanda xwe pêşxînin, aboriya xwe bidest bixînin û xwe tê de îfade bikin, tu plan û proje ji bo wan nîne. Berovajî vê bi rêya ol, bawerî, zewac û vekî karker, kole vekî amurekî dibînîn. Bedena taze û bedew di karên giran de û bi heqdestiyek erzan diperitînin. Ji ber ku ev nifşê newciwan enerjîyê civakê ne, hêzekî civakê ne, dixwazin bin xizmeta dewletê de bikar bînîn. Ji ber cîhana zarokan bi hestên sade, xweş, şadî û hevaltî mezinbûne, taybetmendiyê wanî herî sereke wekhevî, azadî, maf parastin û alîgirê jiyana rastin ji ber ve jî hedef tên girtin. Ev jî zemînê hêza serxistina şoreşa civakî nîşan dide. Ji ber ku zarok piranî bi destê dayîk ve tê mezinkirin, bi çanda dayîkan teşe bûne, ew bi şîretê heqparastinê têgihiştîne û ew hêzekî derveyî dewletê heta dijbertiya dewletê ne û hêza parastina cevherîne. Ji bo ku nebin hêza parastina cehwerî ya civakî devlet destûr nade ku di nav şert û zirûfên tenduristî de xwezayî teşe û şeklekî rast bigirin. Lê malbat dikare  bi çanda dayikê, welatparêziyê, rastiya civakê bidin naskirin. Eger malbat nezîkatiyek bi vî şêwazî  pêkbînin wê hem ji lîstokê dewletê biparêzin û hem jî  bin xizmeta civakê xwe de bin. Lewma dewlet di bin navê kar dayînê hem ji çanda malbatê qut dikin û hem jî bi polîtîkayê qirkirin de dixwazin van tune bikin. Ji ber ku keçên newciwan hem ji femkirinê re vekirîne û hem jî ji kirinê re vekirîne û di heman demê de di pêvajoyeke qalib girtinê de ne. Di vê wateyê de di bin serweriya kijan desthilatê de bimînîn zextekî mezin de dimînîn. Erka malbatan eve ku zarokên xwe xwedî derkevin. Dibêjin “Mal dibistana sereke ye.”

        Ev keç ji temenê rista bîyolojîk a zaroktî dikevin hundirê rista civakî. Edî gerdûna wan diguhere; ji zaroktiyê derbasî ciwantiyê dibin. Ji ber vê jî kesayetê de di şûna ku zaroktîyê xwe jîyan bikin mecbur dimînîn ku zû mezin bibin. Kesayet di alîyê bedenî û derûnî de  guhertinek berbiçav bidest dixe. Zanist ji vê ya re dibêje dema “temenê demborî”. Edî bûyeran dibînin, dixwînin, şîrove dikin, dadihûrînin û bi vê re dixwazin hem nas bikin û hem jî bên naskirin. Edî aqil hildibijê re, tercîh dike, pîvanê ji çi re dibêje erê, ji çi re dibêje na pê re li pêş dikeve. Ev jî tercîheke wisa ye ku bi felsefaya jiyanê re hestên xwebûn û pîvanê azadiyê diafirîne. Edî bi her gotin û hereketê xwe de “êdî ez jî mezin bûme,  nerînê min jî hene, min jî bibînin” û bi vî şewazî hebûna xwe li derdorê dide hîskirin û teyisandin. Bi vê re pirsgirêka xwe îfadekirinê, heyî kirinê jî derdikeve. Ji ber di nava nakokiyê hestên vekî hestîyarî û watedayînê de diçin û tên gelek zor û zahmetî jî dikşînin. Jixwe di meylê qarekterê vî temenî de hesasîyet, kelecan, hestiyarî, acizbûn, bêsebir, zû encam girtin kesayetê van de cihê xwe digre. Lê bi vê re xwedî ruhekî serhildêr û li hemberî bêheqiyê re şerkerin. Sedemê vê jî  jêhatîne, wêrekin, xwîngermin, bi xwestekin, çav kor û bêfikar xwe li her karî didin . Lê li ku derê, kengî, çawa û bi kê re tam ji hev dernaxin. Di vir de pirsgirêkê rê û rêbaz derdikeve. Lê pirsgirêkê rê û rêbaz li peşîya ked û hewldanê nabe asteng. Ji ber ku bibîryar û xwestekin.

