Ruken Vejin – endamî ragehandina PJAK

 Musa Anter bi navê ku di nav gel de tê nasîn Apê Musa di sala 1920 li gundê  Ziving ku girêdayî bajarokê  Nusaybîn a  Mardînê ye tê dinê. Dibistana seretayî li Mêrdînê ya navîn û amadeyî li Edenê dixwîne û  Zanîngeha dadê jî li  Stenbol diqedîne. Dayîka wî Fesla xanim yekemin muxtara jin ya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê bû. Di sala 1944 de bi Eyşe Hale re dizewice û du kur û keçeka wan çêdibe. Navê keçawî Rahşan, navê  kurên wî jî Anter û Dicle ye.

Dema xwendekar e cara yekemîn di dema îsyana Dersîmê de tê binçav kirin. Ji ber xebera ji dayîka Atatûrk re dide 45 roja di bin çavan de tê girtin. Disa sala 1959 de Apê Musa dema bi du hevalên xwe re rojnemeya îlerî Yurt derdixîne pirtuka bi nave Qimil a helbestê Kurdî dinivîse û çap dike,  ji ber vê pirtûkê di derheqê wî de doz tê vekirin û bi idamê tê darizandin. 50 kesên ku piştgirî didin Apê Musa jî tên bin çav kirin.  Ji wan kesên ku tên binçav kirin  Mehmet Emin Batu ji ber ji meda wî xwîn tê jiyana xwe ji dest dide, ji ber wî jî kesên ku ji wê daveyê tên darizandin 49 kes dimînin. Êdî ev doz wek doza 49 tê binav kirin. Piştî 14 meh di girtigehê de dimînin li bendêne ku derkevin mahkemeyê di wê demê de derbeya 1960 pêk tê û mehkeme di sala 1961 de çêdibe û ji 25 kesan re idam derdikeve ji wana 10 kes tên berdan, 15 kes jî 16 meh di hepsê de diminin û cezayê 5 meh 10 roj sûrgûnê digrin. Apê Musa jî di nav wan kesên ku bi idamê tê darizandin de ye. Piştî demekî ji derbeya 27 gulanê efû derdikeve ji bo girtiya, ew 49 kes jî ji efûyê sud werdigrin û ji girtigehê derdikevin. Piştî ku  Apê Musa ji girtigehê derdikeve ji kovarê Deng, Barış dunyası (cihana aşîtiyê) û Yön re nîvis dinîvîse. Sala 1963 de bi daveya 23 yan re dîsa tê girtin.  Li girtîgehên wek Mamak, Sultan Ahmed, Balmumcu,Seyrantepe û Nusaybinê de dimîne. Di 12 îlonê de bi hinceta ku propagandaya Kurdîniyê dike tê girtin. Bi gîştî di hemû jiyana xwe de  11 sal û nîv di hepsê de dimîne. Hemû temenê Apê Musa bi têkoşînê derbas dibe. Di pêvejoya ku kes newêrî behsa Kurdîniyê bike wî pirtûka helbestan bi Kurdî nivisand û çap kir. Ji ber vê pirtûkê bi idamê hat darizandin. Wî tû carî li hember dijmin serî netewand. Pirî cara bi êşkence û tundiya dijmin re rûbirû ma. Ew damezrinê çend partî û saziyê Kurdî bû  ji vana; partiya gel a kadê, navenda mezopotamya a çandê, enstûtûya stenbol a Kurd û ocaxa şoreşgera a Rojhilat çend ji wana bûn. Çand û hûnera Kurdî û wêjeya Kurdî pir bala wî dikişand. Wî pir hewl dida ku çand, hûner û wêjeya veşartî  a veşartî derxine holê. Apê Musa  pir ji Mem û Zina ku ji aliyê Ahmedê Xanê ve hatibû nivisandin bandor bibû. Dema filmê Mem û Zîn tê çêkirin ew bi xwe tê de rol dileyîze û di despêka filîm de bi dengê xwe ji pirtuka Ahmedê xanê beşek ji evîna Mem û Zînê  vedibêje. Di hemen demê de Apê Musa nivîskarekî pir xurt bû. Di jiyana xwe de çend pirtûk nivîsandiye. Pirûkê ku nivîsandine evin; Birîna Reş (1959),pirtûka helbesta  bi navê Qimil(1962), Ferhenga Kurdî-Tirkî (1969), pirtûka bi navê Biranînê Min bi aweyekî du cildan hat waşandin (1992) û vakayiname (1992). Piştî ku hate qatilkirin jî li ser jiyan û tekoşîna wî pir pîrtûk hatin nivisandin.

Di hinek pirtûkên xwe de bi kiryarê dijmin ku dide meşandin henekê xwe dike. Minak; ji ber ku fîtîk dide tê girtin. Dema sedema girtina  xwe dipirse dibêjin “te bi Kurdî fîtîk daye.” wan bûyerê ku wî û kesê derdora wî jiyan kiriye bi eweyekî hem bi êş û hem jî bi aweyekî  ken bi xwendekarên xwe re parve kiriye. Di vir de di rastî de henekê xwe bi kanûn û biryarê dijmin dike û dide nîşandan ku çiqas bê watene. Ji bo Kurd û Kurdistan winda nebe û nehele pir kar û xwebat daye meşandin. Rêber Apo bi kedeka mezin Kurd rakire ser piya û ji tinebûnê rizgar kir. Rêber Apo dema rewşa gelê Kurd dinirxinê dibêjê “me ji sifrê anî heta roja me ye iro” Apê Musa jî ji Rêber Apo re dibêje “raste we ji sifrê anî heye vê astê lê, me jî ji biniya sifrê gihand sifrê”. Rewşa civaka Kurd hatibû wê astê ku ger ne ji van şoreşger û pêşangên wek Rêber Apo û Apê Musa  bûya niha bi navê Kurd û kurdistanê tiştek nedima. Apê musa di vê riyêde di 72 saliya xwe de canê xwe da. Heta deqqa dawiyê jî ji bo gelê xwe têkoşîn kir û kar û xwebat da meşandin. Ji ber vê yekê dijmin nekerî tehemûlê wî bike û di 72 saliya wî de wî bi aweyekî hovane qetil kir.

Apê Musa 20 îlona sala 1992 de li Amedê li mahalla Seyrantepe di ancama êrişekî çekdarî de  tê tarama kirin û jiyana xwe ji dest dide. Endamê berê yê JÎTEM Abdulkadîr Aygan got ji aliyê timekî ku ew jî tê debû Apê Musa hatiye qetil kirin. Di lokolinekî din de jî tê gotin ku bi destê kesê ku navê qod Yeşîl navê din Mahmut yildirim ve ew cinayet pêk hatiye. Di encam de  bi destê dewleta tirk ve Apê Musa hat qetil kirin. Apê Musa ji aliyê bi hezaran kesî ve li gundê wî zivingê ku girêdayî Mardîn Nisêbênê ye hate veşartin. Piştî şahadeta apê Musa,navê Musa li zaroka hat kirin, piştî şahadeta wî navê wî li parka Amedê û li gelek  parkên bajarên Bakurê Kurdistanê hate kirin. Di heman demê de dema Apê musa tê qetilkirin ji bo tola wî bê rakirin çalekî ji bo wî tên pêş xistin û hem jî tabûrek nû li Amed Lîceyê bi  navê  Apê Musa tê avakirin. Piştî demekî ne tenê navê tabûrê navê hemû qadê dikin Apê Musa. Heya niha jî li Liceya ku girêdayî Amed e qada Apê Musa heye. Di nava gel û dinav gelîla  de jî ji wê qadê re dibêjin qada Apê Musa.