   Di vê çarçovêye de; wexta em li rastiya keçên di dema têgihiştina “demborî” de meyze dikin pir dişibînin cureyên gerdûnî. Ji ber gerdûna zarokekî ji ya nebatekê, ji ya darekê û ji ya ajalekê necûdatire. Her zindîyek xwedî gerdûnekê ye û her temen xwedî taybetmendiyekê ye. Di vê wateyê de keçên newciwan ji merheleyekê derbasî merheleyeke din dibin. Her merhele bixwe re erk û berpirsyartiyeke civakî ava dike.  Lê ji ber ku tekiliyê xwe hê bi civakê re sînordarin û hê di bin serweriya malbatê de ne, ne di destê xwe de ne, civak rist û mîsyonê dide wan. Li ser vî esasî her civak li gorî zihîn û şêwazê felsefeya jiyana civakî zarokan dixin nav qalib û rengekî. Eger em bi nêzîkatiyek cinsîyetgerayî keçên newciwan nexin nava qalib û pîvanê paşverû, wê bi hêza xweyî xwezayî re bêhtir encam bigrin. Her curêyên zindî bi şêwazekî xwe dide hîskirin û dîtbarîkirin. Çawa di cîhana gerdûnê de ku her cureyên zindî û nebat jî dinav de dixwaze nas bike û bênaskirin heman tişt ji bo keçên têdigihêje jî derbas dare. Keçên di vî temenî de weke fêkiyên ku gihiştinê rengê xweşikbûna xwe. Weke dara ku şaxê wê zû dirêj bibe, weke tovê ku zû têdigihêje, weke şiva ku zû bejn û bal bide û weke gulên biharê ku erdê bixwe re dixemilîne reng dide. Ev rastiyeke welê ye ku bi yekparebûna cewher-teşe-hundirîn û derveyî temsîl dike. Ev zarokê keç di heman demê de civakê enerjîk, xweşik û berhemdar dike. Heta gotinek pêşiyan heye dibêjin “mala têr keç mala têr xêrûbêre” yanî riskê wê malê zêde ye. Ewqasî darekî bi serê xwe ku xêr û bêr jê dibare, lê tu ji civakê bipirse “darekî şikestî ye” ku muhtacê alîkariyê ye divê bê rakirin.  Ji bo vê yekê dibêjin “çend keçên te hene, ewqasî derdê te heye”. Ev dereveke mezin e. Ev jî bi bandora ol, pîvanê feodaltî û dîyardeya namûsê bi zanebûn pêşdixînin. Lê rastî û heqîqet pir cûda ye. Heqîqeta keçê newciwan ji darê hişk zêdetir darekî berhemdêre, ji derd wêtedir rih, peroş, kelecan û kêfxweşiyê dide mirov.

           Gerdûnê de her zindîyek  ji bo  jiyana xwe bidomînin bi erk û ristekî re jiyan dikin. Ji ber hebûna xwe bi şêwazê naskirin û xwe dana naskirinê bi wate dikin. Madeyên ku li ser rûyên cîhanê dilivin û  zindî di nava guhertinan de bi wate dibin.Tiştên di dem û wextên xwe de pêk tên biwate ne. Taybetmendiyên keçên kamil berî her tiştî naskirin, hîskirin, lêgerîn, dîtin, ketina ferqê û her wiha pê re cûdabunên nû ava dike. Jiyana xwe li ser vê birêxistin dike, xeyalê xweyî pêşerojê li ser vê dihûne. Ev temen di kesayetê de zanebûna erk û berpirsyartî pêşdixîne û bi vê re nerînên li jiyanê diguhere. Bi fikir û hestên xwe her tiştê jiyanê pirsên vekî çima û ji bo çi dixe lêpirsînê. Yek ji sedemê polîtîka ku li ser keçên ciwan dimeşe lêpirsîna ji bo “Çi, çima?” ye. Ev şêwazê lêpirsînê bi kesayetê re nebe terzekî herdemî, wê demkî bimîne û encamgir nebe. Ji ber lêpirsîn bi meraqê û lêgerînê pêşdikeve. Meraq lêgerînê, lêgerîn lêpirsînê û lêpirsîn jî bersivê digre. Keçên di vî temenî de di serdema lêpirsînê de ne, ne di hêza bersivgirtindene. Lê keçeke Kurd di vî temenî de ji ber şert û zirûfên bindestiyê, mêtîngeriyê û nakokiyên şolîbûna nasnameya Kurd dikarin hêza bersivdayinê di xwe de ava bikin. Bi rastî zarokên Kurd keç dibe kur dibe, ji ber pirsgirêkê aborî û xizantiyê zaroktiya xwe najîn û zû mezin dibin. Heger mirov bixwaze dikare ji koletiyê re bêje “bes” û dest bi tekoşîna azadiyê bike. Di vê wateyê de her tiştê civakbûnê  hem bi wate dibe û hem jî reng dide jiyanê. Ew jî xwe wisa didin îfadekirin û diteyisînin civakê. Ev ruyekî wane, lê ruyê vanê din; rastiya modernîteya kapîtalîstê de dirûtî, xapandin, derew, tolazane û jiyana ku bi koletiyê tezgeh dikin re  rû bi rû dimînin heye. Bi taybetî li Îranê ev rewş hê kambaxtir dibe; ji ber keç di navbeyna ol, cinsîyetgerayî, dewletgerayî de perçe perçe dibin. Ew bi hûnandina xeyalê pêşerojê dikeve, lê nizane zihnîyeta zilamsalarî ji bo vê sîstemekî çava amade kirîye. Bi vê nêzîkatî û ferasetê destûr nayê dayîn ku hestê aîdbûnê û hestên xwebûnê pêre li pêşkeve.  Ji vê yekê nikare gavên mezin biserê xwe biavêje. Wextê ku gavên mezin diavêje jî bi mudaxaleyan ve  rû bi rû dimîne. Ev mudaxale vîna wê dişkîne û pêre bê baweriyê ava dike. Bi giştî meyzandina malbatê derdorê “xeşîme, nezane, ji bandorê re vekirî ye, meylê ku têkeve şaşîtîyan zêde ye”û li ser vî esasî weke hebûnekî dîtîn de kemasîyên cidî tên jiyan kirin. Ji bo ku zarokan de bêbawerî û dev ji xwe berdanê ava bikin her rê û rêbazê bikartînin. Bi vî awayî dixwazin wê ji xwezaya wê dûr bixin, ji rastiya xwe ve bîyanî bikin û koletiyê bi serî tewandinê ve destpê bikin. Ji  ber civak bi kesayetan tê birêvebirin.  Dewlet jî dixwaze kesayeta pergala xwe birêvebirinê di asta sînorê xwe de şekil bide û bi sazî bike. Bi vê nêzîkatiyê ve xwezayî keçên temen biçûk dikeve nava dorpêçeke asê ku nikare tevbigere e. Di vê wateyê de di alyekî de rûyê ku bi xeyalê pêşerojê dijî û di alyê din de rûyê ku zîhnîyeta zilamgerayî li ser ferz dike rû bi rû asê dimîne. Di vî temenî de ji cîhana zarokan derdikeve û dikeve cîhana modernîteya kapîtalîstê. Ev pê re qaos û qeyranê ava dike. Û pirsa “ez kîme?” destpê dike. Bi pirsa ez kîme dikare dest bi lêgerîna azadiyê bike, dikare lêgerînê xwe xurt bike, dikare li mafê xwe bigere. Keçên ku  15 salî ne mecbûrin  her tiştî qebûl bikin. Dikarin li hemberî neheqîyan  serî rakin.

         Ew bi fikir û watedayîna xwe dikare jiyana xwe li ser xeyalê pêşerojê birêxistin bike. Erê dibe di wî temenî de qedera ku jin mahkûm hatiye kirin tam wate nedê nê. Lê em dikarin di çîroka dayikên xwe de, di çîroka cîranên xwe de, di çîroka hevalên xwe de gelek ders û tecruba derxînin û di rastiya jiyana wan de bingehê ev sîstemê bibînîn. Rastiya ku ew tê de dijîn di heman demê de jiyana meyî pêşerojê ya ku mahkûmî koletî û bindestiyê kiriye radixîne ber çavan.  Ji ber di çîroka keçekê de çîroka tevahî keçan heye. Lê em ne mecbûrin ku vî yekî vekî qader dest bigrin û kabul bikin. Em dikarin jiyanê xwe bi nerîn û fikrê xwe ve dîyar bikin. Berî her tiştî em dikarin ferasetên ku vekî  “keç malê xelkê ye” ve tekoşîn bikin. Li vir pirsekî visa mejîyê zarokan de derdikeve holê ” Em m ne zarokên wene, em malê xelkê ne we çima em anîne cîhanê?”  ev pirs hêjayê lêpirsînê ye. Anjî gotina “keç di dergûşê de ye, çeyîz di sandoqê de ye”,dide nîşandan bêyî ku keç mezin bibe, qedera wê hatiye nivîsandin. Eger em bi vê zîhnîyetê re şer nekin, em jî weke ku dayîken me jiyan kiriye mahkûmê koletî û bindestiyê bibin.  Niha ji vê rastiyê kî berpirsyare? Ji ber wan qedera xwe bidestê xwe nenivîsandine. Ji alîyê pergala zîhnîyeta zilamsalarî ve hatiye tezgahkirin. Tabî kî pergala zilamsalarî berpirsyare. Dibe dem û cih cûda be, lê pergal heman pergale. Bi taybetî li Îranê ev sîstêm hê kambaxtir bi şêwazê cûda hem di warê fîzîkî de û hem jî di warê zîhîn de mirovan, zarokan dixîne. Dewleta Îranê ji bo keçên 13-14 û 15 salî tû plan û projêvan nîne. Berovajî plan û projeyê, polîtîkayekî visa dimeşînîn ku şêwazê xistina kesyetê bi rêya fûhûş, madeyên hişber û qertê besîcî pêşdixîne. Niha li Îranê ewqasî întîhar, kuştin, qetilkirin tê jiyan kirin, kî hesab dixwaze? Lê întîhar, kuştin ne bûyerekî ku em normal bikin. Weke rêbaz jî keçeke cîranê me wexta întîharkir keçên taxê dikarin kom bibin, biçin ser gora wê daxûyanî bidin. Ya girîng pêwîste di nava keçên taxê de li hemberî  bûyerên vekî întîhar, kuştin û maddê hişbirinê şîyar bin û nav xwe xwe de peyvendîyekî xurt ava bikin. Lê dewlet ji bo pêşîya wê bigre bi rêya aborî walatiya ku di malê de ava dike zarokan jî derveyî tiştên civakî fêr dike. Em dikarin; bi zanebûnê, lêgerînê, xwendinê xwe pêşbixînin û van plan û projeyan vala derxînin. Ji ber  di dîroka Îranê de, şoreşên ku di pêşengtîya jin de pêşketine dîwarê dewletê hejandîye. Ev di dewletê de tirs û xovek mezin avakiriye. Lê keçên newciwan bê ku paya xwe ji vê plangeriyê bigirin dikarin xwe xurt û bi hêz bikin. Çawa her zindî şêwazekî xwe parastinê heye, şêwazê parastina keçeke ciwan jî zanebûn û lêgerînê wê ye. Dîsa dikare hêza xwezaya jina bi hêz û çalakger bibîne. Bi vî temenî de dikare lêgerînê xwe li ser dîroka civakê felsefe û ilm bi pêşde bibe. Em dibistanên dewletê vekî hêlîna helandina mejî bibînin, zanîngehan hêlîna helandina cehwera civakî, çandî û polîtîk bibînin û em dikarin xwe li hemberî van biparêzin. Keçeke di nava şert û zirûfên lewaz yên sîyasî, aborî û polîtîk de mezin bibe ev kesayetê wê de raste rast bandor bike. Ji ber şert û zirûfên ku zarok tê de mezin dibin hem di alîyê fizîkî de û hem jî di alîyê mejî de têşe digre. Mînak li taxekê keçê meleyekî û keçek welatparêz hestên cûda de jîyan dikin. Lê ew keç dikarin di rêya parastina heqîqetê de hestên xwe bikin yek. Ji ber dewlet di şexsê malbatan de dixwaze jîyana  me jî dîyar dike.  Ji bo em xwe ji vê rastiyê xelas bikin dikarin di nava tevgerên jinan de an jî PJAKê de xwe rizgar bikin. Keça di vî temenî de lêgerînê pêşdixîne, wê bigihêje armancê. Ev lêgerîn li ser heqîqetê çêdibe.

 Di encam de keçên newciwan xwedî şansekî sed sala 21 mîn ya azadiya jin de dijîn. Bi vê re hêza jin, tevgerên jin, azadiya jin, rengê jin, tekoşîna jin pergala zilamsalarî xisti ye lêpirsînê. Û niha ev tekoşîn bi paradîgmaye Rêber Apo re di pêşengtîya jinên Kurd de dimeşe. Sedemê hevgirtina jinan li dijî pergala zordariyê, metîngeriyê, perçiqandinê û tepisandinê rawestînîn. Beşekî vê tekoşînê yê bingehîn keçên newciwanin. Eger wekî me li  jor jî anî ziman ev enerjiya xam bêbirêxistinkirin û rast were ber alîkirin wê ji koletiyê rizgar bibin.  Ango wê ne di mitfaxa malê de, ne di dibistanên dewletê de wê  hêza jin dixwe de ava bikin û wê ne jî lêgerînê azadiyê di xwe de xurt bikin. Em dikarin bi pirsa “Ez kîme?” û “Dikarim çi bikim?” dest bi jiyana felsefîk bikin. Em encax bi vê rêbazê jiyana xwe birêxistin bikin. Wê wextê emê serdema “demborî” bi gavên mezin û tendurîstî bavêjin. Ji bo vêya pêkbînin anjî bi serxînin dikarin bi rîya sîta- înterneta rojevên jin bişopînin, taqîb bikin, bixwînin û bi tevgerê jin re pêwendî deynin; emê wê wextê bikaribin di şexsê azadkirina kesayeta xwe de hem malbatê û hem jî civakê ji polîtîkayê qirkirina çandî û sîyasî biparêzin.